Di nivîsara ji aliyê Nûnera Tirkiyê ya Financial Timesê Laura Pitelê ya bi navê 'Her ku hilbijartin nêzîktir dibe, Erdogan serî li fenn û fûtên aborî dide' de got sozên birêkûpêkkirina darayî, hilbijêrên xerckirinê yên ku morala hilbijêran baş bike, sînordar dikin.
Pitelê bibîr xist ku di hibijartinên berê de Erdoganî teqsîr nedikir û pere belav dikir, lê di vê hilbijartina zor de dest û piyên Erdogan û peyrewên wî girêdayî ne û wisa dewam kir:
"Ev fenn û fûtên aborî ev in ku pişta xwe didin bankayên dewletê, zorê didin esnafan ku bihayên kelûpelan daxin ku analîst nîgeran in ku ev rewşa ha bê domandin an na, û ev Serokomarê bihêrs gelo serî li taktîkên xerckirinên kevneşopî bide an na."