FÎNLANDA - Ji bo hilbijartinên şaredariyan 37 Kurd namzed in

.

20 hezar Kurdên diyasporayê li Fînlandiyayê nûnerên xwe ji bo şaredariyan hildibijêrin.

Bernameya Diyasporayê ya ku Hêmin Ebdullah pêşkeş dike vê carê hilbijartinên şaredariyan ên Fînladayê kiriye mijara xwe.

Diyasporaya Kurdan a li Fînlandiyayê dest bi kampanyayeke berfireh kiriye ji bo ku bi awayekî aktîv beşdarî hilbijartinên şaredariyan û herêmên xweser ên Fînlandiyayê bibe ku roja Yekşema tên lidaerxistin.

Li gorî wan daneyên ku ketine destê Rûdawê, 37 Kurdên Fînlandiyayê di nav partiyên cuda yên wî welatî de bûne namzed.

Di nav wan de 18 kes li ser lîsteya Partiya Sosyal Demokrat, 6 kes li ser lîsteya Hevpeymaniya Niştimanî, 5 kes li ser lîsteya Yekîtiya Çepan, 3 kes li ser lîsteya Partiya Swêdî, 2 kes li ser lîsteya Keskan, kesek jî li ser lîsteya Kirîstiyan Demokrat û du kes jî li ser lîsteya Partiya Navendê.

Serokê berê yê Federasyona Komeleyên Kurdan ên Fînlandayayê Welat Nehrî ji Rûdawê re ragihand, "Li gorî amarên fermî, zêdetirî 18 hezar Kurdên li Fînlandayayê dijîn lê belê hinek ji wan kesên ku zimanê Kurdî zimanê wan ê dayikê ye, di dema qeydkirina xwe de nekarîne wê yekê ragihînin, yan jî zewaca wan bi neteweyên din re heye, ji ber wê yekê mirov dikare bibêje zêdetirî 20 hezar Kurdan li vî welatî dijîn."

Ji koma 37 namzedên Kurd 22 jê mêr û 15 jê jin in. Ji aliyê beşên Kurdistanê ve jî, 15 kes ji Rojhilatê Kurdistanê, 14 kes ji Bakur, 6 kes ji Başûr û 2 kes jî ji Rojavayê Kurdistanê hatine.

Tenê li bajarê Turkuyê 9 Kurd berbijêr in.

Girîngiya beşdarbûnê

Welat Nehrî ji Rûdawê re got, “Dengdan ne tenê maf e, di heman demê de erkeke civakî ye jî.

Ji bo Kurdan ne xweş e ku piştî hilbijartinan bibêjin rêjeya beşdariya me kêm bû. Divê bi kêmanî li gorî neteweyên din ên koçber ên li vî welatî, em di asteke bilind de bin."

Namzeda Sosyal Demokratan a li bajarê Turkuyê Şehên Zade Ehmed tekezî li ser beşdariya Kurdan kir û got:

"Eger programa berbijêrekî ne li gorî dilê te be, ne pirsgirêk e lê belê girîng e ku tu biçî dengê xwe bidî, bila mafê te winda nebe."

Pisporê hilbijartinan û diyasporaya Kurdan ê li Finlandiyayê Mecîd Heqî jî got:

“Dema ku em bibin hêzeke siyasî, bibin sermayeyeke siyasî di nava wî welatî de, di rêza partiyên siyasî de bi taybetî bi zêdebûna berbijêran, wê demê di navendên biryargirtinê de hesabê me tê kirin."

Statûya Kurdan di civaka Fînlandayê de

Welat Nehrî diyar kir ku "Civaka Kurd li Fînlandayê karî di gelek waran de tevlî civaka Fînlandayê bibe û di hemû astên civakê de xwedî cih û statû be.

Li gorî amarên fermî, li vî welatî zêdetirî 70 komele û rêxistinên Kurdî hene.

Çend hefteyan berê, em bi komek çalakvanên Kurd re çûn parlamentoyê, yek ji parlamenteran got: Dema ku em li we Kurdan dinêrin, em we wek civakeke çalak û serkeftî dibînin, li gorî neteweyên din ên ku li vî welatî koçber in."

Sîstema hilbijartinê li Fînlandayê

Li Fînlandayê du cure hilbijartin tên kirin: Hilbijartinên şaredariyan û hilbijartinên herêmên xweser (halxweş) ku ji xizmetguzariyên tenduristiyê, hawarçûnê û xizmetguzariyên civakî yên din berpirsiyar in.

Mecîd Heqî got "Ji sala 2019an ve, sîstema rêveberiya Fînlandayê hatiye guhertin û beşek ji xizmetguzariyên ku berê ji aliyê dewletê ve dihatin dayîn, vêga bi herêmên halxweş hatine dayîn ku ew jî di hilbijartinan de tên diyarkirin."

Sûd ji bo Kurdan

Berbijêra Hevpeymaniya Niştimaniyê ya li Helsînkiyê Şeyda Sohrabiyê tekezî li ser girîngiya wê yekê kir ku çawa dikare pirsgirêk û pirsên girêdayî neteweya Kurd têxe nav siyasetên Fînlandî û got:

“Her gava ku min karîbû navê Kurd û Kurdistanê derxim derve bi awayekî ku ji bo Fînlandiyan girîng be.

Bo nimûne çawa alîkariya Pêşmerge dibe sedema rêgirtina li ber mezinbûna DAIŞê û çêkirina pirsgirêkan li Ewropayê."

Şehên Zade Ehmed jî bi heman awayî got, "Dema ku kesek ji hevzimanên te diçe navendeke biryardanê, baştir dikare bibe dengê Kurdan li wê derê."

Wê tekez kir ku tevî ku ew di partiyên cuda de berbijêr in, lê belê çand û zimanê hevbeş wan dicivîne û di hinek pirsên neteweyî de bi hev re kar dikin.

Alîkariya koçberan

Pispora karûbarên koçberan Şine Rezawiyê jî got, “Pirsa qaçaxçîtiya mirovan li Fînlandayê bûye pirsgirêkeke ku biryarder û siyasetmedar zêdetir behs dikin.

Yek ji wan sedeman ku xelk dibin qurbanî ew e ku ziman nizanin û nikarin li pey zanyarî û alîkariyê bigerin.

Çi qas ku em zêdetir kesên biyanî di navendên desthilatê de hebin, bê guman têgihiştin zêdetir dibe û em baştir dikarin pirsgirêkan çareser bikin."

Hewldan ji bo pşketinê

Di dawiyê de Welat Nehrî amaje bi girîngiya avakirina lobiyeke Kurdî ya bihêz kir û got:

“Lobî bi beşdariya di hilbijartinan de û sazkirina pêwendiyan ligel aliyên siyasî yên Fînlandî tê kirin. Bi sedan dostên Kurdan hene ku piştgiriyê li mafê Kurdan dikin ji bo diyarkirina çarenivîsa xwe, dengdana bi berbijêr û dostên Kurdan gelekî girîng e.”

Li gorî amajeyan, ev hilbijartin ji bo diyasporaya Kurdan a li Fînlandayê gelekî girîng e û derfeteke mezin e ji bo hatina pêş a Kurdan û beşdarîkirina bibandor di siyaseta wî welatî de.

Naveroka dîbeytê wiha ye:

Hêmin Ebdullah: Silav li we be, em li Fînlandayê ne, li bajarê Helsînkî. Diyasporaya vê hefteyê dê taybet be bi hilbijartinekê ku dibe ku ji bo Kurdên derveyî Fînlandayê beriya ku hûn vê bernameyê bibînin ne pir girîng be lê li Fînlandayê ji bo Kurdan girîngiyeke wê ya pir mezin heye. Ji ber çi? Ji ber ku hilbijartinên şaredariyan tên kirin, hilbijartinên herêmên xweser tên kirin, eger ez bi temamî bibêjim, paşê xweseriyan, ez dixwazim hûn ji bo min rast bikin ku çima ev destewajeya hanê ewqas girîng e ku li vir bê behskirin.

Di wan hilbijartinan de 37 Kurdan li tevahiya Fînlandayê xwe berbijêr kiriye. Cara borî jî di sala 2021ê de hejmareke zêde ya Kurdan xwe berbijêr kiribû lê belê vê carê germûguriyeke gelekî zêdetir heye, germûguriyek ji bo beşdarbûna di nav jiyana siyasî ya lokal a Fînlandayê de ji aliyê Kurdên niştecihê vir ve.

Ji bo min bi rastî ku ez ji Almanyayê hatime li şûna ku ez li studyoya Dusseldorfê bernameyê pêşkêş bikim, hatime vir, ji bo ku bizanim çima Kurdên vir ewqas girîngiyê didin beşdarbûna di siyaseta lokal de, çimkî li welatên din em nimûneyeke bi vî rengî bi vê berfirehiyê nabînin.

Her wiha ez dixwazim bizanim diyasporaya Kurdan li vir çi qasî mezin e, hejmara wan çend e, bandora wan çend e, dikarin çi bikin, dikarin ji bo hemû diyasporayê bi giştî, hemû Kurdistanê jî çi bikin, herwiha ez dixwazim bizanim Fînlandiyên li vir çawa li ser Kurdan difikirin, di dema borî de jî diyasporaya Kurd li vir çawa kar kiriye.

Ji bo vê bernamê komek mêvanên min ên hêja hene ku li vir di nav civaka Fînlandî de çalak in, beşek ji wan berbijêr in û beşekî din jî di nav sazî û dezgehên civaka Fînlandî de ne û di nav diyasporaya Kurd de jî ew kesên ku di salên borî de rêkxerên serekî bûne, gotina yekem kirine û karên gelek gelek kirine.

Her yek ji birêzan Xanim Şîne Rezayî, şarezaya karûbarên koçberan, Welat Nehrî, Kurdên Fînlandayê wî nas dikin, serokê berê yê Federasyona Komeleyên Kurdî yên Fînlandayê, niha endamê desteya birêveber a Dîyakurd, li vir bi me re ye, herwiha Xanim Şehên Zade Ehmed, berbijêr li ser lîsteya Sosyal Demokratan, Mecîd Heqî.

Em gelekî geriyan beriya bernamê çawa navnîşanekê jê re bibînin, çimkî li vir hemû wî nas dikin, karên gelek kiriye, Kurdên Fînlandayê û derveyî Fînlandayê jî, diyasporaya Kurd wî nas dikin, min bi xwe li Almanyayê guh dabû lêkolîneke wî li ser diyasporaya Kurdan û medya Kurdî li diyasporayê, lêkolîneke gelekî berfireh û hêja bû, ez piştrast im ku îşev jî zanyariyên berfireh û hêja li ser Fînlandayê dide me, herwiha Xanim Şeyda Sohrabî, ji Hevpeymaniya Giştî berbijêr e, hûn hemû gelekî gelekî bi xêr hatin.

Gelekî spas ji we re ku we pêşwaziya me kir, çimkî em mêvanên we ne, divê ez wê jî bibêjim ku em li pirtûkxaneya giştî ya bajarê Helsînkî ne, beriya bernameyê mêvanên min ên hêja ji min re behs kirin û gotin niha em beramberî parlamentoya Fînlandayê ne, parlamentoya Fînlandayê avahiya wê wisa hatiye çêkirin ku lap beramberî wê pirtûkxaneyê be ku xelkê asayî tê li vir rûdine, kursiyên gelekî xweşik hatine danîn, dikarin parlamentoya xwe bibînin, hevast in ligel wan kesên ku biryarê li ser siyaseta Fînlandî didin.

Ez dikarim ji birêz Welat dest pê bikim? Ew kesê ku di parlemenê de dixwaze bibe mîna xelkê, pencereyên parlemenê di pencereyên pirtûkxaneyê de dibîne. Vê yekê kiriye ku kurdên me jî li vir hêsantir bikaribin beşdarî jiyana siyasî bibin, yan jî gelo Kurd li vir rewşeke taybet in ku 37 berbijêrên wan hene?

Serokê Berê yê Federasyona Komeleyên Kurdistanî Welat Nehrî: Civaka Kurd li welatê Fînlandayê karîbû di gelek waran de tevlî civaka Fînlandî bibe û di hemû astên civakê de cih û warê xwe heye. Diyar e ku di gelek waran de kesên me yên serkeftî hene. Di nav partiyan de çalakiya me zêde ye û rêxistinên me hene. Li gorî amarên fermî yên vî welatî, zêdetirî 70 komele û rêxistinên Kurd li vî welatî hene. Beşeke mezin ji wan beriya 11 salan bi hev re Federasyona Kurd ava kir.

Niha jî berdewam û çalak e. Partiyên Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê li vî welatî hene, endamên wan hene, çalakiyên wan ên berdewam hene, xasma li bajarên mezin hene. Bi giştî Kurd dixwazin di vî civakî de çalak bin. Çend hefteyan berê em li parlemenê bûn ligel desteyeke ji dostên çalak ên Kurd.

Em çûn serdana parlamenê. Yek ji parlamenteran rast bi xwe behsa wê yekê kir û got: "Em dema ku li we kurdan dinerin, em we weke civakeke çalak û serkeftî dibînin li gorî neteweyên din ên ku li vî welatî koçber in." Bi rastî cihê şanaziyê ye ku me karî di gelek waran de pêş bikevin, lê tevî wê jî divê em gelek karên mezintir bikin. Divê nûnerên me di wê parlamenê de hebin.

Hêmin Ebdullah: Wisa diyar e ku li gorî wan civakên koçber ên din ên ku li vir hene, hejmara kurdan zêdetir e yan kêmtir e?

Welat Nehrî: Li gorî amarên fermî, hejmara kurdên li wî welatî 20 hezar kes e, ji ber ku li vir li gorî zimanê dayikê amar tê kirin. Derdora 17 hezar û 500 heta 18 hezar Kurd hene, lê ji bilî wê jî, mixabin beşek ji endamên civaka me nikarin, nekarîne wê dema ku hatine welêt rasterast bibêjin ku zimanê wan ê dayikê kurdî ye, yan jî gelek mal hene ku êdî tevlîhev bûne, kurd e û fînlandî ye, kurd e û çînî ye, kurd e û neteweyeke din e, êdî ew dikarin yek zimanî hilbijêrin. Loma ez bi berawird û lêkolîna ku me kiriye, hejmara Kurdan divê zêdetirî 20 hezar be, zêdetirî 20 hezar e.

Hêmin Ebdullah: Şeyda Xan, me behsa yek ji berbijêrên lîsteya Hevpeymaniya Niştimanî kir. Hê jî li cem we sar e, em dizanin li wî aliyê avê germ e, niha em dikarin bi tîşortan bigerin, li vir pir sar e, lê em dibînin ji bo hilbijartinan germûgurî heye. Çi kir ku tu îcar bi vî awayî bi germûgurî beşdarî hilbijartinan bibî?

Namzeda Hevbendiya Niştimanî ya Helsînkiyê Şeyda Sohrabî: Bi rastî alîkariyeke mezin ji min re hat, alîkarî ji Kurdan, alîkarî ji Fînlandiyan, ez jî wek bavê min ez fêr kirime, got Şeyda, tu çi dikî baş bike, yan dest pê neke, êdî ez bi rastî, ev cara sisiyan e min xwe namzet kiriye, yanî ez di vê pêvajoyê de fêr bûm, kesin hene dikin, alîkariya min dikin, yanî ez bi tenê nikarim tiştekî bikim, ev bi her tiştî re di jiyanê de ye, bi tenê nabe, bi hev re xweşiktir dibe, ez piştrast im ku ez ê vê carê gelek dengan bînim, biserkevim, ji ber ku xelk ji min bawer dike, ez derdikevim derve, hewa çawa be, sar be, germ be, ez her ez wisa me, li derve xelkê dibînim û yanî ez bi wan re dipeyivim, malpereke min heye, vîdyoyan çêdikim, pişt re jî kar dikim, siyaseta min diyar dibe.

Hêmin Ebdullah: Çima girîng e mirov derkeve? Ji bo Kurdan çima girîng e?

Şeyda Sohrabî: Belê, pirseke pir xweş e. Rastiya wê ew e ku me îro jî behsa wê kir, derbarê Enfalan, derbarê Kurdan, dîroka Kurdan. Min bi xwe li ser dîroka Kurdan xwendiye, mastera min di beşa siyasetê de heye.

Ez dizanim dîroka Kurdqn çawa bû. Eger em neçin ser mijarê, baş nabe. Ez bi xwe li bajarê Helsînkî bûme namzet. Kesên ku li Helsînkî dijîn, ferq nake Fînlandî be, penaber be, koçber be, dikarin dengê xwe bidin jimare 329. Min bernameyek daniye, min pêşniyar kiriye ku kolanek bi zimanê Kurdî bê binavkirin.

Hêmin Ebdullah: Baş e, wisa ye, ji bo te girîngtir e ku berî her tiştî li vir li ser kultûra xwe bixebitî. Şehên Xan, namzeta Sosyal Demokratan, Kurd salên berê, Kak Welat, Kak Mecîd, temenê we ji me mezintir e, ez ne şaş bim, ji ber wê nabêjim, hûn biborin. Berê gelekî bi çepan re mijûl dibûn. Kurd, ew çepên ku qet di hikûmetê de nebûn, çepên ku berdewam rexne dikirin, digel doza gelên bindest bûn. Lê hêdî hêdî ber bi Sosyal Demokratan ve diçin ku di hikûmetê de ne. Ma bandora wê yekê bû ku te Sosyal Demokrat hilbijart, an tiştekî din hebû ku te xwe li ser lîsta wan berbijêr kir?

Namzeda Sosyal Demokratan Şehên Zade Ehmed: Bê guman bandora wê hebû. Ez wisa bawer dikim ku hûn li her Kurdekî dinerin, paşxaneke siyasî li pişt heye. Û ji ber wê yekê jî eger hûn li wan dinerin, herdem Kurd digel partiyên çep nêzîkatiyeke zêdetir hebûn, her li gorî dîrokê.

Ji ber wê yekê ku partiyên çep behsa dadperweriya civakî dikin, behsa nemana newekheviyê di nav civakê de dikin. Û Kurd jî wekî neteweyeke bindest, herdem di bin hikmê neteweyên serdest de bûne, li wê sîstemê digerin ku behsa vê wekheviyê bike.

Ji bo wê min jî wekî Kurdekê ku ew paşxana min a siyasî hebû û di partiyeke siyasî ya Kurdî de, bi her awayî ez dikarim bibêjim min xwe pêş xistiye û kar jê re kiriye û niha jî ez aktîv im, min partiya Sosyal Demokrat hilbijart. Û ez wisa bawer dikim ku ew ji armancên min û ramanên min ên siyasî nêzîktir e.

Hêmin Ebdullah: Gelekî baş e, tu ji cihekî dûr hatiyî, tu ne ji Helsînkî yî, bajarê te kû ye? Tu ji Turkuyê hatî. Bi guman diyasporaya Kurd li Turkuyê çalak e. Em gelekî wan di torên civakî de dibînin, em ên ku dûr in, şaredariyan. Birêz, eger tu li wir bî, li Turkuyê û di encûmena şaredariyê de bî, tu dê çi di jiyana Kurdên Turkuyê de biguherînî?

Şehên Zade Ehmed: Bê guman girîng e, îsal pir aktîvtir li gorî gerên berê Kurdan xwe namzed kiriye, her li bajarê Turku neh namzedên me yên Kurd hene û ez bi rastî vê wek şanaziyekê dibînim, nîşan dide ku civaka me zindîtir e, lê dê çi bandoreke wê hebe ji bo Kurdan ku ez li wir xwe namzed bikim?

Her gava ku em behsa siyasetê dikin, heta siyasetmedarên bilind ên ku niha di asta biryardarî ya wî welatî de ne, ji bajaran dest pê kirine, yanî ew bingeh e ku yan dergehek e ji bo ketina nav siyasetê, ji bo wan navendên ku biryarên mezin di dest de ne, her kes li gorî şiyana xwe belê dikare bandorê bike, ez nabêjim niha çavê min li bilindtir e, lê her tiştê ku ji destê min were ji bo pirsa Kurd, bi taybetî jî ez texsîrê nakim, ev armanca min a sereke ye berî her tiştî, bêguman di mijara Kurdên niştecihên bajarê min de, mijara bingehîn a pêşniyarên hilbijartinê ev e ku Turku bajarekî pirziman e, bajarekî pirçand e û bajarekî pirnetewe ye, li gorî bajarên din em bi çavekî lê binêrin, rêjeya penaberan zêdetir e, tevlîheviya penaberan li wir zêdetir e, ji ber vê yekê divê em ji wê pirçandîtiyê netirsin, lê em wek sermayeyeke manewî lê binêrin, bikin hêza vî bajarî, bêguman dema ku Kurd li wir rêjeyeke bilind in, çi baştir e ku peyameke wisa ji hevzimanekî xwe biçe nav navendên biryarder, belê, ez heta wê dera ku ji destê min were, bêguman di berjewendiya xizmeta bajarê xwe û welatiyên vî bajarî de, bi taybetî jî Kurdan, dikim.

Hêmin Ebdullah: Kak Mecîd, 37 kesan xwe namzed kiriye, tenê li Turku neh Kurdan xwe namzed kiriye, lê dibe ku ji bo min ku ez ji derve temaşe dikim bibêjim derdê Kurdan dîsa hemû ji hev cuda ne, ew hemû xelkê xwe namzed kiriye, ev ziyanê nadin hev?

Pisporê hilbijartinan û diyasporaya Kurdan Mecîd Heqî: Welatê me pir sar e lê dilê me li vî welatî pir germ e, ez hez dikim hûn vê bizanin. Ev beşek ji pêvajoya demokrasî ye ku sîstema hilbijartinê li gorî wê yekê ye ku kîjan partî, kîjan lîste zêdetir deng tîne, wê demê di lîsteya wê partiya ku zêdetir deng aniye de, zêdetir berbijêrên wê diçin holê.

Lê aliyekî din ê meseleyê jî heye, em Kurd li vir wekî civakekê heta astekê navîn in. Civaka Fînlandayê bi hemû partiyên Fînlandî ve, ji ber wê civaka Fînlandayê bi awayekî pozîtîv bi giştî li kurdan dinêre, bi taybetî piştî wê şerê ku xaka kurdan li dijî DAIŞê li Rojava û li Başûr birêve bir, di rastiyê de li şûna hemû dinyayê têkoşiya. Vê yekê bandoreke yekcar zêde li ser asta Kurdan, li ser nasîna kurdan, li ser îtibara Kurdan wekî netewe ji nav bir, pêşve bir.

Li gel wê jî civaka kurdî ji ber ku civakeke ji hev belavbûyî ye, civakeke şerza ye, civakeke ku gelek trauma dîtiye, lê eger were vir bi taybetî nifşê yekem û duyem, bi nifşê sêyem, em hewl didin xwe tevlî civakê bikin, cih bigirin. Digel wê jî ku civakeke bibêjin ku kambaxiyeke neteweyî ne, bi li ber çavgirtina sîstema siyasî ya Fînlandayê, divê em hemû welatiyên me ew be ku bibin hêzeke siyasî, dema em bûn hêzeke siyasî, bûn sermayeyeke siyasî di nav wî welatî de, di çalakiyê de di rêza partiyên siyasî de, nemaze bi zêdebûna wan berbijêran, wê demê di parlementeran de, di cihên biryarder de, hem hesab ji me re tê kirin, ew dibe ku aliyekî din ê meseleyê jî heye, ji derveyî wê yekê ku ew deng tînin yan na, di pêvajoya hilbijartinê de, di pêvajoya xweberbijêrkirinê de, beşek ji wan fêrî karûbarên birêvebirina sîstema demokratîk dibin, pêvajoya demokrasî, bi, ew pêvajoya demokratiyê dikarin neqilî nav civaka xwe bikin û di wê rêyê de neqilî welatê xwe jî bikin, ji bo wê bi min wisa ye ku hemû pozîtîv e, eger di nav wan de çend kesek, çend berbijêrên me biçin jûrê, deng bînin, ev pir baştir e.

Hêmin Ebdullah: Rast e, we bi Kak Welat re lîsteyeke gelekî xweşik amade kiribû, bi rastî ez spasiya we dikim ku we şand, ji ber ku min di hilbijartina diyasporaya Kurdî de kêm dîtiye ku bi amar û daneyan be. Ez hez dikim piştre Kak Welat ji me re behs bike, lê belê Şine Xanim, hûn di nav koçberan de zêdetir dixebitin, di nav koçberan de jî di meseleyeke gelekî hesas de, meseleya qaçaxçîtiya bi însanan, hûn di wî warî de dixebitin, gelo ev hilbijartinên ku hene, tu bandoreke wan li ser wê meselê heye? Gelo ewên ku diçin şaredariyan, tu roleke wan di wê meselê de heye: Meseleya koçberan, meseleya ku tu dizanî mebesta min, qaçaxçîtiya bi însanan û tawanên ku li dijî koçberan tên kirin?

Pispora karûbarên koçberan Şine Rezawî: Gelekî spas Kak Hêmin, ez bi xwe bixêrhatina kanala Rûdawê dikim bo bajarê Helsînkî. Diyar e, mijara karên qaçax bi mirovan li Fînlandayê, mixabin piraniya qurbaniyan li Fînlandayê kesên biyanî ne ku dibin qurbanî li vir.

Êdî cureyên qaçaxan jî cuda ne, lê ev mijarek e ku di van demên dawî de biryarder û siyasetmedarên li Fînlandayê zêdetir behs dikin. Berê, ji ber ku rêjeya koçberan li Fînlandayê zêde bûye, ev cure qaçax jî dikare xwe bi çend awayên cuda bibîne.

Bo nimûne, nexasim di asta yekem de li vir di jiyana kar de ev yek xwe dide der. Meselen, bo nimûne wan bi zorê tînin, kar bi wan dikin, yanî bi awayekî kar dikin ku tu yasa û rêgezên Fînlandî rê nadinê, yan jî wan ji derveyî civakê tînin, li vir li hemberî tiştekî bi reş.

Mixabin gelek rewş hene ku ji karê reş jî derbas bûne, ango tenê karê reş bi wan tê kirin, lê biryardan dikare ev be... Diyar e ev pêvajoyeke pir dûrûdirêjtir e.

Niha jî hikûmeta Fînlandayê bi xwe bernameyeke wê heye bi taybetî ji bo qontrolkirinê, ew dibêje kontrolkirina kar, yek ji cureyên karên qaçax bi mirovan li Fînlandayê ye, bi taybetî ji bo vî warî. Ji ber ku pir beloq e, her diçe dibe pirsgirêkeke wekî diyardeyekê mixabin li Fînlandayê.

Ji bo vê yekê bernameyeke wan ji bo pêşîgirtina li vê yekê heye. Îcar yek ji wan ew e ku divê xizmetguzarî bi zimanan hebin, ji ber ku ew kesên ku dibin qurbanî, yek ji sedemên ku dibin qurbanî ew e ku ziman nizanin.

Gava ku tu ziman nizanî, desthilata te nîne, tu nizanî çawa li dû agahiyan û li dû alîkariyê bigerî. Ez di wê baweriyê de me ku heta çiqas bêtir kesên bi paşxaneya biyanî di nav, em bibêjin navendên desthilatê de hebin, bêguman, yanî têgihiştin zêdetir e.

Diyar e ez dikarim bibêjim ku di nav Fînlandiyan de jî ev têgihiştin heye, yanî bêyî ku li ber çav bê girtin yanî di kîjan partiyan de ne, yanî desthilata hikûmeta îro, yanî gihîştiye wê yekê ku ev diyardeyek e ku divê ev diyarde li Fînlandayê nemîne, ji ber ku zirarê dide di her halî de.

Hêmin Ebdullah: Gelekî baş e, gelekî baş e, Kak Welat, sî û heft Kurd in, lê tu dibêjî ku rêkeftinek di navbera parçeyên Kurdistanê de jî hatiye kirin, pişk hatiye danîn, ne wisa ye? Li gorî wan daneyên ku min dîtin, ez dixwazim bizanim û temaşevan jî bizanin dane çawa ne?

Welat Nehrî: Belê, dikarim bi hûrgilî behsa wan bikim, ji sî û heft berbijêran di hemû hizbên Finlandî de hatine dabeşkirin, ji Partiya Sosyal Demokrat 18 kesên me hene, ji Partiya Hevpeymaniya Niştimanî şeş kes, ji Partiya Yekîtiya Çepan pênc, Partiya Swêdiyên Finlandê sê, Partiya Keskan dido, belê, ew nêzîk in ji koçberan, ji ber wê jî cih ji koçberan zêdetir didin, her wisa Xirîstiyan Demokrat û yek dane û Partiya Navendî jî 2 dane, di nav berbijêrên me de hejmara jinan jî radeyeke baş e, 15 jin berbijêr in, hejmara wan ji mêran kêmtir e ku bîst û du kes e di vê carê de...

Hêmin Ebdullah: Li Skandînavyayê ne tiştekî neasayî ye ku hejmara jinan ji ya mêran kêmtir be?

Welat Nehrî: Hejmara jinan di nav Fînlandiyan de jî eger were hesibandin, ji sedî 42 jin in û ji sedî 58 mêr in. Yanî ya Kurdan ne pir cuda ye. Lê bê guman em ku di serdema şoreşa Jin, Jiyan, Azadî de dijîn, pir kêfxweş in ku jinên Kurd di siyaset û partiyên Fînlandî de çalak in.

Her wiha dema em li beşên cuda yên Kurdistanê dinerin, ji Rojhilatê Kurdistanê 15, ji Bakur 14, ji Başûr 6 û ji Rojava jî 2 hene. Ev jî di rastiyê de eger tu berawird bikî li gorî mezinahî û tîrbûna beşên Kurdistanê, ev jî bi wê re guncav e.

Guncav e Bakur, bi rastî cihê balkêşê ye ku di vê hilbijartinê de hejmara berbijêrên Bakur zêde bûye, çawa ku di her carên borî de pir pir kêmtir bûn li gorî vê carê. Lê piraniya wan ji bajarên hinekî dûr in, li derdora Helsînkê ez wisa texmîn dikim yek yek an du kes berbijêr in.

Hêmin Abdullah: Îcar pirs jî ew e ku bakurî ye, ser bi rêzdarê te bi rojhilatî tê naskirin, ne? Lê belê Nehrî hemû dinya dîroka Nehrî dizane ku bakurî ne.

Welat Nehrî: Belê, ez bê cudahî Kurdistanî me.

Hêmin Ebdullah: Şeyda Xan, divê tu di civaka Fînlandî de bi Fînlandiyan re siyasetê bikî, divê tu wek Fînlandiyan bifikirî, ji ber ku ev ne Partiyayetiya Kurdî ye, tu li vir bi rêxistinkirina xelkê Kurdistanê mijûl bibî, tu bi şêniyên bajarê xwe, Helsînkî re mijûl bibî, tu çawa dikarî hevsengiyekê ava bikî ku tu Kurdek bî û hay ji Kurdan hebîe, hem jî Fînlandî be?

Şeyda Sohrabî: Wekî te got balans lazim e, ez bi xwe wekî te ciwan got, ez xwe wekî Kurdeke Fînlandî dihesibînim, çimkî bi temenê pêncî salî hatime Fînlandayê, belê, çend kesan ji min re got, got te şeklê te wekî Kurdekî ye lê axaftina te wekî Fînlandiyekî ye. Ewê ku çi behs dikî bi min xweş e tiştên wiha ne, çimkî ev welat bi rastî welatekî baş e, welatek e ku em anîne vir, alîkariya me kir, wane bi me da, hemû alîkariyek da.

Ez xwe wekî niştimanîyeke Fînlandî dihesibînim, ez xwe wekî niştimanîyeke Kurd jî dihesibînim, ez bi xwe bi rastî gelek tişt im, ango di kovaran de hatiye nivîsandin, yanî ez columnist (qunciknivîs) bûm.

Ez du salan qunciknivîs bûm, her cara ku min karîbû navê Kurd û Kurdistanê bînim der bi awayekî ku ji bo Fînlandiyan girîng be, wekî mesela ji bo me girîng e em alîkariya Pêşmerge bikin, çimkî em hez nakin DAIŞ mezin bibe û kêşeyan li Ewropayê çêke loma alîkariya Kurdan bikin ku DAIŞ kêşeyan li Ewropayê dernexe, yanî bi awayekî Kurdayetî û Kurdistanê tînim ji bo alîkariya pêwîst, na, jin, jiyan, azadî ew tiştek e ku li Ewropayê çûye pêş.

Lê li Kurdiya me ye yan nîne, baş nabe yanî deng bidin û heq bidine jinê, ez bi xwe dikarim bi awayekî koktêlekî ciwan Kurdayetiyê bikim û Fînlandî bifikirim yanî bi hev re, yanî bikaribin pêkve kar bikin.

Lê ev rastiya şaredariyê ye, min xwe berbijêr nekiriye ji bo hemû jinan û ji bo hemû Kurdan û ji bo hemû xelkê Kala Seta Ma, ez bi xwe li ku dijîm, min xwe berbijêr kir ji bo hemû Helsînkî, xelkê Helsînkî, Kurd be, jin be, mamoste be, jiyanê li Helsînkiyê baştir bikim, belê, bernameya min giran e û ji bo min girîng e, lê ew jî girîng e ku ez bikarim hevkariya ligel her kesî da bikim ku wek me difikire.

Hêmin Ebdullah: Şine Xan, ez têm ba we, pîvana we wek Kurdekê, Kurdeke Fînlandî, an jî Kurdistaniyeke Fînlandî, rasttir e bibêjim, ji bo dengdana ji berbijêran re çi ye? Gelo Kurd in, dostên Kurdan in, çimkî ew jî girîng in, gelek kes jî dostên Kurdan in, ne wisa ye ku xwe berbijêr kiriye, qistas çi ne?

Şine Rezawî: Eşkere ye berî her tiştî wekî li vir jî pir hate behskirin, li vir sozên partiyan pir pir girîng in, ew partiyên ku ez wekî keseke Kurd li vir rûdinim û yên ku ew mijar bandorê li ser min dikin, eşkere ye ez meseleya kurdî nakim, lê ew e ka gelo ew partiyên ku desthilatê digirin dest li navendeke biryardanê li deveran, gelo nêrîna wan di pêwendiya li gel mesela koçberan de çi ye, ew wekî ji bo min wekî nişteciyekê li vir girîng e ka nêrîna wan çawa ye, ev hem di parlementoyê de, hem jî di asta şaredariyê de girîng e, ji sedî 100 paşê jî vedigere ser wê yekê ku ez li wê jî difikirim ku deng bidim berbijêrek Kurd ji ber ku wekî Şeyda Xanimê jî amaje pê kir, ku kesek hevzimanê te be, hevwelatiyê te be gava diçe navendeke biryardanê, li gel xwe, te bivê nevê, baştir dikare dengê Kurdan be li wir, di nav wan navendan de, di nav wan partiyan de, ji bo kesekê niha ji bo min ku ez bixwazim bandora min li ser partiyeke siyasî li Fînlandayê hebe, dibe ku dema ez li derveyî partiyekê bim astengtir be wekî ku kesek, Kurdek, biçe nav partiyê û di nav wê de, di nav partiyê de bikaribe bandorê li navendên biryardanê bike, ew tişt pir pir mijaran li xwe digirin, mijarên çandî li xwe digire ku Kurd jê qut nebûye, mijara zimanê dayikê li xwe digire.

Hêmin Abdullah: Ev çawa ye ku li Finlandê mirov dikare bi piştgiriya şaredariyan zimanê dayikê bixwîne?

Şine Rezawî: Belê, ez bi xwe di zarokatiyê de hatime vir, ji bîr neke. Ev bîst û pênc sal in ku dûrî zimanê dayikê me, yanî diviyabû ez biçûma. Tiştek nebû ku hilbijartina min ji bo ziman be.

Hefteyê du saetan dersên zimanê kurdî ji min re hatibûn diyarkirin, diviyabû ez biçûma dersên zimanê kurdî jî. Di her dibistanê de rêjeyeke diyarkirî heye. Ger ewqas, yanî rêjeyek çend zarok hebin ku bi zimanekî biaxivin, mamosteyan ji wan re diyar dikin. Êdî bila ew mamoste bigere ji dibistanekê bo dibistaneke din.

Hêmin Ebdullah: Kak Mecîd, ew nivîsa ku we bi kak Welat re belav kiribû, ez ne şaş bim têkiliya wê bi vî beşê bernameyê re jî heye, tirsek heye ku Kurd neçin deng bidin.

Mecîd Heqî: Hûn dizanin yek ji pirsgirêkan ew e ku ew civak an jî ew kesên ku ji welatên cîhana sêyemîn hatine, hogirî sîstema demokrasî nebûne, bi awayekî komî biryaran nadin ku ji gel derdikevin, em ji sîstemên ku serok, kesên ji me mezintir biryarê didin hatine û ew biryarder jî herdem di berjewendiya desthilatdaran de biryarê didin, ji ber wê yekê di çend hilbijartinên borî de koçberan bi giştî, bi taybetî jî Kurd yek ji wan in, kêmtir beşdar bûne.

Vê carê ez dibînim ku Kurd hinekî aktîvtir bûne ji ber ku hem asta hişyariya giştî bilind bûye, bi taybetî piştî koronayê. Ez wisa difikirim piştî koronayê, ji ber ku torên civakî bihêz bûn, têkiliyên civakî gelekî bihêz bûn, gel bêtir agahdar bû, ev derfet çêbû ku gel agahdar bibe ku çi dibe, di wan du-sê salên borî de ku dewleta me rastgirîtirîn dewlet e, yanî destrasttirîn dewleta nav dewletên Fînlandayê ye, evê yekê hinek şop danî ser xizmetguzariyan, ser şêweyê xizmetguzariyan, bi taybetî bo kesên bêkar, kesên ku, bi taybetî beşekî zêde ji me, xasma mixabin xanim di malê de derfeta karê wan nîne yan jî derfeta karê wan nehatiye dayîn, çima ew derfet ji bo wan nehatine çêkirin?

Sîstema dewletê ya niha li şûna ku wan han bide ku ber bi pêş ve biçin, zêdetir li cihê xwe wan diçikîne, yanî zêdetir wan ceza dike û wê cezadanê cure kiriye ku diqewime gel hişyar be bo guhertina wan biryarên ku di asta xwecihî de tên dayîn, ji ber ku ew nikarin di siyaseta giştî de rasterast bibin xwedî bandor û şop.

Lê dikarin di asta siyaseta lokal de ku pêwendî bi biryarên xwecihî ve heye wekî herêmên xweşhal û xizmetguzariyên pêwendîdar bi herêmên xweşhal ku eger pêwîst be zêdetir zelal dikim, xizmetguzariyên şaredariyan, ew çawa dikarin bibin xwedî şop.

Hêmin Ebdullah: Ez hez dikim ku ez ji vir tiştekî amade bikim, ew tişta ku te niha behs kir, li hemû dinyayê di sîstemên demokrasî de encûmena şaredariyan heye, ev jiyana rojane ya xelkê di bajarên mezin û biçûk de birêve dibin, lê li vir tiştekî din heye û çend caran peyv jî nayê bîra min bi rastî, em her xweşhal dibêjin, ev çi ye?

Mecîd Heqî: Ji ber ku welatê Fînlandayê welatekî berfireh e yan jî em mesela yek ji berfirehtirîn welatên Ewropayê ne ji aliyê dorfirehiya coxrafî, dorfirehiya erdê ve, zêdetirî sê sed bajarên mezin û biçûk lê hene û ji aliyekî din ve temenê xelkê ber bi jor ve diçe, yanî rêjeya wan kesên ku teqawid dibin ber bi zêdebûnê ve ye, dibe ku ji bo sala 2030 zêdetirî sî ji sedî wê civakê teqawid bibin ku wisa bû xizmetguzariyên heta niha ku ji aliyê şaredariyê ve dihatin dayîn, yek şaredariyê nedikarî ji bo erka wan hemû xercan bê lewra hema hema di sê-çar dewletên borî de dest bi guherîna sîstema rêveberiya welatê xwe kirin.

Berê bi şêweya parêzgehî bûn, dûv re guherîn her tenê di asta şaredariyan de, di dewleta berê de, piştî sê caran dewlet, di rastiyê de di dewleta berê de, wê dema ku birêz Sanna Marin serokwezîra wî welatî bû, yasaya herêmên xweşhal ku ji 18 herêmên xweşhal pêk bê ji bilî bajarê Helsînkî, bajarê Helsînkî wekî bajarekî cuda dimîne, ew xizmetguzariyên tenduristiyê, xizmetguzariyên hawarçûnê, xizmetguzariyên civakî, xizmetguzariyên parastina zarokan û xizmetguzariyên din ên ku pêwendiya wan bi xweşhaliya/refaha civakê ve heye, bi hawarçûna di dema tengasiyê de, ew hemû i yek cihî de bên komkirin ji bo ku bikaribin sermayeyên hevbeş ên şaredariyan bi hev re, bila bibêjin çend şaredarî bi hev re, di astê de, di çarçoveya herêmekê de bikaribin sermayeyên xwe bi hev re kom bikin û wan xizmetguzariyên ku pêwendiya wan bi dewleta refahê ve heye pêşkêş bikin.

Hêmin Ebdullah: Şaredarî mijûlî jiyana rojane ne, ez nizanim zarokê te çawa dixwîne, nizanim rê û bana te çawa be, nav bazarê çawa be, rêyên te rêkûpêk bin, wane, ev yek dihêle ku xelk çawa bextewartir bijî û çawa kêşeyên wan kêmtir bibin, wisa ye? Min xût fêm kir?

Mecîd Heqî: Belê, em bo nimûne yek ji pirsgirêkên kevn, pirsgirêka zarokên xelet, pirsgirêka wan zarokên ku pêdiviya wan bi hevkariyê heye, yan wan zarokên ku mesela em bibêjin di warê perwerdeyê de pêdiviya wan bi hevkariyê heye, zarokek ku mesela pêdiviya wî bi gotardermanê heye, yan xizmetguzariyên taybet bi salmendan, bi salmezinan, yek şaredarî nikare van gişkan pêk bîne, ev e xweşhalî, divê li ser asta navçeyê be, çend şaredarî pêkve bicivin, herêmeke xweşhal pêk anîbin ku îmkanên wan ên hevbeş hebin, vê derfeta hevbeş pêkve çêdikin, bi vê, hem ev bi yasa misogerkirî ye çinke yasayek bi navê yasaya herêmên xweşhal ku van xizmetguzariyan di wan de rêk dixin, di sala 2019an de, eger ez ne şaş bim, yekem hilbijartin hate kirin, du-çar salan berê bû, yekem hilbijartina herêmên xweşhal hate kirin û ji wê çaxê ve ev yasaya di cîbicîkirinê de ye.

Hêmin Abdullah: Lê li wir jî xelk pir beşdar nebû. Min dane dîtin, beşdarî ne pir zêde ye. Xelkê jê fêm nekiriye, yan jî ji wan re ne girîng e?

Mecîd Heqî: Ji bo wan nû ye, ji ber ku ji bo wan nû ye, beşdarî kêm e. Di hilbijartinên berê de beşdariya me gelekî kêm bû. Niha jî di hilbijartinên herêmî de, eger hûn li îstatîstîkan binêrin, hejmara kesên ku xwe ji bo şaredariyan berbijêr kirine, sê qatî hejmara berê ye.

Ji ber ku şaredarî ji bo xelkê nas bûn. Nêzî sed sal in li Fînlandayê deng tê dayîn, şaredarî tê hilbijartin, xizmetguzariyên wan diyar in, çimkî xizmeta rojane ya xelkê dikin. Lê xizmetguzariyên din ku berê beşeke mezin ji aliyê dewletê ve dihat dayîn, ji aliyê dewletê ve, ji aliyê navendê ve dihat dayîn, niha yek ji wan tiştan e ku ji hev belav bûne.

Berê li Fînlandayê daîreya me ya kar û bazirganiyê hebû, niha xizmetguzariyên karkirinê ku ji dewletê hatine veguhestin bo şaredariyan. Ev jî ji ber ku hatine veguhestin bo şaredariyan, ew bû biryarderên ku di encûmena şaredariyan an jî herêmên xweşbextiyê de ne, bandorê li ser wê dikin ku çawa ev xizmetguzarî bên parastin.

Hêmin Ebdullah: Gelekî baş e, Şeyda Xan, dema me dest pê kir, te ji destpêkê ve got ku Kurd li vir gelekî alîkariya min dikin, piştgiriyê didin min, gelekî baş bi min re beşdar dibin, di van çend saetên ku mane de, Kurdên Fînlandayê çi bikin, dikarin çi zêdetir ji bo te bikin da ku tu li devera Helsînkî serkeftî bî?

Şeyda Sohrabî: Wellah pirsek gelekî xweş e, hemû jî gelekî xweş bûn, ew kesên ku xelkê li Helsînkî nas dikin, zengê li wan bidin, nameyan ji wan re bişînin, agahdar bikin ku keseke Kurd ku jîr e, gelek tiştan dizane, xwendina xwe temam kiriye, xwe namzet kiriye li vir.

Eger ji we re xweş e hûn dikarin bên van li Helsînkî belav bikin, ev programa min e, ew jî resmê min e, kî dibînin, bi Fînlandî Seîra ye çimkî Fînlandî gelekî zehmet e ku bibêjî, hûn dikarin belav bikin û me belav kiriye.

Gelek Kurdan alîkariya min kiriye çimkî ez bi xwe hez dikim zêdetir bifikirim ku ez dikarim çi bikim, ne ku bifikirim ku ez nikarim çi bikim, yanî çi xelet e, hez nakim fokusê min li ser wê be, hez dikim fokusê min li ser wê be ku ez çi dikarim bikim.

Gelekî alîkariya min kirin, hûn dikarin zengê bidin, hûn dikarin nameyan bişînin, girîngtirîn tişt disekinîne ku deng bidin bi rastî, ez bi rastî, yanî spasî hemû kesekî dikim ku heta niha zeng dane, name şandine, ez ji kesekî, ji Kurdekî bila bibêjim, Kurdekî ji Londonê got "Bi Xwedê min nedizanî", kesekî ji Vasa, Sosyal Demokrat, Kak Kerîm Hebîbî zeng lêda û got "Ez hez dikim deng bidim te li Vasayê", got "Mixabin mala te li Helsînkî ye, navnîşana te li Helsînkî ye", lê kesek bi navê Şeyda Sohrabî li Helsînkî ye, tu dikarî dengê xwe bidî wê, got "Ez wê dinasim, bavê wê dinasim û Elî dinasim", bi min xweş e deng bidin, yanî bi rastî ew tiştekî gelekî girîng e bo min, tiştekî pir xweş e, niha ligel Şehîn kar dikin bi hev re, wêneyan jî digirin, hez dikim bibêjim bi kesên Turkuayê ku deng bidin bi Şehîn, nameyê bo bişînin, em rastî divê yekgirtî bin, yanî ne bi axaftinê lê bi wê ku çawa karê xwe dikin.

Hêmin Ebdulla: Şehên Xan, Kurdên vir dê ji bo te çi bikin? Bi rastî ez ji vê yekê pir hez dikim çimkî min kêm dîtiye ku li cihekî Kurd siyasetê bikin û her du jî berbijêr bin, wêneyên hev bigirin û belav bikin, dizanî.

Namzeda Sosyal Demokratan Şehên Zade Ahmed: Tevî ku em di du partiyên cuda de ne jî, ev kultûra Fînlandayê ye, yanî em vî tiştî hîn dibin. Diyar e bila tiştek di bîra me de be, hebûna ku em herdu jî di du partiyên cuda de ne, her tişt, yek tişt heye ku me girê dide ew jî zimanê me yê hevpar e.

Ango di esasê xwe de bernameya hemû berbijaran ew e ku xizmeta zêdetir ji civakê re bikin, bi taybetî jî em ên ku paşxaneya me, wekî em bibêjin, siyasî û civakî ya Kurdî heye.

Jixwe hinek xal hene ku me girêdayî hev dikin, hinek tişt hene ku bi rastî ji bo me wek pirsa ziman û pirsa Kurdayetiyê û pirsa neteweyî, jixwe em wan tiştan bi her halî em bixwazin nexwazin girêdayî hev in. Lewra dibe ku bernameya berbijar, Şeyda madem wisa kir bila ez jî îksa xwe nîşan bidim, heqê min e.

Êdî ez jî li Turku berbijêr im bi jimareya dused û yek li ser lîsta Sosyal Demokratan. Ewê ku girîng e bi rastî beşdar bibin, ez her tim tenê daxwaza min ji Kurdan ew e, dibe ku tu ji bernameya min hez nekî, ne pirsgirêk e, bes here beşdar be û deng bide berbijêrên Kurdan.

Hêmin Abdullah: Li wê herêmê neh berbijêr hene, deng bi yekî ji wan bidin, tu dixwazî behsa wê jî bikî?

Şehîn Zade Ahmed: Belê, li herêma Turku neh berbijêrên Kurd hene, eger bernameya Şehîn ji dilê te re nebe ji bo hilbijartinê bi jimareya dused û yek, here kesekî din hilbijêre, bes nehêle mafê te biçe, çawa dengdan mafê her takekî ye, ji mafê xwe îstifade bike, bila yek tişt li vir de îşare pê bikim, daxwaza lêborînê dikim, em gelek car rûbirûyî wê babetê bûne di dema bangeşeyên me de, mixabin ew Kurd li gor ezmûna ku di sîstema, bila bibêjin, di sîstema welatê xwe, di sîstema wê derê ku jê hatiye, wisa hest dike ku berbijêr nikarin dengê wan bin, ji bo wê min bi guhê xwe bihîstiye dibêjin "Wellah deng nadim, ez bawerî bi deng û weku bibêjin berbijêr nîne", wisa nîne, yanî bi her hal ez pê bawer im eger tu baweriya te bi Kurd jî nîne, dengê te be, em gelek dostên me yên Kurd hene ku kar ji bo Kurd kirine di Partiyan de, piştgiriya Kurd dikin, kêşe nîne deng bide wî kesê ku dostê Kurd e, lê bila herin deng bidin, ew ji bo min pir girîng e.

Hêmin Ebdullah: Kak Welat, 37 berbijêr, di demjimêrên dahatû de dê eşkere bibe ku çend ji wan derdikevin, çend dostên me jî derdikevin, pêşbîniya te çi ye, dê vê carê çi biqewime, Kurd dikarin çendan derxin?

Welat Nehrî: Bi baweriya min dengdan tenê maf nîne, erka civakî ye, ji ber ku li hin welatên Ewropî cezayê wê jî heye eger tu neçî lê ji bo Kurd, gava em li civaka xwe dinêrin, şerm e ji bo me piştî hilbijartinê bêjin hejmara beşdariya Kurd di asteke nizim de bûye.

Ez dibêjim qet nebe li gorî neteweyên din ên koçber li vî welatî, em di asteke bilind de bin, çima divê em beşdar nebin? Ew tiştên ku di şaredariyekê de hene, li herêman biryara wan tê dayîn, rasterast bandorê li jiyana rojane ya me dike, kesên hêja li wir bin, ew çêtir dikarin dengê me bigihînin, ji aliyekî din ve, li Fînlandiyayê jî li welatên Ewropayê bi giştî, partiyên tundrew bingeha xwe berfireh dikin.

Em eger li mal rûnin û beşdarî hilbijartinan nebin, em rasterast alîkariya wan dikin, elaqeya wan bi xwe re heye lê eger, wekî ku Finî dibêjin, dengdêrên razayî, ew kesên ku li malê radizin û beşdar nabin, êdî dengê wan nabe, di wê demê de, partiyên dijî koçberan serdikevin, bandoreke neyînî li ser xwendina zarokên te dibe, li ser bilindbûna kirêya xaniyan dibe, li ser rêyan dibe, li ser her tiştî dibe.

Min li Hêsingfoşê ev dît, mezintirîn rojnameya Fînlandî ye, li wir panelek hatibû lidarxistin û serokên partiyan, serokê partiya Pêrêûssîstîa, mafê bersivdayînê hebû, li wir dibêje "xizmetguzarî pir baş in, lê nabe hemû xizmetguzarî ji bo van hebin, tenê ji bo hemwelatiyên min be", tu nabî hemwelatiyê Fînlandî û xizmetguzariyê wernagirtî eger ew desthilatdar be, wisa ye, rast e, pir girîng e deng bidin berbijêrên Kurd, deng bidin dostên Kurd, behsa 37 berbijêrên Kurd hat kirin, kêmî sed û heftê dostên Kurd di wan hilbijartinan de hene, çima piştgiriyê nadin wan û cî û warê wan hebe?

Em ku berdewam behsa wê dikin ku em lobiyeke bihêz a Kurd ava bikin, lobî bi piştgiriyê bihêz dibe, em li mala xwe rûnin û bi Kurdî binivîsin bi rastî serbilindî ye, lê eger tu bixwazî bandorê li ser siyaseta hemû welat bike, divê tu kesên hêja bişînî wan navendan ku dengê te bigihînin, ez dixwazim dubare bikim ku beşdariya me di hilbijartinan de gelek girîng e.

Gava em behsa lobî dikin, lobî bi beşdariya di hilbijartinan de, bi avakirina têkiliyan bi aliyên siyasî yên Fînlandî re pêk tê. Gava ku me sî û heft berbijêrên Kurd di hilbijartinan de hene, ez piştrast im ku denek dostên me yên Kurd hene, ew kesên ku dixwazin Kurd li welatê xwe xwedî maf bin, dixwazin ew Kurd wek neteweyek xwedî mafê diyarkirina çarenûsa xwe bin û ew piştgiriyê dikin, bi taybetî piştî şerê DAIŞê ku Pêşmerge û jinên Kurd roleke diyar û berbiçav hebû.

Her wiha piştî şoreşa Jîna, Jiyan, Azadî ku bi rastî dengdaneke wê li hemû cîhanê hebû, Kurd xwedî ciheke gelek bilind bû, ev hemû bûne sedema wê yekê ku bi rengekî erênî çav li Kurd bê kirin, di navendan de cih ji Kurd re bê dayîn, aliyên Kurdî yên ku dixwazin serdana cihan bikin derfetê dibînin, ew hemû tiştên baş in, ji ber wê jî bi baweriya min gelek gelek pêwîst e em di hilbijartinan de çalak bin û dengê xwe bidin berbijêrên Kurd û dostên Kurd.

Hêmin Ebdullah: Gelek baş e, Şehîn Xan tu dixwazî tiştekî bibêjî? Fermo,

Şehîn Zade Ehmed: Belê, ez hez dikim bi Kurdî bibêjim, rastî ez bi xwe ew du salên pêş xwe, berbijêr kir ji bo parlementoya Finlandê, ji min re yanî nû bû, hinek şok bûm, lê şokeke baş bû, ne ji bo xwe, rojekê di nava Vasarayê de li Helsînkî çûm ji bo ku projeya xwe belav bikim, çend Kurd hatin, hinek ji wan min qet nas nedikir kî ne, gelek gelek xweşhal bûm, çimkî wekî em dizanin koçberên Kurd deng bi dengfiroşan nadin, lê ev kesan bi xwe hatin ne tenê deng bidin min, belku alîkariya min bikin, belê, baweriya wan bi min hebû, ji bo min cihê ecêbmayînê bû, lê tiştekî xweş bû, niha hest dikim Kurd zêdetir agahdar in ji dengdanê, xwe, berbijêr dikin û deng didin, kêm kêm, lê her tiştek girîng e û hengava kêm kêm ber bi pêşve xweş e û baweriya min pê heye.

Hêmin Ebdullah: Kurdên Finlandê, piştî dîtina vê bernamê, ji min re wisa ye baştir têgihiştin ku çima beşdarîkirin di hilbijartinan de girîng e, Kurdên derveyî Finlandê, eger xizmekî we li Finlandê heye, niha telefonê hildin û qiseyan ligel bikin û ji wan re bibêjin deng bidin berbijêran, di demjimêrên dahatû de em li vir dimînin heta ku bizanin encam çi dibin, ew berbijêran dinasin di rêya Rûdawê re, li her bajarî bin telefon bikin, her kesekî we li her bajarekî Finlandê heye telefonî bo bikin, piştevaniya li berbijêrên Kurd bikin, gelek spasî wan dikim, li her cihêk bin selamêt bin.

RUDAW

Kurdistan Haberleri

Mesrûr Barzanî piştgiriya xwe ji boksorê Kurd Agid Kabayel re ragihand
PDK û YNK: Gavên erênî û pêşketinên baş hene
Serok Barzanî sersal û cejna Kurdên Êzidî pîroz kir
866 koçberên Iraqî ji Kampa Holê ber bi Iraqê ve hatin şandin
Şanda Brîtanî-Ewropî piştî Başûr serdana Rojavayê Kurdistanê kir