Fînlandiya: Tirkiye di derbarê endamtiya me de biryara xwe da

.

 Li gor ragihandina rojnama Deutsche Welle ya Almanya, serokomarê Fînlandiyayê Niinistö, ragihandiye ku Tirkiye di derbarê endamtiya Fînlandiya ya NATO de biryara xwe daye û Tirkiyê wî dawetî Îstenbolê kiriye. Serokkomar Sauli Niinistö, wê roja înê li Îstenbolê amade be. Di daxwuyaniya Niinistö de weha hat gotin:

“Dema Tirkiyê biryara xwe ragihîne, dixwaze ez li cem wan bim. Min dawetê qebûl kir. Di wexta beyana îradê de ez ê li wê derê bim.”

Sauli Niinistö wê roja pêncşemê seredana herêma erdhejê bike û roja înê li Îstenbolê bi serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan re bicive.

Îsveç ji bo bibe nedamê NATO yê wê li benda hilbijartinên 14 ê gulanê be. Serokwezîrê Îsveçê Ulf Kristersson li ser seredana welatê Îsveçê ya ji bo endamtiya NATO yê got:

“Piştî hilbijartinên Tirkiyê em bende ne ku zûtir endamtiya me ya NATO yê tesdîq bibe.”

Kurdistan Haberleri

Nêçîrvan Barzanî û Mezlûm Ebdî civiyan
Serok Barzanî pêşwazî li Wezîrê Derve yê Fransayê kir
Ji zanîngeheke Amerîkayê biryareke dîrokî: Êdî komkujiyên li hemberî Kurdan tên arşîvkirin
Netanyahu: Îran gefeke mezine li ser Cîhanê
Barrot: Herêma Kurdistanê faktoreke girîng a ewlehiya herêmê ye