Firokeyên şer yên Tirkiyê çend gundên dorhêla çiyayê Qendîlê bordûman kirin.
Firokeyên Tirkiyê duh derengê şevê li çiyayê Kurtek, gundên Sûredê, Ênzê û Lêwjê bordûman kirin, îro danê sibê jî li gundê Qelatûka dan.
Firokeyên Tirkiyê bi behaneya hebûna hêzên PKKê ew der bordûman kirine.
Hat xuyankirin ku di encama bordûmanî de kesî jiyana xwe ji dest nedaye