Hate ragihanin ku firokeyên sûrî û rûsî navçeya Kefir Zîta ya bakurê Hemayê û herwiha bajarokê Habit a başûrê Idlibê pêgehên opozîsyona Sûriyê bombebaran kirine.
Li gorî nûçeyê di encama bombebaranê de kesekî sivîl canê xwe ji dest daye.
Herwiha rewangeha çavdêriya firokeyan a hêzên opozîsyona Sûriyê jî li ser torên civakî dîmenên bombebaranê parve kir û ragihand, ku du firokeyên ku ji baregaha leşkerî ya Himêymîmê rabûne, çeperên hêzên wan dane.
Hêjayê gotinê ye, ku di sê rojên derbasbûyî de firokeyên Rûsyayê çend caran li Idlib û Hemayê bombebaran encam dan û hate gotin ku di encamê de 10 kesan canê xwe ji dest dane û 20 kes jî birîndar bûne.