Firokeyên Tirkiyê Riwandizê bombebaran dike

Îro firokeyên şer ên artêşa Tirkiyê bi bihaneya hebûna binke û baregehên PKKê çend gundên ser bi qezaya Riwandizê bombebaran kirin.

Qaymeqamê qezaya Riwandizê Kiwîsta Ehemd ragihand, niha bombebarana firokeyên şer ên Tirkiyê li ser wê navçeyê berdewam e û gundên Zargelê û Bokirîskan û geliyê Bedran tên bombebarankirin.

Ev di demekê de ye, ji ber operasyona artêşa Tirkiyê li dijî Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li navçeya Biradost, beşek ji welatiyên gundên wê navçeyê mal û milkên xwe bicih hîştine.

Berî çend rojan jî sê biryarê ji devera Amêdiyê ya ser bi Hewlêrê ve di encama bombebarana firokeyên şer ên Tirkiyê de canê xwe jidest dabûn.

Çend sal in gund û deverên Başûrê Kurditanê bi bihaneya hebûna binke û baregehên PKKê ji aliyê Tirkiyê vet ê bombebarankirin û ji bilî koçberbûna xelkê ji wan deveran, gelek welatî bûne qurbanî.

 

(K24)

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin