Serokê Heyva Sor (Kizilay) a Tirkiyê Kerem Kinik di roja sêyemîn a erdheja Mereşê de firotina çadiran bo komeleya alîkariyê ya sivîl Ahbapê piştrast kir û got: “Hevkariya me kiriye exlaqî ye, lojîkî û yasayî ye. Kesên mijarê berovajî dikin an mijar fêm nekirine yan jî nêta wan xirab e.”
Serokê Heyva Sor a Tirkiyê Kerem Kinik 26ê Sibata 2023an li ser hesabê xwe yê Twîtterê derbarê firotina çadirên saziyê de bo komeleya Ahbapê peyamek belav kir.
Kerem Kinik di peyama xwe de diyar kir ku kompanya Kizilay Çadir-Tekstil kompanyayeke bi şirîkan hatiye damezrandin û dahata ji firotina çadiran bidest dixe dide Heyva Sor û ew jî pêwîstiyên alîkariya mirovî berhem tîne û di rewşên karesatan de bê beramber li welatiyan belav dike.
Li gor zanyariyên Kinik di roja sêyemîn a erdheja Mereşê ya 6ê Sibatê de 2050 çadir bo komeleya Ahbapê hatine firotin ku damezrêner û serpereştyarê wê hunermend Haluk Levent e. Haluk Levent jî piştrast kir ku wan di roja sêyemîn a erdhejê de ji ber pêwîstiya bilez bo welatiyan bi bihayê 46 milyon lîreyên Tirkî ji Heyva Sor 2050 çadir kirîne.
Parlamenterê CHPê Burhanettin Bulut derbarê bûyerê de ji bo bersivdayîna Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu pêşniyarpirsek pêşkeşî Parlamentoya Tirkiyê kir daku bersiva van pirsan bide:
1-Roja erdheja 6ê Sibatê di destê Heyva Sor de çend çadir hebûn û ji wan çend bo welatiyan hatine belavkirin.
2-Firotina çadiran bo komeleya Ahbapê rast e yan na û çend çadir hatine firotin. Çiqas pere hatine wergirtin û nirxê çadirekê li gor çi hatiye diyarkirin?
3-Heyva Sor wekî din çadir firotine rêxistineke din a sivîl an jî kesekî din?
4-Îdîa hene ku Heyva Sor alîkariya di destê xwe de dide komele û weqfên girêdayî tarîqat û cemaetan, ev rast e? Alîkariya hatiye dayîn çiye û çiqas e?
Parlamenterê Hatayê yê Partiya Karkerên Tirkiyê Bariş Atay jî li ser hesabê xwe yê Twitterê nerazîbûn pêşan daye û nivîsiye: “Hewqas çadir di depoyê de hebûn û ji dêlva yekser li herêma karesatê belav bikin hun li benda firotinê man ha? Hun hene hun! Ev kiryarên we qet ji were namînin û hun nikarin xwe rizgar bikin.”
Di dema erdheja Mereşê de heta dawiya roja duyemîn jî AFADê li herêmê dest bi tevgerê nekir û alîkarî bo welatiyan nehat şandin. Li herêma erdhejê ev bûye sedema nerazîbûnê û heta niha jî hejmareke zêde ya xelkê ji ber nebûna çadiran li derve dimînin an jî di nav otomobîlan de radizên.