Her neteweyek her miletek bi hêjayî, kes û kasayetiyên xwe hene. Di miletê feqîr û paşdemayî de rola kesan bêtir e. Lewra jî xebatên li welatên weke Kurdistanê kolonî, tim mîrkutê dagirkeran li ser sere wan e. Ji ber vê ye xebatên ji bona azadiyan wan tim zehmet e.
Di nava van xebatên zehmet, zor û dijwar de me gelekan çavên xwe li bakurê Kurdistanê bi lêdana leşkerên romê vekir. Me gelekan ji ber wê zilmê, bi kîn û nefreta rojekê em ê bikaribin wê tolê ji dagirkeran bigirin û Kurdistana xwe ya serbixwe raghihînin, bûne welatparêz.
Dema ciwan û xortên kurdan dest bi xwendina bilind kirin, bi metropolên tirkan ketin aha wê demê bêtir welatê xwe nasîn û dîtin ku bê çiqasî zilm û zordarî li ser wan heye û pêk hatiye.
Wan xortên çeleng ên wê demê û xwenda, fêm kirin bê çima zimanê wan qedexe ye. Çima her roj gundên kurdan di bin cizmên leşkerên tirkan de hildiweşiyan.
Her ku zilma dagirkeran zêde dibû, her ku xwendevanên kurd yên ciwan pir dibûn, aha wê demê jî mesela kurd û Kurdistanê jî bêtir dihat zanîn û kete rojava ciwanan.
Her çiqasî bêtirên xortên kurd ên welatparêz çavên xwe bi xebata çînî û sosyalîzmê û olî vekirin û di destpêkê de bawer dikirin ku bi hatina sosyalîzmê an a îslamê wê mesela kurdan jî çareser bibe. Ev fikir û ev raman jî ji çep û oldarên tirkan kete nava me kurdên nifşê salan 1960-70ê
Dema xortên me yên xwenda bi mesela xwe ya neteweyî de gihiştin û fêm kirin, destpê kirin, rêxistin û partiyên xwe jî damezrandin. LÊ di wê demê de bêtirên damezrandina partî û rêxistinên kurdan bi kultura çepitiyê hatin damezrandin. Heta demekê di bin wê bandorê de mayîn jî şaş bû. Ez meselê zêde dirêj nekim û vegerim mijara xwe.
Fîsiyan çi kirin?
Di nav wê keftûleftê de, di dema welatparêzî û şoreşgeriya me de, gelek ji bav û kekên me jî bi saya me bûne welatparêz û gelek ji wan jî ji berê de wiha bûn û wan jî zarokên xwe kirin welatparêz. Lê hejmara kesên wiha jî weke tiliyên destan bû.
Xalê Hesen ango Hesenê Fîsî jî yek ji wan kesên ku bi doza gelê xwe bawer û ji bona azadiya welêt çi diket ser milê wî jî dikir. Çi dikir?
Berê zaroyên xwe di mesele neteweyî de perwerde kir. Daxwaz ji zarokên xwe kir ku ew ji bona doza gelê xwe heta ji wan bê di vê rêyê de kar û xebatê bikin.
Wî bi her awayî alîkariya madî û manewî bi xortên welatparêz û çalak re dikir. Heval û dostekî ciwanên welatparêz bihatana girtin çiqas mesref lê biçûya jî wî ew bi saya perê dida polîsan berdidan. Gelek ciwanên weke me yên wê demê ji ber xezaba polîsên har û devbixwîn ên tirk azad dikir. Zarok û malbata xwe hemî xistibû vê rêyê.
Di dema; hema bêjin kesan newêrîbûn bigotina em kurd in, me wê demê weke PDKT kovara partiyê ya bi navê ”Xebat ji bona rizgariya Kurdistanê” li malên wan de bi makîneyeke teksîrê ku dengekî zêde derdixist, dida weşandinê. Ew ji bona wan rîskek ango xetereke mezin bû. Lê wan ji bona xebata kurd û Kurdistanê ew rîska ew xetera digirtin ser milên xwe. Ev hemû jî li gor gotina xalê Hesen dihate kirin. Ez bixwe jî weke berpirsê nivîs û çapkirina wê kovarê bûm. Me ev Kovar di malên Fîsiyan de çap dikir û li seranserê Kurdistanê û hin li bajarê tirkiyê belav dikir.
Her caran me ew çap dikir miheqeq zarokên wî ligel me û tev li vê xebatê dibûn. Keda rehmetiya Zelalê zêde bû. Her weha û piraniya zarokên xalê Hesan bûne hevalbendên me yên partiyê. Ya jî bi gotineke din em piraniya xortên wê demê bi saya xebat û alikariyên xalê Hesen bûne endamên partiyê.
Bi hatina 12 Îlona sala 1980î ji malbata xalê Hesen, hin ketin zindana Diyarbekirê, hin ji karê xwe bûn, hin reviyan bi kuçe û kolanên xeribiyê ketin. Xalê Hesen jî ket nava destên polîsên ku wî her roj ew bertîl dikirin û em didan berdanê. Bi hatina xezeba 12 Îlonê êdî hukmê perên wî nemabû.
Mala wî ji bona me bûbû wargeha xwarin, îstirehet û westa xwe girtinê. Her roj bi dehan em li mala wan bûn. Ew mal bûbû mal û cihê partiya me.
Bawer bikin tiştên xalê Hesen bi taybetî ji bona me weke endamên PDKT-KUKê û bi giştî alîkariya hemû welatparêzên wê demê kiriye, bêjin û binivîsînin em ê nikaribin tu caran dawî lê bînin.
Lê mirov pê diêşe ku kesayetiyên weha ji bona hin îdeolojî û veqetandinê têne jibîrkirin. Bêdengî û nebehskirina kesên wiha li gor min bêwûjdanî ye, kêmanî ye, xwedî li kesên xwe nederketandin e.
Kesên sibê heta êvarî di mala wî de bûn, dema baskên wan çê bûn û firiyan, te digot belkî wan qet xalê Hesen nedîtine.
Dema pêwîstiya zarokên wî, malbata wî li Sûriyê bi alîkariyê hebûn, herkesan rûyên xwe ji wan didan alî weke qet xalê Hesen nas nekiribin û nizanibin ew zarokên wî ne.
Gelek ji wan kesan dema rehetiya xwe girtin, pere dîtin yekcar xalê Hesen ji bîr kirin. Di nava kar û xebatên siyasî de, gelek bêwûjdanî, bê merhemetî li hember kesan hatin û hê jî têne kirin.
Ya girîng ew e ku divê mirov esl û feslê xwe ji bîr neke û kê çi demê alîkariya me kiribin, divê ew wiha bi rehetî neyên jibîrkirin.
Min xwest pirtûka xalê Hesen li gor gotina kesên wî nas dikin binivîsim. Loma min daxwaz kir ku her kesên wî dinasin, li wî bûbûn mêvan. Di derheqê wî de çi dizanin binivîsin û ji min re bişînin da ku ez jî pirtûka wî weke diyariyekê pêşkêşî gelê xwe bikim. Ev xebat jî wê li ser têbinî û nivîsên kesên wî nas dikirin, nanê wî xwarinbûn, lê bûbûn mêvan, bihata nivîsîn û weşandinê.. Lê gelekî mixabin heta niha jî kesekî rêzek li ser nemirê xalê Hesen nenivîsîne.
Ma gelo heqê wî li ser wan kesên ewqasî nanê wî xwaribûn û alîkariya bi wan re hatibû kirin tune bû ku heryekî ji wan hema çend rêz jî bana, binivîsandana.
Lê mixabin em kurd wiha ne, mêrxwas, wêrek û qehremanên xwe zû jibîr dikin. Wan bibîr nayînin. Nabin pesindarên xebat û başiyên wan û xwedî li zarokên wan dernakevin.
Ez bi xwe ji wan kesên xalê Hesen nas dikirin, nanê wî xwaribûn sohbetên wî, ken û henekên wî guhdarî kiribûn û çend rêz nenivîsandin da ku pirtûka wê binivîsînim, şermezar dikim. Hê jî wext derbas nebûye kî bixwazin dîsa dikarin ji min re binivîsînin.