Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê(FKKS) kongreya xwe ya 27em di 21.05.2016ê de li Stockholmê li dar xist. Li gel endamên organan ji 21 komeleyên endam 125 nûner bêşdarî kongreyê bûn, organên nu hilbijart; kesên nû ketin organan
Ji 30 zêdetir nûnerên partî, hêz, komelêyên sivîl û demokratîk yên swêdî, biyanî û Kurd bêşdarî kongeryê bûn bi peyamên xwe piştgiraya xebata FKKSê kirin. Li ser navê PAKê Roza Kurdî û Nihat Akar beşdar bûn.
Di 29ê Gulanê de dê organên FKKSê bicivin û di nav xwe de kar dabeş bike û serok, cigîrserok, sekreter û wezîfeyên endaman destnîşan bike.
FKKSê 35 sal berê di Gulana 1981ê de hatîye avakirin û ev 35 sal e xebata xwe li Swêdê dimeşîne.
Swêd/ Rûpela nû