Fransa daxwaza parastina aramiya Herêma Kurdistanê dike

.

Wezareta derve ya Fransa êrişên li dijî hêzên hevpeyman yên li Herêma Kurdistanê û Iraqê şermezar kir û daxwaza parastina aramiya Herêma Kurdistanê jî kir.

Wezareta derve ya Fransa di daxuyaniyekî de bi tundî êrişên mûşekî û terorîstî yên li ser hêzên hevpeyman yên li Hewlêr, Bexda û Enbarê şermezar kir.

Wezareta derve ya Fransa dibêje, êrişên han binpêkirina serweriya Iraqê û xirabkirina aramiya wî welatî ye û divê aramiya Herêma Kurdistanê û Iraqê were parastin.

Kurdistan Haberleri

Hemû helbestên Berken Bereh di Botannameyê de çap bûn
Piştî tayînkirina qeyûman kolanên Dêrsimê bûn qada şer: ‘Dagirkerî ye’
Doza kuştina Şerzan Kurt: Biryareke nû hat dayîn
Miles Caggins: Çend gav ji bo hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê hatine avêtin
JAPONYA - Dadgeha Saitamayê xwepêşandana li dijî Kurdan qedexe kir