Fransa: Divê sînorek ji kiryarên Tirkiyê re bê danîn

.

Wezîrê Deve yê Fransayê Jean-Yves Le Drian di serdana paytexta Misirê Qahîreyê de bi hemkarê xwe yê Misirê Samih Şikrî re civiya.

Herdu Wezîran di civîna rojnamevanî de diyar kirin ku Misir û Fransayê li ser aloziyên li herêmê û bi taybet aloziya Lîbyayê xwedî heman nêrîn û pêşbîniyê ne.

Wezîr Derve Fransayê Jean-Yves Le Drian di civîne da zanîn ku ew ligel diyaloga siyasî ya çareseriya rewşa Lîbayê ne.

Le Drian herwiha bal kişand ser kiryarên Tirkiyê li herêmê û got, divê sînorek ji kiryarên Tirkiyê yên yekalî re were danîn û destnîşan kir ku divê hemû çekdarên biyanî ji Libyayê bên derxistin.

 

Rojhilta Navîn Haberleri

Serok Barzanî û Mezlûm Ebdî bi telefonê axivîn: Naverok eşkere bû!
Fransayê kuştina Elewîyên Sûriyê şermezar kir û banga lêkolîneke bêalî kir
Îsraîl: Colanî maskeyê xwe avet, terorîstekî Qaîdeyê ye
SOHR: Di şerê navbera Şamê û Lazkiyê de 311 kes hatin kuştin, belkî jî 524 kes
Nûnerê Îranê yê li Sûriyê: "Bi Sûriyê re hevdîtinên me dewam dikin"