Fransa: Em li gel Herêma Kurdistanê ne

.

Fransa têkildarî êrîşên mûşekên balîstîk ên ku ji aliyê Muhafizên Şoreşa Îranê li dijî Hewlêra hat kirin de daxuyaniyek da û ev êrîş bi tundî şermezar kir. Fransayê got: “Me piştrastî da ku em bi Hikûmeta Federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê re di nava piştevaniyê de ne”.

Wezareta Derve ya Fransa di daxuyaniya xwe ya îro de amaje bi wê yekê kir, ku Fransa êrişa mûşekî ya Pasdarên Şoreşa Îranê ya li dijî Hewlêr a paytexta Herêma Kurdistanê bi tundî şermezar dike. 

Wezaretê got: “Ev kiryarên han li ser serwerî û ewlekariya Iraqê binpêkirinek eşkere û nayê qebûlkirin ku Herêma Kurdistanê jî beşekî wê ye. Ev êrîş wê aloziya li herêmê zêdetir bikin û divê bên rawestandin”. 

Di daxuyaniyê de herweha hat gotin ku, “Fransa ji Hikûmeta Federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê re piştrast dike ku ewê bi wan re di nava piştevaniyê de bin”. 

Kurdistan Haberleri

Mezlûm Ebdî dema konferansa neteweyî diyar kir
Serok Barzanî: Papa Francis rolekî bilind di parvekirina peyama mirovdostî û aştiyê de hebû
Li Tirkiye Xelk nikare deynan bide: Dosyayên îcrayê 23 milyon derbas kirin
Dadgeheke Îraqê biryara girtina parêzgarê berê yê Kerkûkê da
'Ji 31 goran cenazeyên 1700 şehîdên Kurd hatine derxistin'