Fransa: Hûn nikarin leşkerên xwe di rojekê de vekişînin

Wezîra Berevaniyê ya Fransayê Florence Parly ragihand ku biryara Trump a vekişîna ji bakurê Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê gelekî giran e û got, “Hûn nikarin wisa leşkerên xwe di nava rojekê de vekişînin”.

Parly ji radyoya RTL re ragihand, “Em tevî wan gotinên ku rêxistina terorîst DAIŞ bi temamî hatiye paqijkirin nabin. Biryara Amerîkayê gelekî giran e. Li gor me hîn peywir temam nebûye.”

Karbidestên hikûmeta Fransayê piştî biryara vekişîna ji Sûriyê ya hêzên Amerîkayê ragihandibûn ku ew amade ne cihê bikevin cîhê Amerîka vala bike û ji Sûriyê dernakevin.

Parly, pesnê Jemes Mattis jî da çima ku ji ber tevlî biryara Trumpî nebûye û dest ji kar berdaye û got ew leşkerekî mezin e û ew ê pê re berdewam bin bixebitin. 

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin