Navenda Nûçeyan- Wezîrê Darayî yê Franasayê daxwaz ji Emanuêl Macron, Borîs Johnson û Angêla Merkel dike, kar ji bo aram kirina rewşa Rojhilata Navîn bikin û dibêje, nearamîya li wê navçeyê, gefa terorê liser Ewrûpayê jî, zêdetir dke.
Wezîrê darayî yê Fransayê Bruno Lemayir got: Divê tim ev pirsyar bê kirin, kî sûd ji nearamî û neseqamgirîyê dibîne? Na aramîya Rojhilata Navîn tenê di berjwendîya yek rêxistinê de ye, ew jî DAIŞ e. Dixwazim daxwaz ji serok Makron, serok wezîrê Brîtanîyayê û şêwirmenda Almanyayê dûbare dikim bo vegerandina seqamgirî û aramîyê, ji ber nearamî gefa terorê bo ser Fransa û Ewrûpayê zêde dike.