Fransa û Almanya hişyarî dan Îranê!

Rageşiya welatên Ewrûpa ligel Îranê gurr dibe. Fransa û Almanyayê  daxwaz ji Îranê kirin bi zûtirîn dem keştiya Brîtanya azad bike.

 
Rageşiya welatên Ewrûpa ligel Îranê gurr dibe. Fransa û Almanyayê  daxwaz ji Îranê kirin bi zûtirîn dem keştiya Brîtanya azad bike.


Hêzên Pasdarên Îranê duhê dest danîbûn ser keştiyeka nefte ya Brîtanya. Beramber wê yekê Wezîrê Derve yê Brîtanyayê Jeremy Hunt aşkere kiribû eger Îran sînor bo tevgera deryayê û keştiyên barhelgirê neftê dayne û wan sînordar bike ‘’Dê bixwe herî zêde ji vê yekê zerer bibîne.’’


Herwiha Wezareta Derve ya Fransa û Wezareta Derve ya Almanyayê jî bi daxuyaniyan hişyarî dan Komara Îslamî ya Îranê ku keştiya nefte ya Brtîtanyayê azad bike.

Rojhilta Navîn Haberleri

Wezîrê Samanên Xwezayî: Em bo hinardekirina petrolê bi Bexdayê re digehin çareseriyê
Fermandarê Hêza Qûds a Îranê li Bexdayê ye bi berpirs û fermandarên komên milîs re civiya
Amerîka: Em piştgiriya asayîkirina pêwendiyên Sûriye û Tirkiyeyê nakin
Mesûd Pizîşkiyan bû serokkomarê Îranê
Li Îtalyayê keştî bin av bûbû: 35 term hatin dîtin