Fransayê bang li Îranê kir ku 7 Fransiyan azad bike

.

Hikûmeta Fransayê daxwaz ji rayedarên Îranê kir ku 7 welatiyên ku li wî welatî girtî ne, “di demekek kurt de” berdin û girtina welatiyên xwe yên li Îranê bi “nayê qebûlkirin” bi nav kir.

Berdevka Wezareta Derve ya Fransayê Anne-Claire Legendre di daxuyaniyekê de ragihand ku welatiyên Fransî yên ku li Îranê hatine girtin “dîl” in û berdana wan ji rayedarên Îranê re ragihandine.

Anne-Claire Legendre anî ziman, Balyozê Fransa li Tehranê hefteya borî serdana çend girtiyên li Girtîgeha Êvîn a Tehranê kir û ragihand ku rewşa wan xirab e.

Li aliyê din Wezîra Derve ya Fransa Catherine Colonnade roja Çarşemê di pêwendiyeke telefonî de bi hevtayê xwe yê Îranî Husên Emir Ebdullahiyan re behsa vê mijarê kir û daxwaz ji wî kir ku di demeke kurt de wan 7 welatiyan azad bike.

Wezareta Derve ya Fransayê ragihand, 7 welatiyên Fransî di mehên borî de di dema xwepêşandanên navxweyî de ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Îranê ve hatine girtin.

Rayedarên Fransî destnîşan kirin ku hin ji wan kesên ku hatine desteserkirin rewşa tenduristiya wan nebaş e û hewcedariya wan bi kelûpelên pizîşkî heye lê ti xizmetên tenduristiyê nagihêjine hundirê girtîgehê.

Ji destpêka xwepêşandanên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê di nîvê meha Îlonê de, hêzên ewlehiyê yên Îranê bi dehan kesên biyanî bi tometa beşdariya xwepêşandanan û aloziyan li wî welatî girtine.

Di meha Mijdarê de, berdevkê dadgeha Îranê Mesûd Stayişî gotibû ku 40 kesên biyanî li çend bajarên Îranê hatine girtin.

Rayedarên Îranê her wiha welatên rojavayî bi şandina welatiyên xwe bo Îranê tawanbar kirin ku hewl didin aloziyê çêkin.

Mirovên girtiyên Fransî çendîn caran xwepêşandan kirin da ku zextê li dewleta Fransa bikin ku xizmên wan ên li Îranê werin berdan.

Kurdistan Haberleri

Hemû helbestên Berken Bereh di Botannameyê de çap bûn
Piştî tayînkirina qeyûman kolanên Dêrsimê bûn qada şer: ‘Dagirkerî ye’
Doza kuştina Şerzan Kurt: Biryareke nû hat dayîn
Miles Caggins: Çend gav ji bo hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê hatine avêtin
JAPONYA - Dadgeha Saitamayê xwepêşandana li dijî Kurdan qedexe kir