Freemuse-ê ji bo Ferhat Tûnc bi 5 zimanan kampanyayek da destpêkirin

Forûma Mûzîkê ya Cîhanî (Freemuse) ji bo Ferhat Tûncî bi 5 zimanan kampanyayek daye destpêkirin ku di gelek dozan de hatiye dadgehkirin û cezayê girtîgelê lê hatine birîn.

Forûma Mûzîkê ya Cîhanî (Freemuse) ji ber cezayê girtîgehê li wî hatiye birîn, kampanyayek ji bo hunermend Ferhat Tûncî dest pê kiriye.

Saziyê bi ingilîzî, kurdî, tirkî, fransizî û almanî metna kampanyayê amade kiriye û gotiye ku azadiya xweîfadekirinê ya hunerî mafekî mirovan e:

“Ferhatî tenê dixwaze di nava aramiyê de muzîkê çêbike û rastiyên xwe bîne ziman, ev ne sûc e. E-maîlan bişînin Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê û bang li rayedaran bikin ku bila hemû tohmetên derbarê Ferhatî de betal bibin.”

“Dixwazin 20 sal ceza lê bibirin”

Di metna kampanyayê de wiha hatiye gotin:

“Ferhat Tûnc tenê ji ber mesajên bi rêya medyaya civakî weşandine, li Tirkiyeyê tê dadgehkirin. Ferhat ji ber ku li ser înternetê stran weşandine, gotarên rojnameyan parve kirine, nêrînên xwe di twitterê de nivîsandiye di 5 dozên cida de bi “propagandaya rêxistina teröre” û “heqareta li serokomarî” tê tohmetkirin. Li ser hev 20 sal cezayê girtîgehê jê re tê xwestin.

“Ferhat ji ber wê muzîka xwe dibe hedefa hikûmetê ku behsa bêdadiyê, şer û cidaxwaziya li ser kurdan dike.”

Biryara zeftkirina wî hatibû derxistin

Ferhat Tûnc herî dawî di 15ê Îlonê de bi tohmeta ku sala 2016an li ser medyaya civakî bi parvekirinên xwe “heqaret li serokomarî kiriye” li 14em Dadgeha Cezayên Asliyeyê hate dadgehkirin.

Dadgehê xwestibû ku ji saziyên Almanyayê bixwazin bila îfadeya Tûncî werbigirin. Lê Almanyayê diyar kiribû ku ev li dijî azadiya xweîfadekirinê ye û daxwaz qebûl nekiribû. Dadgehê jî biryara zeftkirina Tûncî derxistibû.

 

Kurdîstan Haberleri

Festîvala fîlmên kurdî ya Patrîsê dest pê kir
Li Parîsê Pêşangeya Wêneyan
14 jinên Kurd beşdarî pêşangeheke şêwekariyê ya Polonyayê bûn
Suryaniyên Sûriyê: Gotinên di destûra demkî de, dewama gotinên rejîma berê ye
Komîteya Destûrê: Navê welat wekî Komara Erebî ya Sûriyeyê dimîne