Fuad Husên: Rewşa siyasî û ewlekarî ya ku herêm tê de ye rasterast bandorê li ser aboriya Iraqê dike

.

 Cîgirê Serokwezîrê Iraqê û Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên derbarê bandora rewşa siyasî û ewlehiyê ya heremê li ser aboriya Iraqê hişyarî da.

Fuad Husên îro Duşemê 4ê Mijdarê serpereştiya 33mîn civîna Encûmena Wezareta Aborî kir.

Di civînê de rewşa darayî û aborî ya Iraqê li ber çavê hemû kêşeyan û bi taybet kêşeyên li Rojhilata Navîn û bandora wê li ser aboriya Iraqê hat gotûbêjkirin.

Di civînê de tevahiya dahata Iraqê ji çavkaniyên derveyî neftê û neftê, tevahiya xerciyan û erkên darayî yên hikûmetê jî hatin gotûbêjkirin.

Fuad Husên di daxuyaniya xwe ya di civînê de eşkere kir ku rewşa siyasî û ewlekarî ya ku herêm tê de ye rasterast bandorê li ser aboriya Iraqê dike.

Wezîr Huseyîn amaje bi wê yekê kir ku her alozî wê bandorek mezin li ser neliheviya nirxê petrolê û bêîstîqrariya bazarên navxweyî û derve bike.

Kurdistan Haberleri

Netanyahu: Ez dê destûrê nedim ku Îran çekên nukleerî bi dest bixe
Rûsya û Ukraynayê dîl bi hev guhertin
Ehmed Şer bi endamekî Kongreya Amerîkayê re civiya
Bafil Talebanî: Balafir û dronên Tirkiyê nahêlin PKK kongreya xwe fesihkirinê li dar bixe
Baroya Diyarbekirê giliyê HTŞê li Dadgeha Cezayê û NY kir