Gedo: Têkiliyên Enqerê bi Şamê re pirsgirêka gelê Sûriyê çareser nake

.

Endamê Desteya Siyasî ya Îtîlafa Opozîsyona Sûriyê û Nûnerê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) Ebdullah Gedo li ser derbasbûna Heyet Tehrîr El-Şam bo nav herêma Efrînê diyar kir, Tehrîr El-Şam ziyaneke mezin gihande deverê.

Endamê Desteya Siyasî ya Îtîlafa Opozîsyona Sûriyê û Nûnerê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) Ebdullah Gedo li ser derbasbûna Heyet Tehrîr El-Şam bo nav herêma Efrînê diyar kir, Tehrîr El-Şam ziyaneke mezin gihande deverê. Herwiha li ser têkiliyên Enqere û Şamê jî got: “Têkiliyên Enqerê bi Şamê re, ti pirsgirêka gelê Sûriyê çareser nake.”

Ebdullah Gedo beşdarî bultena nûçeyan a Kurdistan24ê bû û li ser derbasbûna Heyet Tehrîr El-Şam bo nav herêma Efrînê û deverên din, herwiha li ser têkiliyên Enqere û Şamê axivî.

Gedo derbarê Heyet Tehrîr El-Şam de diyar kir: “Ev cara duyem e ku Heyet Tehrîr El-Şam a terorîst derbasî Efrîn û deverên din dibe, ji wan deverên ku ser bi hikûmeta demkî ve ne, vê carê hinek dirêjtir kir û zirar gihandiye herêmê.”

Nûnerê ENKSê yê li Opozîsyona Sûriyê Ebdullah Gedo diyar kir, gava ku di navbera grûpên çekdar ên ser bi Îtîlafê de alozî û şer derket, Desteya Tehrîr El-Şam jî ew yek weke derfet bi kar anî û derbasî nav Efrînê bû, lê şerekî mezin li dijî wê rûda û xwepêşandan li dijî wan hatin kirin.

Herwiha eşkere kir ku Îtîlafa Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê îro daxuyaniyek belav kir ku ew li dijî wî şerî ye ku Heyet Tehrîr El-Şam li herêmê dike.

Derbarê asayîkirina têkiliyên Enqere û Şamê de Ebdullah Gedo diyar kir: “Têkiliyên Enqerê bi Şamê re, têkiliyên Urdinê bi Şamê re û têkiliyên Iraqê bi Şamê re, ti pirsgirêka gelê Sûriyê çareser nake û ji bilî Neteweyên Yekbûyî û ji bilî proseya navdewletî ku dixwaze dawî li qeyrana Sûriyê bîne, ti kes nikare çareser bike.”

Herwiha got: “Dibe ku danûstandinên Tirkiyê bi Şamê re bibe, lê di çarçoveya berjewendiyên wan ên ewlehiyê de ye, belkî carinan siyasî be, belkî girêdayî hilbijartinên Tirkiyê be.”

Çavkanî: Kurdistan 24

Kurdistan Haberleri

AMED - Bijîşk 4 rojan grevê dikin
Li Diyarbekirê Tora Mafên Zarokan hat damezirandin
Serjimariya giştî ya gel di roja xwe ya duyemîn de berdewam dike
Tirkiye li Rojavayê Kurdistanê hêzên xwe zêde dike
Hawrê Tofîq: Serjimêrî dê bandorê li hejmara kursiyan bike