Gef û Alozî û Dorpêça Ser B. Kurdistan!

Şeyhmus Ozzengîn

Dorpêç, lîsttik, alozî û tehdîdên ser Başûrê Kurdistan domdikin. Di demdirêjîya hefteyekê de, li ser van tehlûke, tehdît û honandina alozîyan de pir nûçe derbasî nûçedankê bûn. Yek ji van şêwirmendê berê yê Emerîka Paul Davis bû. Paul Davis eşkere dikir ku;

Bêdengiya Amerîka li hember bûyerên piştî referandoma serxwebûna Kurdistanê xelet bû, ji ber ku ew hikûmeta Iraqê ya ku Amerîka piştevaniya wê dikir û dike, bi temamî di bin kontrola Îranê de ye."(!)

Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê jî bi rewşek eşkere ev tehlûke û dorpêça ser Kurdistan îşaret kir û daxuyanî da cewaherê û raya giştî ku;

„Artêşa Iraqê û rêxistina Heşda Şeibî amadekariyên êrişeke bo ser Mexmûrê dikin."

Bi vê daxuyanîya Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê eşkere bû ku; Iraq hêzên xwe ev çend roj in li derdora Mexmûrê kom kirine. Herwiha hat fêhmkirin ku „Heşda Şeibî jî hewl dide ku êrişî ser riya Giwêr, Dîbege, Dubiz bike."(!)

Di navbera du heftan de Serokwezîrê Kurdistan birêz Nêçîrvan Barzanî, bi heyetek payebilnd re li Ewrûpa du hevdîtinên girîng pêkanîn. Yek ji van bi Fransa re, a duyem jî bi Elmanya re pêk hat. Di herdû danûstendinên dîplomatîk de destê Kurdistan li henber İraq, di herêmê de xurt dibû.

Bi bangên „giftûgo di navbera Bexda û Hevlêr" de, ji ber helwesta Bexda, ev danûstendinên dîplomatîk yên Başurê Kurdistan, cîh li siyaseta Bexda teng dikir.

Di eynî rojê de Li Berlîn, bi armanca protestokirina Serokwezîrê Kurdistan û heyeta pê re; 5-6 xortan li ber çavê çapemenîyê bi pîlaqatan çalakî lidar xistin û êrîş anîn ser nûçegerên Kurd.

Di heman rojê de; li Silêmanî, Helebçe, Seyîdsadiq, Ranya, Qeladiz, Sengeser, Derbendîxan, Kelar, Teqteq û Çemçemalê xwepêşandanan despê kir. Bargehên fermî yên hikumetê, navendên PDK yên li van bajaran, hinek baregehên YNK hatin şewitandin. Nêzî 6 kesan mirin û 80 birîndar bi dû xwe de hiştin.

Disa di eynî demê de Tevgera Goran û bizava İslamî-Komel xwe ji hikumetê vekişandin.

Çapemenî ya herêmê û a Kurd bi du mebestan li çalakîyan mêze kir:

Beşek „ev çalakî mafekî rewa dît û êrîş bir ser hikumetê û bi rewşek şoreşgerî"(!) lê mêze kir û xwest ku agirê alozîyan geş bike. Li pişt vê çapemenîyê; Tevgera Goran, bizava İslamî-Komel, Partîya Azadî ku bi ser PKK ve û beşek ji YNK yên Î-îxaneta 16.10.2017 an hebûn.

Hêla din jî li henber alozîyan derket û bi rewşek „provakatîf" li alozîyan nêrî.

Helbet xwepêşandan mafê hemû hemwelatiyane û rewa ye. Lê dema ku ev çalakî bi mebesta divêtîyan xizmetê ji dijmin re bike û li gor pîlanên dijminan tevbigere; pêkanîna xwepêşandan û aloziyan, şewitandina cîhên îdarî û qaymeqamtî û binkeyên partiyan bike armanc û aramî û asayîşê tehdît bike; jiyana gel tehdît bike, nakeve çarçoveya daxwazên mafên rewa. Li her welatekî xwedî yasa û demokrat; kesekî çek û molof didest de û serçavpêçayî êrîşî baregehên hikûmetê bike, bikuje, bişewitîne û hilweşandina asayîşê bike armanc; jiyana xelkê têxe bin bandorek neyênî, nayê qebûl kirin û bi şîweyek tûnd bersîv têt dan.

Hêza ku dixwaze kurdan bi mebesta birçîbûnê tehdît bike, butçe û mûçe qût dike û bingehê ji hilweşandina aramî û asayîşa Kurdistan re çêdike, Dewleta İraq bi xwe ye. Lê çima girseya medenî a Kurd vê helwesta İraq şermezar nake, baregehên xwe, yên partîyê dişewitînin û êrîşî xwe dikin?

Ma ev normale?

Lê di nûçeyan û daxuyanîyên ku ji navêndên neyarên Kurdistan dihat; eşkere dikir ku alozî li angora pîlanekî dimeşe û armanc hilweşandina aramî û asayîşa Kurdistan bi xwe ye. Ev jî wê mecal ji İraq re çêke ku  İraq derbasê Silêmanî û derdorê bibe. Armanc perçekirina herêmê bixwe ye. Helbet linge beşek Kurd jî di nav vê armancê de heye.

Li pişt van alozîyan kî hene, armanc çiye?

Berpirsekî berê yê partiya Beis (Berpirsê berê yê îstixbarata serbazî yê Iraqê Wefîq Samerayî) ya Iraqê daxwaz ji hikûmeta Iraqê kir; „piştevaniya alozî û tevliheviyên Başûrê Kurdistanê bike!"(!)
Parlamenterekî Gorranê dibêje; „îhtimal heye serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî bi hêceta kontrolkirina aloziyan hêz bi
şîne Silêmaniyê"(!)
Rêxistina terorîstî ya Hizbullaha Lubnanê amaje bi xwepêşandan û aloziyên Başûrê Kurdistanê dike û got; „niha firsendek baş e bo parçekirina wê herêmê"(!)
Serokwezîrê İraq Heyder Ebadî; „em mûçeyên karmendên Kurdistan nadin!"

Ev nûçe û daxuyanî yek biyek îşaret dikin ku; hilweşandina aramî û asayîşa Başûrê Kurdistan û li gor pîlana 16.10.2017 an, perçekirina deveran bi xwe ye.

Herêma Kurdistanê îro di bin gefên pir cîdî de ye û eger Kurd  bixwe yekrêz nebin û li gel hev alîkar nebin ji bona derbaskirina vê rewşê, wê rûbirûyî tehlîke û alozîyên hîn mezintir bibe. Tehdîda ser asayîşê û armanca xerakirina bingeha jiyanê li herêmê, xizmetê ji dijmin re dike û ti hêzên Kurd ji vê deskevtî dernakevin. Bila her hêz û grûb baş bizanibin ku, ev bazar û lîstikên ser Kurdistan hene, ji van alozî û karesatan hîn mezintirin.

21.12.2017