Xelkê Rojavayê Kurdistanê ji egera rêdan bi Tirkiyê ji bo encamdana êrîşeke nû bo ser Rojavayê Kurdistanê yan jî bakur û rojhilatê Sûriyê dilgiranin.
Li Rojavayê Kurdistanê xelk ji gefên Tirkiyê li ser navçeyên xwe dilgiran niha ji tirsa ne şeva wan şev e ne roja wan roj e, bi tirs agahiyên şer û topbarana li gundên Til Temir dişopînin.
Hemîde Şêxmûs a 46 salî û 3ê keçên xwe, nizanin dê di kêliyên bê de çi rû bide, an dê sibe li çi derê bin.
Welatiya xelkê Til Temir Hemîde Şêxmûs diyar kir ku dengê topan ji guhên wan kêm nabe û got: “Ji vê sibê ve dengên topan zêde bûne. Em nizanin em dê çi bikin. Heta ku balafir li bin guhê me nede em ji vir dernakevin. Erdogan ew qasî gefan li dijî me dixwe, çima welatên din li hemberî wan tiştekê nake. Çima kes li ser van jin û zarokan tiştekê nabêjin.”
Li bajarê Til Temirê, çeperên şer ên HSD û çekdarên Oposizyona Sûriyê tenê 3 kîlometreyan dûrî bajêr in û rojane şer û pevçûn, topbaran heye, gundên di nexşeya şer de, bi temamî hatine valakirin.
Sekreterê Partiya Wîfaq Fewzî Şingalî jî got: “Li ser lihevkirina Rûsya û Tirkiyê guhertin li herêmê çêdibin. Li aliyên din jî Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ligel hikûmeta Sûriyê û berpirsên Rûsyayê dike.”
Berpirsên Tirkiyê ji nêzî mehekê ve, gefan dixwin ew dê êrîşî axa Rojavayê Kurdistanê bikin, û dest bi operasyon çarem bikin.
Çavdêrên siyasî dibêjin, ji ber pêşveçûna Rûsya û hikûmeta Sûriyê li Idilbê, Tirkiyê gefê li deverên HSD dike, da ku hem bêdengiya xwe veşêre, hem jî plan û ajendeyên xwe li navçeyên jêr destê HSDê cîbicî bike.
Rûdaw