Gelo Amerîka daxwaza vekişîna Tirkiyê ji Sûriyê dike?

.

Hefteya borî hinek medyayên Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê behsa wê yekê dikirin ku Amerîkayê daxwaza demekê ji Tirkiyê kiriye bo vekişîna ji Sûriyê. Çavkaniya nûçe-raportan serdaneke Seroka Komisyona Azadiya Olî ya Navdewletî Nadine Maenza bû ku qaşo Maenza gotiye, hikûmeta welatê wê daxwaz ji Tirkiyê kiriye ku ji Sûriyê vekişe û xişteyekê (bername) jî bide Amerîkayê ka çawa û kengî ji Sûriyê vedikişe.

Serdana Maenza bo Rojava?

Amerîkayê daxwazeke wiha ji Tirkiyê nekiriye û Nadine Maenza bi rêya e-mailê ji Rûdawê re got ku ew bi serdaneke taybet li Rojavayê Kurdistanê bûye, ne wek nûnertiya hikûmeta Amerîkayê. Li ser pirsa ka gelo hikûmeta Amerîkayê daxwaza vekişînê ji Tirkiyê kiriye, Maenza bal kişand ser wê raportê ku komisyona wê şandiye ji hikûmeta Amerîkayê re.

Nadine Maenza, Seroka Komisyona Azadiya Olî ya Navdewletî ya Amerîkayê ye, wê komisyonê jî di raporta xwe ya salane de hinek pêşniyar bo hikûmeta Amerîkayê kirine, yek ji wan pêşniyaran ew e ku Amerîka daxwazê ji Tirkiyê bike ji Sûriyê vekişe. Pêşniyareke din jî ew e ku hikûmeta Amerîkayê bi fermî danûstandinê ligel Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê bike. Lê heta niha jî hikûmeta Amerîkayê bersiva pêşniyara Komisyona Azadiya Olî nedaye.

Erkê Komîsyona Azadiya Olî ya Navdewletî

Komisyona Azadiya Olî ya Navdewletî, saziyeke federalî ya hikûmeta Amerîkayê ye, lê serbixwe ye. Karê wê komisyonê, ne biryardan û axaftina bi navê hikûmeta Amerîkayê ye. Lê karê wê pêşniyarkirina siyaset û biryaran e bo hikûmet û Kongresa Amerîkayê. Daxwazeke wiha eger ji aliyê Amerîkayê ve ji Tirkiyê hatibe kirin, ji aliyê Wezareta Derve ya Amerîkayê ve bi fermî yan ne fermî tê ragihandin.

Rûdaw ligel Wezareta Derve ya Amerîkayê ket peywendiyê û daxwaza zelalkirina helwêsta Amerîkayê li ser Sûriyê kir, lê karbidestên Wezareta Derve ya Amerîkayê heta nivîsandina vê raportê bersiva wê daxwaza Rûdawê nedaye.

Daxwaza endamên Kongresê ji Biden

Di heman wê hefteya ku Nadine Maenza serdana Rojavayê Kurdistanê kir, grûpek ji endamên Kongresa Amerîkayê ser bi herdû partiyên Komarî û Demokrat bi nameyeke fermî daxwaz ji îdareya Biden kirin ku li Sûriyê gavên wêrektir biavêje û ji karbidestên îdareya Biden xwestin li Kongresê derbarê siyaseta Amerîkayê ya li beramber Sûriyê agahiyan bide, bi taybetî li ser siyaseta îdareya Biden derbarê Serokkomarê Sûriyê Beşar Esed û hikûmeta wî de.

Di nameyê de endamên Kongresê daxwaz dikin ku îdareya Biden Yasaya Sezar bikar bîne daku wan hemû kesan ceza bike ku hevkariya hikûmeta Beşar Esed di warê serbazî, sektora enerjiyê, firokevanî, avahîsazî û endazyarê de dikin.

Budceya bo Hêzên Kurdî

Li gor hinek endamên Kongresê ji herdu partiyên Demokrat û Komarî, îdareya Biden wek pêwîst girîngiyê nade Sûriyê. Di nameyê de daxwazê ji îdareya Biden dikin ku karbidestên îdareya Biden, di nav de karbidestên Encûmena Asayîşa Niştimanî ya Amerîkayê biçin Kongresê û agahiyan derbarê siyaseta Biden a li beramber Sûriyê bidin, herwiha agahiyan li ser wê yekê bidin çawa dikarin piştrast bin ji wêya ew budceya bo hevkariya Sûriyê hatiye veqetandin, nakeve berjewendiya hikûmeta Beşar Esed.

Di proje-yasaya budceya serbazî ya Amerîkayê de, ku 27ê Kanûna 2021ê Biden îmze kir, 177 milyon dolar bo hevkariya Hêzên Sûriyeya Demokratîk, Asayîşa Rojavayê Kurdistanê, Hêza Dijî Terorê ya Rojavayê Kurdistanê û Hêza “Komando ya Şoreşê” ku li Bingehê Tenif ê ser sînorê Iraqê bicih bûne, hatiye veqetandin.

Helwesta rêveberiya Biden li hember Rojava

Di nameya endamên Kongresê de daxwaz ji îdareya Biden tê kirin ku di dema 90 rojan de li ser stratejî, peywendiyên dîplomatîk ên Amerîkayê li Sûriyê, peywendiyên ligel Tirkiye û Rûsyayê li Sûriyê, hewlên îdareya Biden bo rêgirtin li vegera Sûriyê bo nav Komkara Erebî û asayîkirina peywendiyên welatên deverê ligel Sûriyê raportekê radestî Kongresa Amerîkayê bike.

Di dema îdareya Biden de, Koşka Spî peywendiyên xwe ligel HSD û Rêveberiya Xweser baştir kirine û bi awayekî sînordar jî danûstandinê ligel Rêveberiya Xweser dike, berovajiya îdareya Trump ku peywendiyên wê tenê ligel HSDê bûn di çarçoveya şerê DAIŞê de û hevkariya darayî jî bo HSDê ragirt.

Herçiqas pêşveçûneke baş di peywendiyên îdareya Biden de ligel Rojavayê Kurdistanê li gor îdareya berê çêbûye, lê hê jî negihiştine wê asta ku Koşka Spî amade be bo xatirê Rojavayê Kurdistanê rûbirûyê Tirkiyê bibe û rasterast daxwaza vekişîna Tirkiyê ji Sûriyê bike.

Rûdaw

Kurdistan Haberleri

Hemû helbestên Berken Bereh di Botannameyê de çap bûn
Piştî tayînkirina qeyûman kolanên Dêrsimê bûn qada şer: ‘Dagirkerî ye’
Doza kuştina Şerzan Kurt: Biryareke nû hat dayîn
Miles Caggins: Çend gav ji bo hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê hatine avêtin
JAPONYA - Dadgeha Saitamayê xwepêşandana li dijî Kurdan qedexe kir