Gelo îhtimal heye ku Tirkiye S-400an bibe Sûriyeyê?

.

Du senatorên Amerîkayê li ser egera ku Tirkiye sîstema parastina asmanî ya S-400î li Sûriyeyê deyne ji Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê brîfîngek xwest.

Îdiaya ku Tirkiye dê S-400ên ji Rûsyayê kirîne li Sûriyeyê bi cih bike li Kongreya Amerîkayê bû sedema nerazîbûnan.

Endamên Kongreya Amerîkayê Bradley Schneider û Gus Bilirakis, derbarê egera li ser egera ku Tirkiye sîstema parastina asmanî ya S-400î li Sûriyeyê deyne ji Wezareta Karên Derve ya welatê xwe re nameyek şand û wan daxwaza brîfîngeke nehênî kir.

“S-400 dê zererê bigihîne serdestiya leşkerî ya Îsraîlê”

Di nameyê de hatiye nivîsandin, “Pêngava danîna sîstema parastina asmanî ya S-400an dê zererê bigihîne serdestiya leşkerî ya Îsraîlê.”

Her du senatoran bi rêya nameyê li ser bandora veguhastina sîstema S-400î ji Sûriyeyê re daxwaza zanyarî û brîfîngê kir.

“Ev pêngav dê ewlehiya hevpeymanên Amerîkayê bixe bin rîskê”

Di nameyê de tê gotin:

“Geşedaneke bi vî awayî dê li berjewendiyên Amerîkayê yên li herêmê negunce.

Veguhestina sîstema S-400, nayê wê wateyê ku Tirkiyeyê yasayên ceza bin pê nekirine, berevajî dê li dijî polîtîkaya Amerîkayê ya rêgirîkirina li belavbûna teknolojiya leşkerî ya Rûsayayê be.

Pêngaveke wiha dê tenê zererê nede aramiya herêmî, dê di heman demê de ewlehiya hevpeymanên nêzîk ên Amerîkayê jî bixe bin rîskê.”

“Tirkiye qada asmanî ya Yunanistanê bin pê dike”

Her du parlamenteran her wiha got:

“Tirkiye bi firokeyên F-16 ên Amerîkayê qada asmanî ya Yunanistanê bin pê dike, li Qibrisê gefan li jêrxana enerjiyê dixwe û mazûvaniya berpirsên Hemasê dike û piştî êrişên 7ê Çiriya Pêşîn daxuyaniyên piştgiriya Hemasê dide.”

Kurdistan Haberleri

Ewropa defterên kevn vedike û hesabên xwe li Kurdistanê nû dike - Ziryan Rojhilatî
Serok Barzanî: Herêma Kurdistanê dê her hêlîna bihevrejiyanê be
Suhbeta romannivîs Mîran Ebraham
Ano Cewher: Serok Barzanî bi yek çavî li tevaya pêkhateyan dinêre û parêzerê tevan e
Konferanseke zanistî ya navdewletî li ser Êzidiyan li Dihokê bi rê ve diçe