Gêlo Îsa: Rusya dixwaze Rojava radestî rejîma Sûriye bike  

.

Gêlo Îsa derheqê êrişên Tirkiye yên li ser Tirkiye de dibêje, "Di pêvajoya hilbijartinên Amerîka de Tirkiye û Rûsya hewl didin ku li hev bikin. Da ku bikarin vîna xelkê kurd û gelên li Bakur û Rojhilatê Sûriye bişkînin."

Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurd Gêlo Îsa beşdarî bûltena nûçeyan a Kurdistan24 bû û derbarê êrîşên dawî yên Tirkiyê de axivî.

Gêlo Îsa destnîşan dike ku, Tirkiye dixwaze cidîyeta xwe nîşanî Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û Rûsya bide da ku Eyn Îsa teslîmî rejima Sûriye bikin. Diyar dike ku, "Ev yek jî ji aliyê HSD ve nayê pejirandin. Ji ber ku Rusya û Sûriye dixwazin pêgeha xwe ya li Rojava xurt bikin û bandora xwe li ser serweriya Rojava bikin. Ew jî ne bi lihevkirinê. Berê lihevkirinek bi artêşa Sûriye re hatibû kirin. Ew tenê ji aliyê leşkerî ve ji bo parastina herêmê bû. Ne ji bo rêveberiyê. Lê Rusya dixwaze parçe parçe rojava beşdarî rejîma Sûriye bike."

Kurdîstan Haberleri

Festîvala fîlmên kurdî ya Patrîsê dest pê kir
Li Parîsê Pêşangeya Wêneyan
14 jinên Kurd beşdarî pêşangeheke şêwekariyê ya Polonyayê bûn
Suryaniyên Sûriyê: Gotinên di destûra demkî de, dewama gotinên rejîma berê ye
Komîteya Destûrê: Navê welat wekî Komara Erebî ya Sûriyeyê dimîne