Gelo Krîza Dilî Qedera Herêma Me ye?

Zînet Dînçer

Dema dil bi qandî hewcedariya xwe oksîjenê nikaribe bistîne û ber bi mirinê dikeve, jê re dibêjin krîza dil. Dilê me, li gorî karmendiya me ya rojane, carinan kêm û carinan jî zêde bi hewceyî ji bo oksîjenê ye.

 

Oksijen damarên xwe dişîne dilî, yanî damarên koroner. Ger damarên koroner li pêrgî xitimandinekê were, wî çaxî dil li gorî hewcedariya xwe oksîjenê nastîne. Raçînkên dilî, yên ku neyên xwedîkirin, dimirin, karmendiya xwe winda dikin û dikevin rewşeke wisa ku êdî nema dikarin xwînê pompe bikin. Encama vê yekê jî krîzeke ber bi mirinê ye.

 

Ger em sedema mirinan én cîhanê, bi tevahî bînin li ber çavan, nexweşiyên dil û damaran derdikevin holê.

 

Gava em li tevahiya Tirkiyeyê jî binêrin, em dibînin ku 3 milyon nexweşên dil ên koroner hene. Her kesek ji 7 li hemberì vê nexweşiyê ne. Bi tevahî 2.8 milyon kes, li tevahiya Tirkiyeyê bi vê nexweşiyê ketine û sala 170 hezar kes ji ber nexweşiya dilî ya koroner jiyana xwe ji dest didin û % 43 sedema mirinan jî ev nexweşî ye.

 

Dema em li herêma xwe binêrin jî, em dibînin ku rewşa me ji yên cîhanê zêdetir bi xetere ye. Di nav van 10 mehên dawîn de yên ku ji ber nexweşiyên dilî serî li nexweşxaneyan dane 1000 kes in. Herêma me di bin tehdîda nexweşiyeke bi mirinî ye. Ev yek qederek e, an jî em di cîhekî de xeletiyekê dikin?

 

Gava em sedemên nexweşiya dilî bînin li ber çavên xwe, em dibînin ku sedem ne qeder e û îhmaleke şexsî û civakî ye.

 

Di herêma me de hejmara çixarekişandinê bilind e, fêrbûna xwedîkirineke rast tune ye, em civakeke obez in, rewşa jiyaneke bi stres, gelê me yê ku berî nexweşiyê naçin nexweşxaneyê, sazmendiyên tendûristiyê û weşan zêde agahiyan nadin civakê; ev jî sedema îhmalkirinê yên herî bingehîn e.

 

Pisporên Kardiyolojiyê, di vê mijarê de van şîret û pêşniyariyan didin:

-Dawîlêanîna çixarekişandinê, hem bi aktîf û hem jî pasîf.

- xwe jêdûrxistina fêrbûnén ji goştê sor, goştê hinavê, rûn, xwé

-sporên rojane

-kesên ku kîloyên wan zêde ye, kîloyên xwe yên zêde kêm bikin.

- mêrên ku li ser temenê 40î ne û jinên piştî menopozê, ger di nav malbata wan de nexweşên dil hebe, divé li cem Pisporên kardiyolojiyê kontrola xwe ya salane bicih bînin.

- Divê sazmendî û medyayên herêmî di mijara tenduristiya dilî de erkên xwe bicih bînin.

Berhev : Zînet Dînçer

Çavkanî : Navenda Kardîyolojî