NÛÇEYA TAYBET
Li Bakurê Kurdistanê ev çend roj in şirketa taybet a ceyranê DEDAŞ ceryana cotkar û gundiyên Mêrdîn û Dêrikê birîne û ev bûye pirsgirêkeke mezin di nav cotkar û gundiyan de.
Li Mêrdîn û Dêrikê ku li ser bakûrê Kurdistanê ne pêşiya şewqa koronayê ceryana cotkar û gundiyan jiber deynên wan hatiye birîn. Cotkar nikarin zeviyên xwe av bidin herwiha gundî jî ava vexwarinê nikarin peyda bikin. Nêzî ceryana 50 gundan hatiye birîn.
Hêjayî gotinê ye carên ewil jî dedaşê ceryana cotkaran birîye û ev birîna ceyranê di wextê avdana genimê dibe. Cotkar jiber vê nerazîbûna xwe dîyar dikin.
DEDAŞ DİZANE KENGÎ CEYRANÊ BİBİRE Û ZİRARA MEZİN BİDE COTKARAN
Nûrî Kılıç yek ji wan cotkaran e. Kiliç diyar dike ku fatureyên giran ji cotkaran re hatiye birîn û cotkar nikarin van fatureyan razî bikin. Kiliç wiha axivî : ya aniye serê me, dikarin bînin serê cotkarên Stenbol, Enqere û Konyayê? Em nikarin van fatureyan razî bikin ew jî dizanin. Enerjîya bendava Ilısuyê ji hemû welatî re heye çima ji me re tune ye? Ava 57 gundan niha tune ye. Yên deynên wan hebin nebin ceryana hemû gundiyan birîne. DEDAŞ dizane kengî ceyranê bibire û zirara mezin bide cotkaran wê gavê tê û ceyranê dibire. Şîrketa taybet ê taşeron e lê bi hukumetê tevdigere. Em dixwazin nêrîna hukumetê di vî warî de bê guherîn.
KES TUNE YE KU BİBÊJE, HEVALNO EM VÎ KARÎ XELET DİKİN
Serokê Komeleya cotkaran a Qoserê Mikaîl Erbeyî ji Rûpela Nû re got birîna ceyranê beriya şewqa koronayê destpê kiriye. Erbeyî "nêrînên hukûmeta mixabin cotkarên me û herême bi neyînî bandor dike. Şîrketeke taybet heye li vir. Lê di vê şîrketê de kes tune ye ku bibêje, hevalno em vî karî xelet dikin. Yên dixwazin hilberînin tên asteng kirin. Bendava li herêmê ji bo hemû welatî kar dike lê ji cotkarên Mêrdînê re kar nake. Li vê heyama şewqa koronayê hemû komên karan re pakêtên alîkarîyê hatin belav kirin lê ji bo cotkaran tiştek tune ye. gava herkes li mala xwe ji xeynî karmendên tendurîstîyê cotkar û kedkar li devre bûn. Ti berpirs bi me û vê pirsgirêkê eleqadar nabe. Li dinyayê û welatê me hilberîn çiqas giring e me dît. Bê nan, bê sebze û bê zad em nikarîbun bisekinin li mala xwe. Ne tenê ceryan di heyama şewqa koronayê de dest danîn ser subvansîyonên mazot û zibîl jî.”
ARMANÇ EREBKİRİNA HERÊMÊ YE
Di derheqê vê mijarê de me bi Serokê Navenda Mêrdînê yê PAKê (Partîya Azadîya Kurdistanê) Bedran Acar re axivî. Berdan Acar got carên ewil jî mehkemeyê bîryarên nebirîna ceryanê kirîye lê DEDAŞê ev bîryar her tim piştguh kirîye. Acar dibêje hincet birîna ceryanê ye, armanca wan valakirin û ajotina Kurdan ji herêmê ye. Acar wiha axivî: “madenên ku ji herêma met ê derxistin bigirin heta avên me, hemû ji bo me buyê bela buyê dert. Lê binerin petrol li Batmanê tê derxistin lê ji bo metropolan tê şandin, bendav li ser erdê me li ser avên me tên çêkirin lê metropol keyfa wê dikin. Dîsa anîna ceryanê hemû astan de me kar kir lê niha DEDAŞ keyfê dike. GAP hatîye temam kirin lê avê bernadin. Teşwîkên ku DEDAŞ ji dewletê distîne têra nake, tê û ji me re jî fatureyên fahş dinivîse. Ava me ye, erdê me ye, tê difiroşe me. Armanca wan ne deyn e ne jî birîna ceryanê ye. Armanc ew e ku gelê Kurd ji herêmê bê koçêber kirin e. Armanç ew e ku gel koçî metropolan bike û bêkar bimîne.”
EM XWEDÎ LI COTKARAN DERNEKEVIN EM Ê PERÎŞAN BIBIN
Di derbarê vê mijarê de kesekê din ê me pê re axîftî Serokê Navenda Dexil û Bazirganîyê ya Qoserê Şerîf Oter bû. Oter ji hemû catkarên welati re wekhêvî û edelet xwest. Oter got 45 sal i GAP neqedîyaye û ev nîşanî newekhêvîyê ye. Oter wiha axivî: DEDAŞ bazirganek e û dixwaze fatureyên xwe bistinê. Me jî fatureyê cotkaran mêze kir û me dît ku qezanca cotkarê me têra nivîya van fatureyan jî nake. Li vê derê berpirs ne DEDAŞ e rasterast hikumet bi xwe ye. hikumet bila nêrînen xwe yên di vî warî de biguherîne. Ji ber vê em berpirsê yekemîn hikumetê dibinin.”
Oter behsa GAPê jî kir û got: “bendava Seyhanê 974 rojan de hatîye qedandin. Lê GAP 45 sal in neqedîya ye. GAP li herêmeke din bûya wê zûtir biqediyana. Tunelan çêdikin, rêyan çêdikin, di demeke kin de li herêma Karadenîzê bendavan çêdikin û zu bi zû diqedinin lê GAPa 45 salî nikarin biqedînin. Çandinî serweta welat e. Ev tenê ne pirsgirêka Merdînê ye. ev pirsgirêka hemû welatî ye. Li Seyhanê serê berecotê ceryana 200-300 lîrayan çima ji me re dibe 10 hizar? Avê bi çi didin wan bila bidin me jî. Di vî warî de wekhevîyê dixwazin. Avên me yên binê erdî diqedin û hilberina me derbe dixe.”
Orten got ger ku pirsgirêk çareser nebe wê morala cotkaran nebaş be û êdî çandinîyê nake. Orten gotinên xwe wiha bidawî anî: keda cotkaran ji qirika me derbas dibe, em lê xwedî dernekevin em ê perîşan bibin.
Hêjayê gotinê ye dadmendîya Qoserê di derbarê birîna ceryanê de “bîryara sekinandina rêvebirinê” daye. DEDAŞ wê niha çi bike ne dîyar e.