Ji bo ku taştêya bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê têkeve Lîsteya Mîrata Çandî ya Neşênber a Mirovahiyê ya UNSECOyê xebat dan destpêkirin.
Taştêya Wanê di danasîna bajêr de cihekî xwe yê girîng heye.
Taştêya Wanê di sala 2014an de bi çalakiya "Sifreya herî qerebalix a dinyayê" rekor bidest xist û ket Pirtûka Rekorên Guinnessê. Taştêya Wanê ji Saziya Patent û Marqeyan a Tirk (TPE) "Belgeya Tescîla Marqeyê ya Taştêya Wanê" hilda.
Ji bo ku taştê têkeve Lîsteya Mîrata Çandî ya Neşênber a Mirovahiyê ya UNESCOyê, Rêveberiya Çand û Geştyarî ya Bajêr û Zanîngeha Wan Yuzuncu Yilê (YYU) xebat da destpêkirin.
Odeya Sanayî û Bazirganiyê ya Wanê jî ji bo ku taştê derkeve pêş, amadehiyê dike ku her sal rojekê wek "Roja Taştê ya Cîhanê" îlan bike.
Rêveberiya Bajêr yê Çand û Geştyariyê Muzaffer Aktug diyar kir, ji bo ku taştêya Wanê li hemû dinyayê were naskirin, xebat didomin.
Muzaffer Aktug got ku taştêya Wanê ji bo danasîna bajêr girîng e û wiha pê de çû: "Xebatên me dewam dikin ku hemû qonaxên taştê ji UNESCOyê re werin pêşkêşkirin. Heta ku taştê were ser sifreyê em tomar dikin. Armanc ew e ku taştê têkeve Lîsteya Mîrata Çandî ya Neşênber a Mirovahiyê ya UNESCOyê."