Walîyê Amedê li gorî qanûna Rewşa Awarte, hemû xwepêşandan, daxuyanîyên çapemenîyê, meş qedexe kirin. Herweha mehkemeyeke Stenbolê jî rojnameya Ozgür Gundemê girt.
Ev herdu biryar, nîşana wê yekê ye ku, Dewleta Tirk hêdî hêdî dê Rewşa Awarte li himberî Kurdan pêk bîne. Dewleta Tirk, bi van qedexeyan dê ji nuha zêdetir rê liber xebata sivîl, sîyasî, demokratîk ya gelê me bigire.
Partîya Azadîya Kurdistanê (PAK) li ser qedexekirinan daxûyanîyek çapemenîyê belav kir. Daxuyanî weha ye:
Ma gelo Walîyê Amedê bi van qedexeyan dixwaze berê gelê me bes bide şerî?
Gelê Kurdistanê , îro jiber ku zerara herî mezin digihêje wî, li himberî rê û rêbazên şer û şîdetê ye. Jiber vê yekê jî, li himber çalakîyên PKKê yên şerî derdikeve.
Lê aşkere ye ku gelê me ji vê sîyaseta Dewleta Tirk ya 90 sale li ser esasê şîdet û neçareserîyê hatîye ava kirin jî re dibêje ‘’na’’.
Em bangî Dewleta Tirk dikin ku, dest ji vê siyaseta şerî berde; dest ji rê liber girtina mafên gelê me yên xebata sivîl, demokratîk, sîyasî berde.
Ne şer, ne jî rê liber girtina xebata sivîl, demokratîk, siyasî ya gelê me, dê nikaribe doza azadîya Kurdistanê bitefîne.
Biryara Wîlayeta Amedê û ya mehkemeya Stenbolê li dijî azadî û demokrasîyê ye; li dijî mafê azadîya ramanî û birêxistinbûyînê ne.
Armanca qedexeyan ji holê rakirina xebata sivîl û demokratîk ya miletê Kurd e.
Jiber vê yekê em van qedexeyên protesto dikin û em bangî hemû alîyên siyasî, sivîl û demokratîk dikin ku em bi yek helwestê li dijî van qedexeyan rawestin û em li destkeftinên xwe xwedî derkevin.