Em weke kurd dîroka xwe baş naxwînin û wê nizanin. Ji ber vê di tekoşîna me de tim qelşên fireh vedibin ku serrastkirina wê zehmet dibe. Ji ber ku carna mirov di wan qelşande wenda dibe, xwe û dîroka xwe fêm nake.
Miletê ku dîroka xwe nas nakin, wê nikaribin li hember dagirkerên xwe, serdestên xwe jî tekoşîna azadiya gelê xwe bi rêk û pêk bimeşînin.
Ji ber ku tim Dîroka me ji teref biyaniyan an dagirkeran ve hatiye nivîsîn wan jî li gor xwe got, bi karanîne û nivîsîne da ku kurd dîroka xwe li ser asasê rastiyê nasnekin û fêr nebin.
Zîndana Diyarbekirî jî nokteyeke reş, rûpelek ji dîroka me ya wir e. Heger nifşên nû wê zîndanê baş nas nekin, sedemên lêdan û êşkenceyên di wir de nizanibin wê aliyekî dîroka wan tim kêm be. Loma divê herkes wê zîndanê baş fêr bibin, binasin û bizanibin, heye.
Divê ciwanên me û nifşên bê hemî vê dîroka baş binasin. Dema nasîn dikarin bidin naskirin jî. Wê gavê jî dê bê dîtin ku sedema lêdana li wê zîndan ya ciwanên kurd jî bê zanîn.
Divê ew dîroka wê zîndanê baş bê nasîn û fêmkirin ku ji roja komara tirkiyê hate damezrandina wê û heta em azad nebin, kurdistana xwe ji bin nîrê dagirkeran xilas nekin, wê her bixwazin bi darê zorê, bi hukmê lêdanê kurdan bikin tirk, ereb û faris.
Heger dagirkerên me hinekî di vî warî de bi ser jî ketibin, ew jî ji ber ku em dîroka xwe nas nakin. Me dîroka xwe bi destên xwe weke kurd nenivîsî ye. Ji ber ku divê miletek ji bûyer û kiryarên şevreşa dîroka xwe, bikaribe pêşiya xwe rohnî bike.
Ev ronîkirina jî encax bi saya dîroka ku bi destê kurdan bi xwe tê nivîsandinê, dibe. Ya na em ê tim di wê şevreşa dîroka ku em baş pê nizanibin de bijîn.
Min bi xebata şeş salan de Gardiyana li ser wê zîndanê bi kurdî cara ewil li swêdê da weşandin(1994). Weha xuya bû ku ez bi weşandina wê bi serketibûm. Ji ber ku dûre ev bû zimanê Yunanî û li Yunanistanê heta weşandinê. Piştre li Stenbolê bi kurdî û tirkî hate çapkirin û belav kirin. Piştî vê jî li başûrê kurdistanê bi soranî hate çapkirin û belavkirin. Herî talî jî berî heyamekê (2020) li Elmanya bi kurdî hate weşandin.
Bi zimanê swêdî ji bona çapê amade ye. Her weha rêzdar Cankurd wê werdigerîne bi zimanê erebî ew jî li ber qedandinê ye. Pişt re jî dostekî Cankurd kurdekî me yî hêja, çalak û dilovanê gelê xwe jî wê vê bike bi zimanê Elmanî, Îngilîz û Fransî. Spas ji bona herkesên ku ji bona belavbûna Gardiyan ku bi wergerên zimanên din alîkariya min dikin.
Gardiyan weke belgenameyekê ye ku min ji devê Gardiyanekî wê zîndanê nivîsî ye. Lewra jî hêja û bi qîmet e. Ev berhemeke weha ye ku wê hemî ewropa vê bi nirxekî bilind binirxînin. Ji ber ku ev weke belgenameyekê ye ku ez bi xwe jî di wê zîndanê de jiyamim. Ez bi xwe jî şahidekê wê zîndanê ê zîndî me.
Niha Gardiyan li Tirkiyê û bakurê Kurdistanê nemaye, tuneye an xilas bûye. Gelo weşanxaneyekê ku vê ji nû de li Tirkiyê û li bakurê Kurdistanê biweşînin heye. Kîjan weşanxane bixwazin vê ji nû de weke çapa çaran biweşînin ez ê spasî wan bikim.
Derdê min, armanca min, hedef û daxwaza min ew e ku nifşê li dû me, wê zîndanê baş binasin, binasin û bizanibin, bavê wan, kal û pîrikên wan, ap û xalên wan, kek, bra û xuşkên wan di wê zîndanê de rû bi rûyê çi hatibûn. Li wir ango li wê zîndanê çi dianîn serê wan.
Tu şert û mercên min wê ji bona ev ji nû de weke çapa caran ya bi zimanê kurdî bê weşandin dê tune be. Tenê dema hate weşandin an weşanxaneyek wê biweşînin bikaribin ji bona min 100-150 heban bişînin heta swêdê ez ê spasiya wan bikin.
Ji bo hemû nivîsên Bubê Eser bitikînin