General Mazlûm Kobanî bi her du generalên Amerîkî re civiya

.

 Fermandarê Giştî yê HSDê General Mazlûm Kobanî, bi Fermandarê Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê li Rojhilata Navîn General Kenneth McKenzie û General Paul Calvert re civiya.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) General Mazlûm Kobanî, li ser hesabê xwe yê Twitterê bi peyamekê qala naveroka civîna li gel General McKenzie û General Calvert kir û da zanîn, wan mijarên ewlehiyê û tehedayên aborî li navçeyê gotûbêj kirine.

Fermandarê HSDê herwiha destnîşan kir, peyam wergirtine derbarê berdewamiya hebûna hêzên Hevpeymaniya Navdewletî li herêmê û hevkariya hevbeş li dijî DAIŞê û parastin û aramiya herêmê.

Kurdistan Haberleri

AMED - Bijîşk 4 rojan grevê dikin
Li Diyarbekirê Tora Mafên Zarokan hat damezirandin
Serjimariya giştî ya gel di roja xwe ya duyemîn de berdewam dike
Tirkiye li Rojavayê Kurdistanê hêzên xwe zêde dike
Hawrê Tofîq: Serjimêrî dê bandorê li hejmara kursiyan bike