Generalê xanenişîn: Tirkîye li Sûrîye stratejîya xwe diguherîne

Generalê xanenişîn ê TirkîyeEhmed Yavuz ji rojnameya Cumhurîyet a Tirkî re dîyarkir, ku: “Xuya dike, ku Tirkîye li Sûrîye stratejîya xwe diguherîne, dîsa dê berê xwe bide Amerika”.

Navenda Nûçeyan- Ligor generalê Tirk, sedemek sereke ya guherîna stratejîyê helwêsta Rûsya ye, ku ji rejîma Sûrîye re nabêje – raweste! Ev yek bandore li pêwendîyên Rûsya-Tirkîye dike û encam jî nêzîkahîya ligel Waşingtonê ligel xwe tîn e.

Ehmed Yavuz dibêje: Kiryarên rejîma Sûrîye li idlibê ligor dilê Putin e jî, na xwe Serokê Rûsya di roja yekem de telefon a Serokomarê Tirkîye kiribû û dilgiranîyên xwe ji kuştina leşkerên Tirkîye anîbûn ziman. Tenê di rojekê de firokeyên Sûrîye 200 operasyonan li idlibê encam didin, lê Rûsya bêdeng e. Ev yek jî, helwêsta Rûsya bi zelalî eşkere dike.

Tirkîye jî, dê rêya nêzîkahîya ligel Amerika bide pêş xwe.

 K24

 

 

Siyaset Haberleri

Parlamentoya Îraqê biryar da ku Helebce bibe parêzgeh
Nêçîrvan Barzanî û Ehmed Şer civiyan
NYT: Li Sûriyê zêdetirî 100 kargehên çekên kîmyewî hene
Şanda Rêveberiya Parêzgeha Helebê serdana ENKSê kir
Rêber Ehmed: Kurdistan pabendî rûbirûbûna tawanên rêkxistî û torên bazirganîkirina bi mirovan e