Ew, yek ji wan keçên sipehî bû. Tesadifeke qederê li malbateke karmend hatibû dunyayê. Ne xişilên wê, ne hêviyeke mîrasê, ne jî ku bi yekî dewlemend re nasîna wê çêbe, ji wê hez bike, wê fam bike û pê re bizewice hebû. Ji ber vê yekê bi karmendekî re zewicî ku li wezareta perwerdekirinê kar dikir.
Cilên wê besît bûn, ji lewre ne dikarî kincên sipehî li xwe bike; û herweha xwe li derveyî civatê didît. Lêbelê jin ne aîdê kast an nîjadekê ne. Sipehîbûn û cazîbeya wan berî malbata wan tê. Rihê wan yê ji bo zerafetê û hişzîrekiya wan dibe esasê cîhê wan yê civakî; keçên ji rêza besît, yên xelkê, bi vî awayî bi jinên tovrindan re têne rêzekê.
Li derûdor digeriya lê bêhna wê dernediket, aciz dibû. Wê his dikir ku ew ji bo kêfxweşî, rindî û jiyaneke xweş çêbûbû. Ji ber feqîriya malê, dîwarên sar, sandelyeyên kevin û rûyê nivînên çîrkîn xem xwar bû. Van hemî tiştan, heke jineke din di şûna wê de bana dibe ku qet bala wê ne kişanda, ew diêşand û aciz dikir. Gava çavên wê bi keçika piçûk, xizmetkara malê ji Bretagne, diket; di serê wê de hêvî û xeyalên rengareng û xweş dihatine vejandin. Wê xeyala odeyên bêdeng dikir; herweha wê odeyên payînê xeyal dikir; yên ku dîwarên wan bi neqişên orîentalî xemilandîbûn û ji mûmdankên berz yên bronz tîrêjên ronahiyeke loş direşiya û li odeyê du xizmetkarên bejin dirêj bi unîforma di bin germahiya boriyên germbûnê li koltuxên mezin rûniştine û xilmaşê xewê ne. Eywanên mezin, tapetên hevrişîmî û bêhnên xweş yên cûr bi cûr ku difûriyan û di saet pêncan de dema çay vexwarinê, bala hemî jin û mêrên nas, dost û navdaran dikişand, di nav xeyalên wê de bûn.
Gava li ber maseya ku ev sê roj bûn her eynî çarşef li ser raxistîbû, rûnişt; û li wê derê li hember mêrê xwe yê ku kapaxa sehena şorbeyê rakir û bi dilxweşî: "Oxx, ev goşteşorbeya xweş, xwarina herî bi lezet e!" got, wê her xeyal dikir. Xeyala şîvên xweş, desteyên zîv yên birqok yên ku bi siwariyên sedsala navîn, bi çûkên nedîtî li daristanekê, neqişandîbûn; dihatin ber çavên wê û xeyal dikir ku xwarinên bijarte ku di desteyên herî baş de dihatine danîn; bi dengekî nizim û bişirîneke nerm pesin dihatine dayîn; û goştê keşîne û baskên kewan dihatine xwarin.
Cilên wê yên sipehî, zînet, tiştekî wê tu ne bû. Ji tiştên wisa hez dikir, dida aqilê xwe ku ji bo tiştên welê hatibû dunyayê. Ji dil dixwest di nav kêf û zewqê de bijî, ji jiyanê tehmê bigire; kesên din bi dilbijokî li wê binêrin; xwe cazîbedar û balkêş his bike.
Hevaleke wê e dewlemend hebû, hevalek ji pansiyona manastirê nas dikir; lê tucar ne dixwest here cem wê; difikirî ku dê jê re pir zehmet be gava ew vegere jiyana xwe ya rojane. Jê dihat ku bi rojan rûne û ji ber bêhêvî û bêçareyiya xwe bigirî.
Êvarekê mêrê wê di destî wî de zerfeke mezin bi kêfxweşî hat malê. Got:
- Fermo, ji bo te ye.
Wê zerf ji hev vekir û kartek jê derxist, lê weha nivisandîbû:
"Wezîrê Perwerdekirinê û xanim Georges Ramponneau bi kêfxweşî mîrze û xanim Loîsel dawetî baloyê dikin. Cîh: Otela wezaretê. Dem: Duşem 18/01"
Mêrê wê hêvî dikir lê ew pê kêfxweş ne bû. Bi awayekî acizbûyî karta vexwandinê avêt ser maseyê û bi milmilandinê:
- Ji min re çi, ma çi eleqeya min pê heye?
- Xanim, min ji xwe re digot tu ê kêfxweş bibî. Tu çu car naçî derekê; vaye fersendek ketiye destê me, divê em jê istîfade bikin. Bawer bike ku bidestxistina vê kartê ne karekî hêsa bû. Herkesî dixwest, li karmendên piçûk gelek ne hatin belav kirin.. Tu dê li wê derê ew Parîsa ku behsa wê dibe, bibînî.
Wê bi şêweyekî hêrsbûyî li wî mêze kir û got:
- Heke ez biçim, gelo bi ya te ez çi li xwe bikim?
Ew vî tiştî ne fikirîbû, lalbûyî bersîv da:
- Tu dikarî wî kirasê xwe yê ku gava em diçûn şanoyê te li xwe dikir, hildî. Bi ya min gelekî sipehi ye.
Ecêbmayî deng ji xwe birî. Ji lewre jina wî digiriya. Du rondikên mezin hêdî hêdî ji çavên wê ber bi jêr, ber bi xetên kêleka devê wê dadiketin.
Wî pirsî: - Xêr e? Çi ye?
Wê bi dijwarî pêşî li êşa xwe girt. Hinarikên xwe yên şil ziwa kirin û bi aramî:
- Tiştek nîne. Ji bo baloyê kirasê min tu ne. Ji ber vê yekê ez nikarim herim wê vexwandinê. Vê kartê bide hevalekî xwe. Dibe ku rewşa jina wî ji ya min çêtir be.
Mirûzê wî daket.
- Bi izna te em piçekî lê bifikirin, Mathîlda. Ma kirasekî sipehî, gava pêwist be tu li xwe bikî bihayê wî bi çi ye?
Jinik bîstekê fikirî, di serê xwe de hesab kir û da aqilê xwe ku jimarekê bêje bêî ku mêrê wê yê karmend bi carekê ve red bike.
Di dawiyê de wê bi dudilî got:
- Ez baş nizanim lê ez bawer im ku bi çar sed frankî karibim yekî sipehî peyda bikim.
Lehzeyeke kurt rûyê wî sipîçolkî bû; ji ber ku wî tam ewqas pere dabû ser hev da ku ji xwe re tifingekê bikire û tevî hevalên xwe demsala havînê li deşta Nanterê here nêçîrê. Çend heval wî hebûn ku rojên yekşeman diçûn nêçîra çûk û teyran.
Wî got:
- Baş e. Ez ê çar sed frankî bidim te. Lê hewl bide ku tu kirasekî sipehî peyda bikî.
Roja vexwandinê nêzîk dibû. Digel ku fistanê xanim Loîselê hazir bû jî ew esebî, bêhizûr û mirûzdaketî dixuya. Êvarekê mêrê wê got:
- Rewşa te çawa ye? Ev sê roj in ku tu bêkêf dixuyî?
- Dê rewşa min çawa be. Min tu zînet nînin. Ez dê di nav hemiyan de welê belengaz û hejar bixuyêm. Ya herî baş ew e ku ez neçim baloyê.
Wî di bersîva xwe de:
- Tu dikarî bi gulên bêhnxweş xwe bixemilînî. Di vê demsalê de gul gelekî sipehî ne. Bi deh frankan tu dikarî sê gulên pir xweşik bikirî.
Pêşnihada wî zêde ne bi dilê wê bû.
- Na... Di nav jinên dewlemend de, ji feqîr xuyabûnê xirabtir tiştek nîne.
Wê gavê mêrê wê got:
- Em çawa ne fikirîn? Here ba hevala xwe xanim Forestier û ji wê çend zînetan rica bike.
Jinik ji kêfan qêriya.
- Rast e. Pir baş e. Bi rastî jî min dê bîr nebiriba.
Roja dinê çû cem hevala xwe û daxwaza xwe jê re got.
Xanim Foreister rabû çû ber dolaba xişlan, ew vekir û ji xanim Loîselê re got:
- Were tu bi xwe biecibîne.
Pêşîn çavên wê bi cotek bazinan ketin; paşê gerdeniyeke ji mircanan, piştre xaçeke ji zêr û bi kevirên bi qîmet neqişandî dît. Wê ew xişil li ber neynikê prova kirin, dudil bû, ne dikarî wan ji xwe bike û deyne; bêwestan dipirsî:
- Ma tiştên din jî nînin?
- Belê. Tu bi xwe lê bigere. Ez nizanim ka kêfa te ji kîjanî re pir tê.
Ji nişkê ve wê gerdeniyeke elmasî dît, teptepa dilê wê zêde bû; xwestineke ecêb bi wê girtibû. Gava wê ew rakir, destên wê diricifîn. Gerdenî li ser sikura kirasê xwe bi cîh kir û li pêş neynikê bi wecd sekinî.
Piştre wê bişik û dudilî pirsî:
- Ez daxwaza vê, bi tenê vê dikim?
- Baş e. Pir baş e.
Hevala xwe hembêz kir, ramûsa û paşê bi gencîneya xwe re bi lez ji wê derê çû.
Roja vexwandinê hat. Xanim Loîsel bi ser ketibû.Ya herî sipehî ew bû, kêfxweş, bi bişirînê li eywanê digeriya. Hemî mêran li wê mêze dikir, dipirsîn ka ew kî ye, dixwestin bi wê re bêne nasandin. Karmendên bilind yên wezaretê hemiyan dixwest bi wê re bireqisin. Bala wezîrî bi xwe jî kişand.
Bi kêfxweşî û coşbûyî dans dikir; di wê gavê de ji bilî kêfê tiştekî din ne difikirî; ji serketina xwe zewq distend û di atmosfereke bextewar de dijiya, atmosfera ku bi pesindanê tije bû û ew hemî heyranî û dilbijokiya vejandî, ew serketina şahane ku ji bo dilê jinan şêrîn e.
Ber bi sibeyê di saet çaran de balo xilas bû. Ji saet diwanzdeh û pê ve mêrê wê û sê zilamên din ku jinên wan jî bi cesaret kêf dikirin, li eywaneke piçûk rûniştî û xilmaşê xewê bûbûn.
Wî cilên wê yên ser avêtin ser milên wê ku wî ji bo vegerê bi xwe re anîbûn; cilên besît, ku wan bi besîtiya xwe li kirasê balo yê mikemel ne dikirin.
Vî tiştî bala wê kişand; wê lez da xwe da ku jinên din yên ku kurkên xwe li xwe dikirin wê di vê rewşê de nebînin.
Loîse hewl dida ku bibe maniê wê: - Raweste! Tu ê serma bigirî. Ez ê paytonekê peyda bikim.
Wê guhdariya wî ne kir; bi lez di nerdiwenê re daket. Gava hatin kolanê tu wasite ne dixuya. Bi her awayî wan hewl dida ku paytonekê peyda bikin lê nafîle bû, paytonger di ber wan re dibihurîn.
Cemidî û cesaretşikestî daketin heya ber Seine û li kêleka şet paytoneke kevin peyda kirin; ku mirov paytonên wisa piştî daketina tariyê, li Parîsê dibîne; mîna ku ji şermazarî ne dixwestin kevinbûna xwe bi roj nîşan bidin.
Paytonger ew birin li ber xaniyê wan li rue des Martyrs danîn; di derenceyê re bi riheke bêkêf hilkişiyan. Ji hêla xanimê ve dawiya kêfxweşiyê bû. Ew jî lê difikirî ku divê saet di dehan de li wezaretê li ser karê xwe be.
Wê li pêş neynikê cilên xwe yên ser danîn da ku careke dawîn li zerafet û sipehîbûna xwe mêze bike. Lê ji nişkê ve qêriya. Gerdeniya ji elmas ne di stuyê wê de bû.
Mêrê wê yê ku nîvenîv cilên xwe danîbûn ji wê pirsî:
- Xêr e?
Wê berê xwe da wî û bizdiyayî got:
- Min... min... min gerdeniya xanim Foreister xistiye.
Mêrik bi pengizandinê ji cîhê xwe rabû.
- Te got çi? Çi bûye? Çawa? Ne mimkin e!
Li nav fetlokên fistanê wê, bêrîkên wê, li hemî deran mêze kirin, lê ne dîtin.
Wî pirsî:
- Ma tu ewle yî ku di stuyê te de bû gava em ji otela wezaretê derketin?
- Belê, tê bîra min; û gava em li bin çardaxê bûn min ew seh kir.
- Heke te ew li kolanê xistiba, me dê bibihîsta. Miheqeq di paytonê de ye.
- Rast e, mimkin e. Ma tu nimreya wê dizanî?
- Na, ma te nimreya wê dît?
- Na.
Bi aweyekî tirsiyayî li hev nêrîn. Mêrik rabû cilên xwe cardin li xwe kirin.
- Ez ê herim cîhê ku em meşiyabûn mêze bikim; dibe ku bibînim.
Û çû derve. Jinik kirasê balo lê, xwe kişand ser hev û li sandelyeyekê rûnişt; taqeta ku cilên xwe deyne û here vekeve pê re ne mabû.
Mêrê wê saet di çaran de hat malê. Wî tiştek ne dîtibû.
Çû cem meqamê polîsan yê herî bilind, serî li rojnameyan xist, li şîrketa paytonan xelatek îlan kir; serî li hemî deverên ku hêviyek tê hebû xist.
Jinik bi rihekî perîşan ji ber vê tifaqa nedîtî, wisa heta êvarê sekinî.
Êvarê Loîsel hat malê. Rûspîçolkî û perîşan dixuya. Hîn jî tiştek peyda ne kiribû.
- Divê tu ji xanim Foreister re nameyekê binivîsî û bêjî qulpê gerdeniyê şikestiye û em ê bidin çêkirin. Bi vî awayî piçekî wext çêdibe.
Wê li gorî gotinên wî nameyek nivisî.
Piştî hefteyekê wan bi temamî hêviya xwe birî.
Û Loîsel yê ku bi qasî çend salan kal bûbû, rojekê got:
- Divê em bi awayekî wê gerdeniyê telafî bikin.
Wan roja dîtir, qutiya gerdeniyê anî û çûn dikana zêrfiroş ku navê wî li bin qutiyê hebû.
- Min ev gerdenî ne firotiye. Xuyaye bi tenê qutî ji dikana me ye.
Ji dikana zêrfiroşekî derdiketin diçûn yeke din, li gerdeniyeke mîna ya ku winda kiribûn digeriyan; hewl didan ku bînin bîra xwe ka ya din çawa bû. Ji xem û bêhizûrî perîşan bûbûn.
Li dikanekê li kêleka Palais-Royal wan gerdeniyeke ji elmas dît; ku bi ya wan mîna ya ku ew lê digeriyan bû. Bihayê gerdeniyê çil hezar frank bû; lê bi sîh û şeş hezaran dê bifirota wan.
Ji zêrfiroş rica kirin ku sê roj midet bide wan û heke ya din heya dawiya sibatê bibînin bi sîh û çar hezaran paşve ji wan bikire.
Bavê Loîsel hejdeh hezar jê re mîras hiştibû. Wî dê yê din jî deyn bikira.
Wî hezar frank ji yekî, pênc sed ji yekî din, sed frank li vir û pêncî li wir deyn kir. Îmze avêt binê kaxizên malxirabiyê, ket nav destên faîzxuran û hemî cûre deyndêran. Temamê hebûna xwe li ortê danî, kaxiz îmze kirin bêî ku pê zanibe ka îmza wî li bankayan muteber e an na. Bi pêşeroja ku bi dijwarî û tarîtiyê tije, ku dê gelekî belengazî û perîşanî bidîta, çû dikana zêrfiroş da ku gerdeniyê bi 36 hezaran bikire.
Gava xanim Loîsel hat mala Foreister ji bo gerdeniyê deyne, mazûban hinekî aciz bû. Got:
- Divê te ji zû ve bianiya, dibû ku pêwistiya min pê heba.
Hevala wê ditirsiya ku dê qutiyê veke, lê wê venekir. Ma dê çi bifikiriya heke vekira û bidîta ku ne eynî gerdenî ye? Ma dê çi bigota? Ma dê nefikiriya ku Mathîlda dizek e?
Xanim Loîsel êdî jiyana hejaran dijî. Piştî midetekê wê bi cesaret pê da erdê û bi qedera xwe razî bû. Deynê giran diviya bihata dayîn. Mecbûr bû. Wê dê bidaya. Xizmetkara xwe ji kar avêt. Ji daîreya xwe derketin çûn yeke erzan kirê kirin. Qata herî jor.
Karê giran yê malê, xebata metbaxê bi xwe dikir. Firaq dişûştin, neynûkên xwe yên rengegul di nav quşxaneyên ji axê û di bin beroşên bingirtî de xeritandin. Êdî cilên qirêj, gomlek û xewliyên metbaxê dişûştin û li ser ristekê radixistin. Her sibehê gemara malê dibir xwarê li kolanê li cihê gemarê danî û vegerê bi xwe re av dianî malê; li ber nerdiwenê disekinî bêhna xwe distend û hildikişiya. Cilên wê mîna jineke ji nav xelkê û selikek di dest de diçû bazarê, fêkî, goşt û tiştên pêwist bi bazarkirinê dikirî; ji bo çend quruşan pê dida erdê.
Her mehê mecbûr bûn ku hin ji deynan bidin û hin din jî paşve bixînin, wext bi dest bixin.
Mêrê wê êvaran li cem ticarekî kar dikir; wî hesabên rojê bi awayekî birêkûpêk derbasî deftereke din dikir. Ji wî karê xwe, ji bo her rûpelê pênc quruş qezenc dikirin.
Jiyana wan bi vî awayî deh sal bihurî.
Piştî deh salan wan temamê deynê xwe û faîza wan dabû.
Niha xanim Loîsel pîr xuya dikir. Dişibiya wan jinên zexim, hişk û qebe ku mirov li mala feqîran dibîne. Porê wê gijomijo, etekekî xwaromaro lê, bi destên xwe yên sorbûyî û çokdayî erd firçe dikir. Dengê wê hatibû guhertin, bilind bûbû û cirînî jê diçû. Lê carinan gava mêrê wê li wezaretê li kar bû, li ber pencereyê rûdinişt û li wê vexwandinê, wê demê difikirî; dida aqilê xwe ku wê gavê sipehî û bextewar bû.
Gelo dê jiyan çawa baya heke wê ew gerdenî winda nekiriba? Kî zane? Jiyan çiqas ecêb e, çiqas guhêrok e! Tiştekî çiqas piçûk dikare bibe hoyê bextewarî an jî bextreşiyê!
Yekşemekê gava piştî hefteyeyeke xebatê ji bo piçekî bêhna xwe berde, li Champs-Elysees, dimeşiya, ji nişkê ve çavên wê bi xanimekê ket; ku tevî kurikekî dimeşiya. Ew xanim Foreister bû, wek berê dirêj, sipehî û cazîbedar bû. Cesareteke ecêb pê re çêbû. Ma divê bi wê re bipeyîviya? Belê, bêşik. Û niha ku hemî deynên xwe dabûn dikarî ji wê re bûyerê bêje. Çima na?
Çû cem wê.
- Roja te xweş, Jeanne.
Xanim Foreisterê ew nas ne kir û ecêb ma ku jineke wisa feqîr çawa weha samîmî gazî wê dikir. Piçekî şaşbûyî weha got:
- Ez fam nakim... Herhal xeletiyek e...
- Na, ez Mathîlda Loîsel im.
Dosta wê bi dengekî berz:
- Wee! Mathîlda reben, tu çiqas hatiyî guhertin!
- Belê, min gelekî zehmetî dît, piştî ku cara dawîn me hev dîtibû, feqîr û bêçare... û tev ji bo xatirê te...
- Ji bo xatirê min? Çawa?
- Gava ez çûm baloya wezîr, ew gerdeniya ku te da min, tê bîra te?
- Belê, ma çi bû?
- Min ew gerdenî xist, winda bû.
- Te xist? Lê te anî da min.
- Ya ku min anî da te yeke din bû; lê mîna ya te bû. Û ev deh sal in ku em deynê wê didin. Herhal tu fam dikî ku me çiqas zehmetî kêşaye... çu tiştekî me tune bû... Bi çi awayî be jî em jê xilas bûn. Bi rastî jî ez pê kêfxweş im.
Xanim Foreister di cîhê xwe de sar bû.
- Di dewsa ya min de te çû gerdeniyeke nû kirî?
- Belê, te qet tê dernexist, ne wisa? Wek hev bûn.
Bi şêweyekî dilsaf û serbilind bişirî.
Xanim Foreister di bin tesîreke mezin de ma, bi herdu destên dosta xwe girtin.
- Axx Mathîlda reben! Gerdeniya min sexte bû. Bihayê wê herî pir pênc sed frank bû!
Maupassant
Werger: Serdar Roşan