Geştên esmanî yên di navbera Iraq û Tirkiyê de îro despê dikin

Geştên esmanî yên di navbera Iraq û Tirkiyê de îro despê dikin

Geştên esmanî yên di navbera Iraq û Tirkiyê de îro destpê dikin û Herêma Kurdistanê jî li xwe digire.

Li gor Rêveberê Ragihandina Desthilata Firokevaniya Sivîl a Iraqê Cîhad Dîwan destnîşan kir, geştên esmanî yên di navbera Iraq û Tirkiyê ji îro 15ê Cotmeha 2020an ve destpê dike.

Cîhad Dîwan da zanîn, piştî gotûbêj û danûstandinên li gel aliyê Tirkiyeyî, biryar hatiye dayîn ku her hefteyê her aliyek heft geştên esmanî pêk bîne, wate heftane aliyê Iraqî dê heft geştan û aliyê Tirkiyeyî jî heft geştên esmanî pêk bîne û destpêkirina geştên esmanî di navbera Iraq û Tirkiyê de, Herêma Kurdistanê jî li xwe digire.

 

Kurdîstan Haberleri

Festîvala fîlmên kurdî ya Patrîsê dest pê kir
Li Parîsê Pêşangeya Wêneyan
14 jinên Kurd beşdarî pêşangeheke şêwekariyê ya Polonyayê bûn
Suryaniyên Sûriyê: Gotinên di destûra demkî de, dewama gotinên rejîma berê ye
Komîteya Destûrê: Navê welat wekî Komara Erebî ya Sûriyeyê dimîne