Hozan Bengi
Em bi alîkarîya Kek Ehmed, birayê wî Seywan û hevalê wan li Otêl Aştî bicihbûn. Me telefonê çend nas û dostan jî kir û em rûniştin da plana rojên dahatû darêjin. Me dizanîya, ku metirsîya ku em li Silêmanî bimînin û tu derê din ve neçin gelek mezin bû. Ji ber ku bes li Silêmanî, ne tenê mehek, lê têra çendîn mehan tişt û mirov, kes û kesayetî, cih û binke û barega hene, ku mirov dikare serdana wan bike, bixwîne, bibîne, li ser bixebite û lêbikole. Lê me mebest ne tenê ev bû û ne jî tenê lêkolîn bû, mebestekî me yê serekî jî ew bû, ku em geşta xwe berfirehê hemû Kurdistana Azad biken.
Me biryar da, ku em sibê/beyanî zû, serdana Zankoya Silêmanî biken û paşî jî, li gel Kek Ehmed ber bi Kerkûk ve bi rê bikevin. Ji me ra baştirîn derfet bû eva. Ji ber ku malbata Kek Ehmed, malbatekî bi reh û rîşî bû li Kerkûk û di heman demê da, Kek Ehmed bixwe jî rind dihat nasîn, ji ber xebatên xwe yên ramanî (sîyasî) li bajarê Kerkûk û xebatên xwe yên li Danmark, di “Komela Parastina Kerkûk” û “Komîta ji bo Dadigahîkirina Tawanbarê Şer Nizar Xezrecî” da. Hemû malbat bi niştimanperwerî û xweragirî ya xwe dihat nasîn û rêzlêgirtin. Ji bo me gelek baş bû, ji ber ku Kerkûk heta niha hinde têkilhev û aloze, ku tu kes bi serê xwe nikare here Kerkûk û hemû cihên wê bigere, bibîne û imajek rastî lê werbigre. Heta niha berdewam şer û nexweşî, têkilhevî, kuştinî li Kerkûk rûdiden û ji hemû awayên provakasyonan ra vekirîye. Cih hene, ku mirov piştê daketina tarîtîyê, yan qet pê da naçe, yan jî tenê naçe û eger bi grup jî biçe, bê çek naçe û htd...
Lê berê çûna Kerkûkê, dê me serek li Zankoyê bidaya û eva jî cihê dilxweşîyê bû. Zankoya Silêmanî, di rastîyê da yekem zanko bû li Herêma Kurdistan û hêj sala 1968 da hatibû vekirin. Sala 1981 ji alîyê rejîma BEES ve hat daxistin (girtin) û neqlê (hat raguheztin) Hewlêr (Selahadîn) bû. Lê karmend û mamostayên zanistê, dîsa bi alîkarîya desthilata (hikûmeta) Herêm, sala 1991 – 92 binyata wî danîn û niha dora 7500 xwendekar û 450 lektor (mamosta) tê da cih digrin.
Wek piranîya cihên weha, pêwîstîya mirov bi peywendîyek heye, da rê ji mirov ra veke ji bo ketina hundir. Evî peywendîyê jî Kek Ehmed ji me ra rêkxist. Hevalê wî Mamoste Aram (Wehîd) Omer Muhîdîn, ku ji Kerkûk bû û li ser pirsa Kerkûk jî kar dikir û li Zanko jî hem mamosta û hem jî alîkarê (“yarîdederê”) Serokê Fakulta Hiquqê bû. Berê çûnê Kek Kameran jî hat ba me li Otêl Aştî û em hersê rêheval, Kek Ehmed û Kek Kameran (Kameran jî li Danmark dijî û xortekî hunermend, jîr û civakî ye. Di televizyona kurdî ya navçeyî li Kopenhagen da jî kar dike) bihevra ber bi Zanko yê ve birêketin.
Zanko ya Silêmanî, wek giraveka/dûrge/cezîre/ada mezin, di naverasta bajêr da cihê xwe girtîye. Derwaza mezin ya Zanko yê beranber Otêla 5 stêrî Palas e, lê rêya ketina hundir ji alîyê piştê ve ye. Derî ji alîyê çavdêran ve tê parastin û tenê jûra pêşwazî/resepsîyon dikare rê ji mirov ra vebike. Me ji pêşwazî ra da xuyan, ku em mêvanên Mamosta Aram in. Pêşwazî bi telefon ragehande Mamosta Aram û ew jî me ji pêşwazî girt û em çûne ofîsa wî. Me pirsên xwe ji Mamosta Aram kirin û bû me rind dîyar bû, ku Mamosta kes û kadro û karmendekî hêjayê kurd û rêya fêrkirina zanist û zanînê ye. Mamosta di heman demê da, di nav desteya nivîskarên kovara “Kerkûk” da jî cihê xwe girtîye. Mamosta Aram Hiquqzanekî zana û jîr bû. Mamosta wî zanînê da me, ku heta roja îro jî, çi li Îraq û çi jî li Kurdistan, hêj qanûn/yasa ên dema Sedam di kar da ne. Gelek zanyarîyên din jî dane me û paşî jî peywendî li gel Dr. Şewnim Ebdulqadir girê da û Dr. Şewnim Xan jî daxwaz kir, da em biçne ofîsa wê.
Li gel Dr. Kemal Xoşnav
Dr. Şewnim Ebdulqadir, Yarîdederê/alîkarê Serokê Zanko bû di Kar û Barên Kargêrî da. Piştê hindek zanyarîyên hêja, Dr. Şewnim li ser daxwaza me peywendî li gel Serokê Zanko Dr. Kemal Xoşnav, ku ji kombûnek li gel zankoyên Hewlêr û Duhok vegerîyabû, girêda û pê da zanîn, ku em dixwazin serdana wî biken. Dema Dr. Kemal navê me bîhîst, daxwaz kir ku em dotira rojê demjimêr 9 pêşnîvro biçine serdana wî.
Dotira rojê, em di dema dîyarkirî da hatin pêşwazîya Serokayetîya Zankoya Silêmanî û ji wê em şandin jorê û derbazê ofîsa Serokayetîya Zanko bûn û ji alîyê birêz Serokê Zankoya Silêmanî Dr. Kemal Xoşnav ve bi germî hatin pêşwazîkirin. Bi dilşayî ji me ra got, ku ew bixwe dixwest peywendî li gel me girê bide, lê niha em bixwe hatine ba wî.
Serokê Zanko Dr. Kemal Xoşnav nas û dostekî min yê hêja ye. Dr. Kemal Xoşnav navek nas bû di nav literatûra Kurdayetîyê da. Ji destpêka Şoreşa Başûrê Kurdistanê ve mirov rastê navê wî dêt û navê wî hertim bi rêzî tê binavkirin. Mirovek hişkurd û Kurdistanî û mirovperwer û dilovane. Ji alîyê pîşeyî ve jî, ku wek mihendis di warê çandinîyê da doktora standîye, jêhatî bûye û hêj di demên berê da, di zanko da dersdar bûye.
Nasînîya me ji salên 1980 – 82 dihat û me vî nasînîyê çend sal berê li Danmark bilindê dostayetîyê jî kiribû, dema Dr. Kemal li Danmark daxwaza mafê penaberîyê kiribû û wergirtibû. Paşî nekarî/nexwast li Ewrûpa bimîne û xwe gihande Kurdistan, da di pîşeya xwe da (mamoste li Zanko) kar bike û bi vî rêyê xizmeta welatê xwe jî bike. Piştê gelek zehmetîyan li Zankoya Hewlêr hindek kar dike û paşî derbazê Zankoya Silêmanî dibe û dawîyê jî wek serokê wê tê helbijartin. Dema malpera Zankoya Silêmanî vebû, min pîrozbayîyek ji Dr. Kemal ra şandibû û bersîvek gerim jê wergirtibû.
Dr. Kemal bi coş û xiroş li ser proje û pêşketin û demokratî û beşdarîkirina xwendevanan di kar û barên zankoyê da diaxaft.
Gotinên Dr. Kemal li ser çend babetan komdibûn, ku yên here girîng evane bûn;
Dr. Kemal gelek li ser projeyek rawesta, ku li gor bîr û bawerîya Mamoste dikarîya bibe projeyek serekî û girîng di dahatûyê jîyana Perwerdeya Bilindê Kurdistanê da. Navê projê “Zankoya Azad” bû, ku Mamoste çi li Ewrûpa û çi jî li welatên pêşketî dîtibû, yan jî li ser xwendibû/bîhîstibû. Bi proja “Zankoya Azad” Mamoste dixwest hindek tişt û resurs (ressource) bigehîne hev, da karên pêşxistin û zanînê (ekspertîs), di zanko û warê fêrbûnîyê da, bi profesyonalî bête rêkxistin.
“Zankoya Azad”;
a. dê derfet ji wan kesan ra veke, ku dixwazin di warekî dîyarîkirî da ekspertîsê (ixtisas) werbigrin, yan xwe pêşda biben
b. dê ew kesên di warekî dîyarkirî da ekspertîsa wan heye, bixe xizmeta perwerda bilindê kurdan, ji hemû beşên Kurdistan û li her derê
c. dê naveroka perwerda bilinda Kurdan xurttir û hevdemtir bike
d. dê hevkarîya navbera zankoyên Kurdî da xurttir bike
e. dê asta zanîn û zanistê di Kurdistanê da (di nav civaka kurdan da) bilindtir bike
f. û gelek ên din.....
2- Pêşdaxistina hevkarîya Zankoyên Kurdistanê
3- Piştîvanî, alîkarî û hevkarî li gel Zankoya Kerkûk (û Musil)
4- Pêşdabirina tovên demokratîyê di nav çarçova Zankoyên Kurdistanî da
5- Beşdarîkirina xwendekarên zankoyan di kar û barên perwerde di zankoyan da
6- Azadîya birêveberîya zanko beranber birêveberîya Desthilata dewletê
7- û htd...
Evana hindek ji wan xalan bûn, ku ji alîyê Dr. Kemal ve hatin bilêvkirin û di ser da jî, teksta proja “Zankoya Azad” da dest me, ku mixabin heta niha tenê Erebîya wê hebû, lê wek pêwîst dê bihata wergerandina kurdî jî. Em niha tenê dikarin bêjin, ku me Erebîya wê heye û eger pêwîst bê dîtin em dikarin biden wergerandin.
Piştê hevrûniştina me, min da xuyakirin, ku min hindek amirên perwerdeyîyên, ku di fakulteya Zanistîda bikar dê, li gel xwe anîbû – ji xwendekarekî kurd ê zanistîyê li Danmark – û min ji Dr. Kemal xwest, ku ya ji destê min bigre, ya jî me bişîne wî beşê zankoyê, ku em dikarin bixwe biden destê wan. Dr. Kemal, peywendî li gel Fakulteya Zanistê girê da û bi wan da zanîn da pêşwazîya me biken. Li gel wî jî Formek da me, ku em biden kesên xwedan xwendina bilind, ku dixwazin li gel Zankoyên li Kurdistana Azad karbiken, tijî biken û li gel “Birwaname” (bawername/dîploma/şehade) bişînin zankoyê, destê kesên peywendîdar.
Berê em biçne beşa Zanistê, Mamosta Selahadîn Seid Eli, ku “Yarîdederê Ragir” (Dean) bû pêşwazîya me kir û em li Zankoyê gerandin. Paşî jî li Kolêja (fakulte) Zanistê em bi germî hatin pêşwazîkirin. Di nav gera me da hindek tişt bala me kişandin, ku eger em li ser wan neaxivin, bi rastî jî neheqî li serdana me yê li zanko dibe. Evana hindek ji wan dîyardeyan bûn, ku bala me bi taybetî kişandin ser xwe:
1- Li her derê zankoyê da, xwendekar wek gêreya mûrîyan li hev diçûn û dihatin û dixwendin, digengeşîn, kor (kor=semîner – em çûne 3 jûrên amfiteater ji bo ders û semîneran) girêdidan û holên (salon) kitabxaneyanda tijî dibûn. Ev jîndarî , livîn, germî, devkenî û geşbînî, bi rastî jî gelek balkêş bû.
2- Bi taybetî peywendî û serbestîya keç û kuran bihevra, li her derê zanko yê. Eger mirov bîra xwe bîne, ku Silêmanî bajarek Rojhilata Navîn e, gelek balkêş bû – bi awayekî gelek posîtîv.
3- Li her derê, li her salonê, laboratuarê, kitabxanê, li kolan û li dersxanan da keç û kur wek hev beşdar dihatin xuyan
4- Çarçova fîzîkî ya zankoyê gelek guncayî, pak û paqij, fireh û spehî bû û di nav dar û ber û gul û gulistanê da xemilî bû
5- Laboratuarên zankoyê bi giştî pir bi kêmasî bûn, lê dîsa jî xwendekar li gel kar dikirin
6- Hestek xurt ji mirov ra dîyar dibû, ku ev cih perwerdeya kadroyan dike, da dahatûya Kurdistanê bi awayekî baştir, rêk û pêktir, rêkxistîtir û hevdemtir bihûnin
7- Kurdistan bê rê û bê peywendî û bê aborî bû, lê dîsa jî bi xwestekek gelek mezin dezge û rêkxistinîyên bêhempa ji bo perwerde û pêşketinê hilbestibûn.