Geştyarên kurd piştî daxuyanîyê hatin berdan!

Piştî daxuyaniya hikûmeta herêma Kurdistanê, hikûmeta Tirkiyê jî geştyarên herêma Kurdistanê azad kirin.

Piştî hejmarek geştyarên herêma Kurdistanê duh li bajarê Trabzon a Tirkiyê xwestin bi Al a Kurdistanê ve wêneyan bigrin, ji aliyê nijadperestan ve êrîş li ser wan hatibû kirin û piştre jî ew hatibûn girtin. Li hember vê bûyerê îro hikûmeta herêma Kurdistanê daxuyaniyek da û ew geştyarên kurd ên li Tirkiyê  hatin berdan.


Kesekî nêzîk geştyaran ji BasNewsê re ragehand, piştî daxuyaniya hikûmeta herêma Kurdistanê, hikûmeta Tirkiyê jî geştyarên herêma Kurdistanê azad kirin.


Li gor zanyariyên berdest, deriyê sînor ê Îbrahîm Xelîl hatiye agahdar kirin ku îro êvari dê ew geştyarên kurd wegerin herêma Kurdistanê.


Hejmara wan geştyarên ku hatibûn girtin, 9 kes in û jin jî di nav wan de hene.
 

Kurdîstan Haberleri

Festîvala fîlmên kurdî ya Patrîsê dest pê kir
Li Parîsê Pêşangeya Wêneyan
14 jinên Kurd beşdarî pêşangeheke şêwekariyê ya Polonyayê bûn
Suryaniyên Sûriyê: Gotinên di destûra demkî de, dewama gotinên rejîma berê ye
Komîteya Destûrê: Navê welat wekî Komara Erebî ya Sûriyeyê dimîne