Li gorî nûçeya NTVyê hikumeta AKPê pêşnûmayek şandîye Meclîsa Mezin a Tirkiyê, ku ev pêşnûmaye bihê pejirandin; Heqarî û Şirnex ji wilayetbûnê dikevin û li şûna wan dê Gever û Cizîr bibin wilayet. Navê Heqarî dê bibe ‘Çolemerg' û yê Şirnexê jî wê bibe ‘Nuh'
Wek dihê zanîn di van çend mehên dawî de di van bajaran de şerê bi navê hendekan rûdabû; Cizîr, Şirnex û Gever bi temamî hatin wêran kirin û gelek ji nifûsa wan koçber bibûn.