Radestkirina perçên sistema fuzeyên S 400 yên Rûsya ji bo Tikiye heta Îro yekşemê dewam dike, digel gihaştîna 3 frokên din ji bo bingeha asîmanî yê Mirted li nizîkî Enqere yê, tevî hişyarî yên Amerîkayê.
Wezareta Berevanî ya Tirkiyê li ser Tiwitterê da xuyan ku “ragehandin û radestkirin berdewam e” herweha wêneyên perçên S 400an li bingeha Mirted belav kirin.
Washington liser kirîna fuzeyên Rûsî hişyarîyan dide Tirkiye. Ji ber ku digel sistemê Nato bi rê nakeve.
Hejmareke endamên Kongreya Amerîka daxwaza rêgirtîna rêkeftina fuzeyên F 35 digel Tirkiye û sepandina cizayan li ser Ankara dike.