Girêdayî teqîna Amedê 12 kesên din hatin desteserkirin

.

Lêpirsîna derbarê teqîna Amedê de berdewam e û girêdayî bûyerê 12 kesên din hatin desteserkirin ku bi giştî hejmara desteserkiriyan gihişte 17 kesan.

Serdozgeriya Komarê ya Amedê li ser lêpirsina derbarê teqîna Amedê de berdewam e.

Berî sê rojan di dema derbasbûna wesayîta veguhestina polîsan de otomobîlek teqiyabû û di encam de 1 jê sivîl û 8 polîs bi giştî 9 kes birîndar bûbûn.

Piştî bûyerê bi îdîaya ku gumanbarên bûyerê ne, 5 kes hatibûn desteserkirin. Îro Duşemê 19ê Kanûna 2022an jî hat ragihandin ku 12 kesên din hatine desteserkirin û bi vî awayî hejmara yên hatine desteserkirin gihişte 17 kesan.

Li gor agahiyan, karûbarên yasayî yên 17 kesên desteserkirî berdewam in.

Roja 16ê Kanûna 2022an demjimêrên serê sibehê li bajarê Amedê ya Bakurê Kurdistanê di dema derbasbûna wesayîta veguhestina polîsan de teqînek çêbûbû û di encamê de 8 ji wan polîs û endazyarek bi giştî 9 kes birîndar bûbûn.

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu heman rojê serdana cihê teqînê kiribû û gotibû, teqîn li navçeya Licê ya Amedê hatiye plankirin û berpirsê teqînê li ser rêya navçeya Liceyê hatiye desteserkirin.

Kurdistan Haberleri

QAMIŞLO - Komkujiya Ermenan di 110emîn salvegera xwe de hat bibîranîn
HSDyê li ser civînên Mezlûm Ebdî yên li Hewlêrê daxuyanî da
Serok Barzanî: Bêdewletbûna Kurdan sedema rûbirûbûna bi jenosîd û tunekirinê re ye
Serok Barzanî şehîdên Qeladiz û Zanîngeha Silêmaniyê bi bîr anî
Nêçîrvan Barzanî û Mezlûm Ebdî civiyan