Ziryan Rojhilatî
Di van rojan de gelek alî girewê li ser peyameke girîmankî ya Abdullah Ocalan derbarê çekdanîna PKKyê de dikin ku tê payîn û dibe ku di rojên bê de were belavkirin. Ev dikare di dîroka şerê 40 salî yê PKK-Tirkiyeyê de bibe xaleke werçerixînê, her çiqas zehmet e ku rê li ber çekdanîna demildest veke.
PKK di daxuyaniya xwe ya dawî de çirayeke kesk ji bo piştgiriya biryara Ocalan vêxist û got em dê xwe biguherin lê qala wê yekê jî kir ku her tişt demildest çênabe. Bêguman ev rewş dikare ji bo danîna çekan bibe xala destpêkê lê bi liberçavgirtina dînamîka aloz a navxweyî û derveyî ya Tirkiyeyê, ev çiqasî pêkan be ewqasî jî aloz û tevlihev e.
Mijara danîna çekan an jî berdewambûna PKKyê enerjiyeke bandorkirina li ser hevsengiyên siyasî û leşkerî yên herêmeke ji Tirkiyeyê berfirehtir di nav xwe de dihewîne li rojavayê Asyayê ku piştî 7ê Çiriya Pêşîn û ketina Beşar Esed, di pêvajoya guherîneke bingehîn de ye, lewra nabe tenê wekî mijareke navxweyî ya Tirkiyeyê were hesibandin.
Banga girîmankî ya Ocalan û encamên wê
Hîn jî demeke fermî ji bo banga girîmankî ya Ocalan nîne ku tê çaverêkirin di rojeke meha sibatê de were kirin. Wer xuya dike ku tevî hebûna hin arîşe û pirsgirêkan di mijarên Rojavayê de, rewşa Ocalan û mijarên din ên nola lêborîna giştî yan paşeroja PKKyê piştî danîna girîmankî ya çekan, piraniya aliyan hemfikir in ku bang dê were kirin.
Bi vî awayî, piştî girtina wî li Kenyayê sala 1999an, ev dê bibe cara sêyem ku Ocalan dixwaze mijara şer an çekdanîna PKKyê yekalî bike. Carên berê hewldanên wî bi ser neketin lê pirsa milyon dolarî ya niha ew e ku vê carê dê çi jê derkeve?
Piştî girtina wî sala 1999an, Ocalan daxwaz ji PKKyê kir ku ji sînorên Tirkiyeyê vekişe. Wê çaxê beşek ji endamên PKKyê nemaze li Dêrsimê daxwaza wî red kir. Tevî nerazîbûna beşek ji rêberên PKKyê, dawiya dawî razî bûn. Li gorî çavkaniyeke bilind a dîplomatîk a Îraqê, piraniya endamên wê rêxistinê bi rêkeftineke di navbera Tirkiye, Mam Celal û PKKyê de ber bi Qendîlê ve vekişiyan.
Biryara Ocalan di wê qonaxê de heta radeyeke zêde pevçûnên çekdarî û tundûtîjiya siyasî di navbera PKK û Tirkiyeyê de sînordar kir lê her tişt ranewestand. Li gorî daneyên dem û cih ên tundûtîjiyên rêxistinkirî yên UCDPê, di heyama 5 salên beriya girtina Ocalan de 1994-1998, bi awayekî giştî 2,881 bûyerên tundûtîjiya rêxistinkirî di navbera PKK û dewletê de çêbûne lê piştî biryara wî ya 1999an, ev hejmar di navbera 1999-2003an de daketiye 263 bûyeran.
Her wiha hejmara qurbaniyên şer jî ji 18,538 kesên navbera 1994-1998an ji bo 1,844 kesan di vê demê de kêm bû. Daxwaza wî ya guhertina navê PKKyê bi awayekî demkî-zahirî bandor kir lê rêxistin bi kiryarî nehat hilweşandin û berdewam bû. Helbet Ocalan nîşan da ku tevî dûriya wî, hîn jî rêberê bê reqîb ê wê rêxistinê ye. Ev bandor di navbera 2004-2008 û 2009-2013an de jî berdewam bû. Tevî ku hejmara pevçûn û qurbaniyan hinekî zêdetir bû.
Hewldanên wî di danûstandinên Osloyê 2009-2011 û pêvajoya aştiyê di navbera 2013-2014an de jî bi ser neketin. Şerê di navbera PKK û Tirkiyeyê de ji şerekî sînordar û astnizm veguherî şerekî mezintir ku hejmara qurbaniyan jî zêde kir. Di navbera 1989-2015an de 97%ê hemû tundiyên di navbera Tirkiye û PKKyê de li nav sînorên Tirkiyeyê bûn lê di navbera 2015-2023an de, para tundiyên her du aliyan li derveyî sînor ji 3%ê derket 46%.
Hejmara tundiyan jî ji 369 bûyerên navbera 2009-2013an derket 1908 bûyerên navbera 2015-2023an û qurbanî jî ji 1950 kesan derketin 6172 kesan. Di vê qonaxê de, tevî ku Ocalan her wekî rêberê bandorker ê PKKyê ma lê bûyerên siyasî yên navxwe û derveyî Tirkiyeyê nîşan dan ku êdî ew bi tenê her tiştî yekalî nake.
Niha jî rayedarên Tirkiyeyê hêvî dikin ku peyama girîmaneyî ya Ocalan ne tenê pirsa PKKyê lê girêka kor a HSDê jî ji wan re veke. Hîn nayê zanîn ka çi cûre "danûstandin" di navbera Ocalan û dewletê de hatiye û tê kirin lê tevî gotara fermî ya dewletê ku hebûna danûstandinan înkar dike, her cûre ramaneke realîst, dikare têbigihêje ku zehmet e bêyî ti rêkeftin û amadekariyan ev pirs yekalî bibe. Ev ji bilî wê yekê ku jeopolîtîka nû ya Rojhilata Navîn dikare kelemên mezin ji bo vê xwesteka Tirkiyeyê çêbike.
Dînamîka navxweyî û pirsa danîna çekên PKKyê
Ji gotinên her yek ji Serokê Partiya Neteweperest MHPê Dewlet Bahçelî û her wiha Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan bi zelalî xuya dibe ku rewşa jeopolîtîk a niha ya herêmê faktoreke bandorker e di wê yekê de ku ji bo yekalîkirina pirsa PKKyê, çavê Enqere vê carê jî li Ocalan be.
Bi liberçavgirtina faktora temen, dibe ku Ocalan derfeta dawî be ji bo ku Tirkiye bi mesrefeke kêm a siyasî û leşkerî pirsa PKKyê yekalî bike. Eger bi gotina wî bê kirin, ew dê bibe duşeş ji bo Tirkiyeyê û eger bi gotina wî neyê kirin, dê bi îhtimaleke mezin dabeşbûnekê di navbera alîgirên Ocalan û yên din de çêbike ku di her du rewşan de wekî qezenca xwe lê temaşe dike.
Murad Karayilan, yek ji berpirsên PKKyê gotiye ku wan li hemberî serdestiya esmanî ya Tirkiyeyê bi sedemên dronan, şêwazên nû pêş xistiye û ji bilî yek cûreyê dronan, niha şiyana rûbirûbûna hemû cûreyên din ên dronên Tirkî bi dest xistine û xwe ji aliyê teknîk û taktîkê ve bi pêş xistine.
Her wiha em dikarin bibêjin ku mîna Hemasê, baleke mezin li ser şerê tunel - bin erdê danîne lê hîn daneyeke wisa li ber dest nîne ka gelo tevî banga Ocalan, di rewşa girîmaneyî ya berdewambûna şer de, ev di astekê de heye ku encamên şer biguhere yan na.
Di rastiyê de niha li gorî salên beriya girtina Ocalan, PKK pirsgirêkeke emnî ya mezin nîne ji bo navxweya Tirkiyeyê. Ji bilî çend kiryaran li Enqereyê, di navbera 2021-2023an de ji sedî 75 tundî û pevçûnên PKK-Tirkiyeyê li derveyî sînorên wî welatî bûye û bi kiryarî, şer li wir ber bi kêmbûnê çûye û erdnîgariya şer hatiye guhertin, ev ji bilî çend operasyonên leşkerî yên Tirkiyeyê li nav axa Herêma Kurdistanê û Rojava ku Tirkiyeyê bi hinceta PKKyê kirine û bandoreke girîng li ser pirsa Kurd daniye.
Helbet Tirkiye têdigihêje ku tevî vê rewşa niha, dibe ku rewşa herêmê rê ji bo pêleke bihêztir a şer û pevçûnan veke eger çareseriyekê ji bo vê pirsê peyda neke. Wek di nirxandineke pêştir de hatibû behskirin, modela Îsraîlî ji bo lawazkirina Hemas û Hizbulahê, her wiha modela Îranê ji bo paşguhxistina Mucahidînê Xelqê û partiyên Kurdî yên Rojhilat, hêviya Tirkiyeyê ji bo yekalîkirina mijara PKKyê zêdetir kiriye.
Tekezkirina li ser hev a Tirkiyeyê di wê yekê de ku PKK yan bi xweşî çekan datîne yan bi zorê, heman modela ku niha Trump derbarê "Aştiya her bi zorê" li Ukrayna û Rojhilata Navîn dimeşîne, tîne bîra meriv.
Pêwîstiyeke Tirkiyeyê ya mezin bi bazara Sûriyeya piştî Esed xasma di projeyên avakirina wî welatî de heye ku tê texmînkirin di navbera 250-400 milyarî de lê biçe. Ev jî nûçeyeke xweş e ji bo kerta avahîsaziyê ya Tirkiyeyê ku rasterast bi rêjeya ji sedî 606 beşdarî di hilberîna navxweyî ya wî welatî de heye lê nerasterast heta ji sedî 35 diçe. Kertek ku bihêzbûna wê hevdemî bihêzbûna AK Partiyê di siyaseta Tirkiyeyê de bûye û ev jî dikare xizmeta siyaseta navxweyî ya Partiya Dad û Geşepêdanê bike ku di hilbijartina dawî de gelek deng ji dest dabû lê beriya hemû projeyên wê yên girîmaneyî, pêwîstiya Sûriye bi wê yekê heye ku pirsgirêka xwe bi HSDê re beralî bike.
Di asta kesane de, dibe ku Serokkomarê Tirkiyeyê piştî gotarên Dewlet Bahçelî, şanseke mezin bi dest xistibe ji bo ku pirsa şerê 40 salî li welatê xwe çareser bike. Ev ji bilî wê yekê ku dikare bandorê li ser mijarên wekî guhertina destûrê û pêgeha AK Partiyê di hilbijartina bê de bike û dikare rakirina astengeke navxweyî be ji bo wê tiştê ku di ramana jeopolîtîk a nû ya Enqereyê de wek "Xeyala Tirkî" tê sêwirandin ku tê de dîmena Tirkiyeya vê sedsalê bi dorfirehkirina hegemonyaya herêmî, geşepêdana aborî û bidawîanîna pevçûnên çekdarî yên navxweyî hatiye xêzkirin.
Ji bo kesekî wek Serokê Partiya Neteweperest MHPê Dewlet Bahçelî, ku destpêşxeriyek ji bo vekirina deriyê rolgerandina Ocalan kir, bidawîhatina şer, wateya serkeftinê dide û dikare xwe wek "qehremanekî" di raya netewegerî ya Tirkî de bide nîşandan ku tevî metirsiyên kêmbûna dengên partiya xwe, amade bûye destpêşxeriyeke wiha bike di ber wê yekê de ku ew bi xwe wekî "berjewendiya netewa Tirk" bi nav dike.
Helbet hîn ne zelal e ka gelo nexweşketina vê dawiyê ya Dewlet Bahçelî ku di rojên borî de emeliyata dil jê re hat kirin dê bi çi awayî bandorê li ser vê mijarê bike.
Serokê girtî yê PKKyê Abdullah Ocalan pê avêtiye temenê 76 saliya xwe û dibe ku ev yek ji şansên herî kêm be ji bo ku hem ji zindanê derkeve, hem jî bi awayekî bandorker vegere nav siyasetê. Herî kêm ji bo 5 rêberên bandorker ên PKKyê ku rêjeya temenê wan li ser 70 salî ye û bi rêjeyî nêzîkî 40 sal e li çiyan in, ev dikare derfetek be ji bo vegerê lê dikare asteng jî be; bi taybetî ji wê nerînê ve ku li hemberî çi çekan deynin!
Li vir kelemeke din ew e ku hîn ne diyar e gelo Tirkiye li hemberî çekdanîna PKKyê derbarê pirsa Kurd de ti vekirineke din dike yan wekî ku tê behskirin dê israrê li ser wê yekê bike ku "pirseke bi navê pirsa Kurd nemaye."
Dînamîka derveyî û bandora jeopolîtîk a herêmî li ser îhtimala çekdanîna PKKyê
Wisa xuya dike ku ew ramana ku nêrîna veguherîn ber bi Asya-Pasîfîkê di siyaseta Amerîkî de piştî 7ê Çiriya Pêşîn wek ku dihat pêşbînîkirin bi ser neket û guherîn tê de çêbû, rast e. Heta beriya 7ê Çiriya Pêşîn behsa çûna Amerîkayê dibû lê niha Trump ne tenê behsa çûnê nake lê behsa milkdariya parçeyek axa vê herêmê dike ku ji bo 80 salan şer û alozî li ser e.
Di bûyerên piştî 7ê Çiriya Pêşîna 2023an de, Amerîka bi bihêzî li pişt Îsraîlê sekinî û careke din wek aktorê sereke di endazyariya emnî ya herêmê de rola xwe lîst. Serkeftina Îsraîlê ji aliyê leşkerî ve di şerê Hemas û Hizbulahê de, her wiha bihêzbûna rola herêmî ya Tirkiyeyê piştî ketina Esed, îhtimala firehbûna Peymana Îbrahîm, dikare di asteke berfirehtir de rê li ber serdestiya Çîn û Rûsyayê li Rojhilata Navîn bigire û pêgeha Amerîkayê qayim bike.
Piştî demeke dirêj, careke din berjewendiyên jeopolîtîk ên Amerîka û Tirkiyeyê li Rojhilata Navîn nêzîk bûne û girîngiya Tirkiyeyê, li Asyaya Navîn, Başûrê Qefqasyayê û Afrîqayê ji bo Amerîkayê zêdetir bûye. Ev jî dikare bandorê li ser nerîna Amerîkî ji bo pirsa çekdanîna PKKyê û pirsa HSDê jî bike. Lê pirsgirêka Tirkiye û Îsraîlê jî dikare kelemê ji bo wê nêzîkbûnê çêbike.
Dibe ku serdestiya Tirkiyeyê hevdemî Erebistana Siûdî û Qeterê li Sûriyeya piştî Esed mijareke ne xerab be ji bo Washingtonê û bi vê yekê bi tîrekê, du armancan bihingêve: Yekem rê li ber bihêzbûna hegemonyaya herêmî ya Îranê bigire ku dawiyê diçe xaneya xizmeta Rûsya û Çînê. Duyem jî berjewendiya hevpeymanên wê were dabînkirin.
Îhtimala avakirina du baregehên leşkerî yên nû yên Tirkiyeyê li çolterên navenda Sûriyeyê (Badiye) hevdemî operasyonên HTŞê li sînorê Libnanê, garantiyekê dide ji bo rêlibergirtina avakirina korîdora bejahî ya Îranê ji Îraqê ber bi Sûriyeyê ve ji bo zindîkirina Mihwera Muqawemeyê, bêyî ku desthilata Şamê jî gelekî bihêz bibe.
Her wiha dikare rê li ber bihêzbûna DAIŞê bigire ku piştî vekişîna Îranê û komên girêdayî wê, nemana çavdêrî û êrişên esmanî yên Rûsyayê, derfeteke nedîtî jê re peyda bûye. Tirkiyeyê çend caran ragihandiye ku amade ye di pirsa şerê DAIŞê û mijara DAIŞiyên girtî de, bi Amerîkayê re li hev bike ku mijareke sereke ya hevkariya Amerîka û HSDê ye.
Dema xwe jî di 2019an de Trump her li ser wê bingehê biryara vekişîna ji Sûriyeyê dabû lê paşê di bin bandora nerazîbûnan de ji biryara xwe paş ve kişiyabû. Ha ji vir ve, eger peyama Ocalan bandorker derkeve û lê were guhdarîkirin, dibe ku Amerîka bikaribe rê xweş bike ku Tirkiye û berpirsên HSDê bi eşkere gotûbêjê bikin wek rola ku di gotûbêja Kobanî - Colanî de lîst.
Wisa xuya dike ku Îsraîl mijara Kurdan zêdetir wekî karteke guşarê û di asta gotarê de li hemberî Tirkiyeyê bi kar tîne. Her çend mana PKK û HSDê di berjewendiya wê de ye, ji ber ku bi îhtimaleke mezin bihêzbûna zêde ya Tirkiyeyê vebijêrkeke baş nîne jê re.
Îsraîlê di dema şerê Tirkiye-PKKyê de di navbera 1984-2022an de zêdetir ji 22 salan piştgiriya Tirkiyeyê kiriye û eger derfeta rêkeftineke cudatir jê re çêbibe, rêkeftina li gel Enqereyê pê baş tê lê dikare çavekî xwe li ser gotina Ocalan bihêle, da bizane ku dê çi bandoreke wê li ser rewşa Sûriye û hevsengiyên hêzê yên di navbera Îsraîl û Tirkiyeyê de hebe.
Bi îhtimaleke mezin Colanî jî yek ji wan kesan e ku bi meraq çavekî wî li wê yekê ye bizane bandora peyama Ocalan li ser Sûriye dê çi be, ew jî di demekê de ku yekalîkirina pirsa HSDê bi şer dikare pirsgirêkan jê re çêke hevdem li gel wê yekê ku guşarên Tirkiyeyê jî serêşiyê jê re çêdikin.
Vêga ji başûr ve vêtoyeke neragihandî ya Îsraîlî li ser wî heye ji bo yekalîkirina kelema Durziyan û eniya başûr. Ji rojhilêt ve jî ji bo pirsa HSDê vêtoya Amerîkayê li ser heye û ji bakur ve jî komên çekdar ên nêzîkî Tirkiyeyê pirsgirêk in jê re, ku di salên borî de herî kêm sê caran şerê hev kirine.
Li navendê jî hin komên Îslamî yên din hene ku bi hêsanî stuyê xwe jê re natewînin. Di rastiyê de hîn desthilata wî li ser tevahiya Sûriyeyê nameşe. Tevî wan bangewaziyên ku xebero hemû komên çekdar dê di artêşa nû ya Sûriyeyê de cih bigirin, hîn ti yekê ji wan di ketwarê de çekên xwe bernedaye û li ser erdê her yek di hewla bihêzkirina pêgeh û herêma serdestiya xwe de ye.
Ji ber ku ev bi awayekî xwezayî tê wateya destkeftên zêdetir ji wan re. Bo mînak li cihekî wek Xûteya Rojhilat, a ku desthilata wê zêde ye Cebhetul Îslamî ye ku nêzîkî Erebistana Siûdiyê ye. Hîn li herêmên qeraxa Hims û Hemayê pirsgirêkên emnî yên zêde hene û li herêmên peravê (xasma deverên Elewiyan) enerjiya derketina komên çekdar ên nû heye.
Ev jî di demekê de ye ku bi awayê rêjeyî tenê 25 hezar şerkerên Colanî hene ku dikare pişta xwe bi wan girê bide. Derdê ku Colanî heye jî ev e: erdnîgariyeke zêde û mirovên bawerpêkirî yên kêm ji bo birêvebirinê. Ji ber vê sedemê ye jî ku dibe ku çavê Colanî jî li ser Îmraliyê be da ku belkî peyama Ocalan bandorekê li ser rewşa HSDê û pirsa mana PKKyê li Sûriyeyê çêke û çareseriya pirsgirêkekê jê re hêsan bike.
Çavê Îranê jî lê ye ku bizane Ocalan çi dibêje û çawa bi dewletê re li hev kiriye. Pirsa yekem ji bo Îraniyan ew e ku îhtimala bidawîhatina şerê 40 salî yê PKKyê tê wateya bihêzbûna zêdetir a Tirkiyeya rikbera wê. Tehran ji rola Tirkiyeyê li Başûrê Qefqasyayê û Asyaya Navîn dilgiran e û di wê baweriyê de ye ku eger projeya Rêya Zengezûrê ku Azerbeycan û Nexçivanê bi hev ve girê dide bi ser bikeve, wê demê korîdoreke Tirkî-Turanî ava dibe ku armanca wê girtina deriyên Îranê ye ber bi Ermenistanê û ji wir ve ber bi Ewropayê ve.
Têkiliyên Tirkiye-Efxanistan û Tirkiye û Pakistanê jî çîneke din li tirsên Îranê ji zêdebûna hegemonyaya herêmî ya Tirkiyeyê zêde dikin lê tirsa herî mezin a Tehranê li Sûriye û Iraqê ye. Îranê zêdetirî 50 milyar dolarî di salên borî de li Sûriyeyê xerc kir lê hatina Colanî hemû da ber bayê û meydan ji bo hegemonyaya herêmî ya Tirkiyeyê xweştir kir.
Ev ji bilî wê yekê ku Tirkiye tê ku di pirsa Filistînê de jî şûna Îranê ku zêdetirî 40 salî ye jê re kar dike, bigire. Lê ji van hemûyan girîngtir ew nîgeranî ye ku dibe ku ji ber zêdebûna rola Tirkiyeyê li Îraqê li ba Îranê hebe ku wekî çepera dawî ya hegemonyaya herêmî, girîngiya wê ji bo Tehranê zêdetir bûye û dixwaze bi her awayî be destê xwe pê ve bigire.
Tirsa Îran-Bexdayê ji wê yekê ku daxwazên Kurd û Sunneyan zêdetir bibin an pêleke din a berxwedana Sunnî bi guhartoyeke nû ya DAIŞ an Qaîdeyê serî rake, mamikeke emnî-siyasî ya nû ji bo Tehranê çê kiriye. Helwesta Sunneyan derbarê rawestandina yasaya lêborîna giştî û paşê paşvekişîna Dadgeha federal ji biryara xwe, nîşaneyeke eşkere ya vê qonaxa nû ya Îraqê ye.
Ji bo Îranê mijara PKKyê ne tenê faktorek e ku di hevsengiya hêzdariya wê ya li gel Tirkiyeyê de bi kêrî wê were, li şûnê, mijara ewlehiya sînor e jî. Di dirêjahiya salên borî de mana PKKyê li Qendîlê û herêmên sînorî wek astengekê li ber cihgirtina komên çekdar ên neyarên Tehranê li wan herêmên asê yên çiyayî ku zehmet e bi hêzeke dewletî were kontrolkirin, rol gerandiye.
Ev ji bilî wê yekê ku eger Tirkiye piştî danîna çekên PKKyê vekirineke Kurdî bike wê demê Tehran jî neçar dibe derbarê pirsa Kurd de gavekê bavêje ku heta niha xwe ji vê çendê vedaye. Ji aliyekî din ve, karta Kurdî ji bo berxwedana li dijî projeya Tirkî wek mijarekê li hundirê Îranê behsa wê tê kirin lê ev çiqas balkêş be, ewqas jî jê re xofdar e.
Îranê di navbera salên 1986-1991, her wiha di salên 1995, 1997 û dawî jî di sala 1999an de bi awayekî kartêker alîkariya PKKyê li dijî Tirkiyeyê kiriye lê niha ew kar wekî berê ne hêsan e. Di dema borî de jî, Hakan Fidan bi awayekî eşkere daxwaz ji Tehranê kir ku piştgiriya PKK-HSDê neke û got em jî alîkariya neyarên Îranê nakin!
Ev jî dibe ku li Tehranê bi vî awayî were wergerandin ku em jî dê alîkariya neyarên te bikin eger tu di siyaseta xwe de berdewam bî. Lê hevdem li gel wê jî Tirkiye dizane eger Îran di alîkariya PKK-HSDê de îsrar bike, dikare serêşiyên mezin jê re çêke, lewra li kêleka wê, Fidan serdana Bexdayê kir da ku Şîeyên Îraqê piştrast bike ku eger daxwazên wan werin bicihkirin, piştgiriyê nade Kurd û Sunneyan.
Şêwirmendê dezgeha îstixbarata Tirkiyeyê Îbrahîm Kalin jî çû Tehranê da ku li ser "pirsa emnî" li hev bikin! Bi îhtimaleke mezin dê ne bi dilê Îranê be ku PKKyê çekan deyne û dê ne rasterast hewl dide ku ev yek bi ser nekeve lê di vê rewşê de xwe rûbirûyî Tirkiyeyê jî nake.
Ji ber ku hem rewşa wê li Îraqê ne baş e, hem jî hevdem e li gel wê yekê ku Trump cezayên li ser Îranê vegerandine û hewl dide bi alîkariya her sê welatên Ewropî yên danûstandinên atomî, cezayên Encumena Ewlehiya Navdewletî jî li ser Îranê vegerîne, loma dê ji her demeke din bêhtir pêwîstiya wê bi cîraneke fena Tirkiyeyê çêbibe.
Helbet eger rewş ber bi şer ve here yan hêzeke nola Çîn û Rûsyayê jî alîkariyê bidinê, bi îhtimaleke mezin Îran ji wê yekê natirse ku alîkariya PKKyê li dijî Tirkiyeyê bike.
Çavkanî: Rûdaw