Girtiya Kurd piştî 32 salan hat berdan

.

 Girtiya Kurd a siyasî Fahriye Ceylan piştî 32 salan ji girtîgehê hat berdan.

Girtiya Kurd Fahriye Ceylan sala 1992yan li  parêgeha Amedê Bakurê Kurdistanê hatibû desteserkirin.

Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê ya Amedê bi hinceta “Xirakirina yekitî û yekparçeyiya dewletê” cezaya heta hetayê li Fahriye Ceylanê birîbû.

Fahriye Ceylan di 32 salên zindanîbûna xwe de li girtîgehên cûda yên wekî Amed, Êlih. Alanya û Edeneyê ma.

Ceylanê  sala 2022yan  li Girtîgeha Tîpa Lyê ya Alanyayê  cezayê xwe temam kiribû.

Lê belê tehliyeya wê bi hincetên wekî “îfadeyên jidil nade”, “poşman nîne” û “li gorî qaîdeyan sporê nake” 6 caran hat taloqkirin/

Li gorî MAyê Fahriye Ceylan li ber girtîgehê ji aliyê malbat û nasên xwe û rêveberên TUAY-DER û MED TUHAD-FEDê ve hat pêşwazîkirin. 

Fahriye Ceylan, ber bi bajarê xwe Amedê ve bi rê ket. 

Kurdistan Haberleri

Mamosteya Kurdî li Sineyê 5 sal ceza xwar: ‘Fêrkirina Kurdî sûc e?’
Artêşa Tirkiyeyê li hin herêmên Kurdistanê belavokan davêje
Rûsyayê agirbest bi Ukraynayê re ragihand
Amerîkayê hişyariya gerûgeşta li Sûriyeyê da
Navê stada Fenerbahçeyê dê bibe 'Kobanî'