Dezgeha mafên mirovan a Hengawê ragihandiye, îro danê sibê li girtîgeha Sine girtiyekî kurd bi navê Ehmed Îranî hat bidarvekirin.
Ehmed Îranî di sala 2012an da, bi tohmeta kuştina kesekî hatibû girtin û cezaya bidarvekirinê bi ser wî da hatibû sepandin.
Hengawê ragihand ku çend roj berê, piştî ku Ehmed Îranî zanîbû dê wî bi dar ve bikin, dev û çavên xwe dirûtibû.