Girtiyekî din ê Kurd piştî 30 salan ji girtîgehê derket

.

Girtiyê Kurd ê bi navê Nevzat Çelîk ku li Girtîgeha Tîpa T a Bafra ya Samsûnê ya Tirkiyê girtî bû, piştî 30 salan hat berdan.

Girtiyê Kurd Nevzat Çelîk piştî 30 salan, di 1ê Kanûnê de ji Girtîgeha Tîpa T a Bafra ya Samsûnê hat berdan.

Hateragihandin ku Çelîk di sala 1992an de li Ameda Bakurê Kurdistanê hatiye desteserkirin.

Piştre ji aliyê Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê (DGM) ve bi hinceta “endamtiya rêxistinê” û “Xerakirina yekitiya dewletê û yekparçeyiya welat” 36 sal cezayê zindanê lê hatibû birrîn.

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, Çelîkê ku hat berdan, duh bi şev bi balafirê çû Firokexaneya Amedê.

Çelîk li firokexaneyê ji aliyê malbatê, rêveberên Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtiyan (TUAY DER) a Amedê, endamên Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Amedê û gelek welatiyan ve hat pêşwazîkirin.

Kurdistan Haberleri

Heyeta DEM Partiyê çû Rojava da tevlî konferansa netewî bibe
Nadine Maenza: Şam ji bo avakirina hevgirtina civakî dikare ji Rojavayê Kurdistanê sûdê wergire
Brîtanyayê cezayên li ser wezaretên Parastinê û Karên Navxwe yên Sûriyeyê rakirin
Fesla Yûsif: Em dê mizgîniyê bidin gelê xwe
QAMIŞLO - Komkujiya Ermenan di 110emîn salvegera xwe de hat bibîranîn