Girtîyekî kurd di girtîgeha Kirmaşanê de xwe kuşt!

Girtîyekî kurd li girtîgeha bajarê Kirmaşan yê Rojhilatê Kurdistanê de xwe xeniqand!

Navenda Nûçeyan - Malpera Hengaw ragihandîye, xortê kurd yê bi navê Riza Umîdî Yarîcanî, ku di xwepêşandanên par payîzê yên benzîdanê de hatibû girtin, pêr li girtîgeha Kirmaşanê de xwe xeniqand.

Li gorî agahîyan, piştî ku berpirsên girtîgehê jê re gotibûn dadgehê çar sal zîndan daye te, wî xortê kurd ji kerba xwe xeniqandibû.

Riza Umîdî Yarîcanî 22 salî û xelkê gundê Celalwend yê nahîya Fîrozava ya Kirmaşanê bû.


Siyaset Haberleri

Parlamentoya Îraqê biryar da ku Helebce bibe parêzgeh
Nêçîrvan Barzanî û Ehmed Şer civiyan
NYT: Li Sûriyê zêdetirî 100 kargehên çekên kîmyewî hene
Şanda Rêveberiya Parêzgeha Helebê serdana ENKSê kir
Rêber Ehmed: Kurdistan pabendî rûbirûbûna tawanên rêkxistî û torên bazirganîkirina bi mirovan e