Gola Dûkan a Kurdistanê bûye rojeva NASAyê

Dema ku ji asman temaşe li erdê tê kirin bi çendîn şêwazên cîyawaz xuya dibe lê dîmena gola Dûkan cîyawaz e ji hemûyan û bi şêweyê dara qaçê derdikeve. NASAyê jî wêneyekî gola Dûkanê belav kirîye û nivîsandîye, “Goleke bi şêweyê dara Kirîsmisê.”

Navenda Nûçeyan-Dema ku ji asman temaşe li erdê tê kirin bi çendîn şêwazên cîyawaz xuya dibe lê dîmena gola Dûkan cîyawaz e ji hemûyan û bi şêweyê dara qaçê derdikeve. NASAyê jî wêneyekî gola Dûkanê belav kirîye û nivîsandîye, “Goleke bi şêweyê dara Kirîsmisê.”

Ew wêneyê ku NASAyê belav kirîye meha 3ê Berfanbara 2018an ji alîyê astronot Alex Gerst ve hatîye girtin ku bi ser du beşan de dabeş bûye û weke dara Qaçê xuya dike ku şêweyê dara Kirîsmîsê ye.

NASAyê ev jî nivîsîye ku gola Dûkanê mezintirîn gol e li Herêma Kurdistanê û 97 kîlometre çargoşe û yek ji xweştirîn cihên geştyarîyê ye li Kurdistanê.

Ev ne yekem car e ku navçeyên li Herêma Kurdistanê dibine cihê balkêşîyê li gel wê ajansa asmanî. Pêştir NAS her li ser Facebookê keleha Hewlêrê belav kiribû û weke, “Kevintirîn cihekî niştecihbûnê li ser rûyê erdê” bi nav kiribû.

Herwiha NASAyê nivîsîbû, “Keleha Hewlêrê kevintirîn cihê niştecihbûna mirovan e ku dîroka wê bo 6 hezar sal diçe. Bilindahîya kelehê 32 metre ye û xanî ji herîyê hatine çêkirin û mirov tê de jîyane.”

Rûdaw

Kurdîstan Haberleri

Festîvala fîlmên kurdî ya Patrîsê dest pê kir
Li Parîsê Pêşangeya Wêneyan
14 jinên Kurd beşdarî pêşangeheke şêwekariyê ya Polonyayê bûn
Suryaniyên Sûriyê: Gotinên di destûra demkî de, dewama gotinên rejîma berê ye
Komîteya Destûrê: Navê welat wekî Komara Erebî ya Sûriyeyê dimîne