Hat ragihandin, Civata Niştimaniya Goranê li bajarê Silêmaniyê ku tê de rêkeftina navbera Goran û PDKê ya di derbarê beşdariya di kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de dihat gotûbêjkirin, bi dawî hat.
Di vê civînê de Civata Niştimaniya Goranê rêkevtina navbera Goran û PDKê ya ji bo beşdarbûna di kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de pesend kir.