Li parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê goristaneke dîrokî heye ku yek ji goristanên kêmpeyda yên Bakurê Kurdistanê û Tirkîyê ye, tê pêşbînîkirin 500 sal berî niha hatibe çêkirin. Goristan dikeve sînorê bajarokê Xozatê û di navbera gundên Derwêşcemal û Zankirekê de ye.
Di vê goristanê de hejmarek kesayetîyên dîyar ên sedsalên 18 û 19 ên zayînî hatine veşartin. Kêlên goran bi awayekî cuda û taybet hatine çêkirin. Bi derbasbûna demê re ji ber ku nehatine parastin, gelek zerar gehiştîye wan.
Akincîyên gundê Derwêşcemal daxwaz dikin ku ew goristana dîrokî were nûjenkirin û wek navçeyeke dîrokî bikeve jêr çavdêrîya Rêveberîya Şûnwaran.
Muxtar û xelkê navçeyê karbidestên hikûmetê rexne dikin û dibêjin, ligel ku çendîn car soz dane ev goristan bê parastin û nûjenkirin, lê di vî warî de ti pêngavek nehatîye avêtin.
Mustafa Karataş, Muxtarê Gundê Derwêşcemal dibêje, “Dîroka vê goristanê zêdeyî 500 hezar sal e. Em dixwazin xizmeteke were vê derê. Gorên me têk neçin, kêlên beşeke zêde ya wan şikestine. Em naxwazin hilweşin. Herdema berê xwe didin wan xembar dibin. Em dixwazin xizmet bê kirin û werin parastin. Ya baş ew e bê têlbendkirin, wê demê ajel naçin nav, xelk naçin nav. Em kêfxweş dibin ev goristan bê parastin, qaşo tê parastin lê ne wiha ye.”
Di çend salên derbasbûyî de ji çend zanîngehên Tirkîyê tîmên cuda çûne nav wê goristanê ku li ser rûberê 10 donim zevî hatîye çêkirin û derbarê kêlên goran de lêkolîn kirine. Di encama lêkolînan de, 3 cor kêlên cuda hatine destnîşankirin.
Kêlên hinek goran bi awayê serê hesp û serê beranan hatine çêkirin. Ew nexş û wêneyên li ser kêlên goran tên dîtin ji kultura navçeyên Asyaya Navîn destpê dikin heta digihe bawerîya Elewîyên Anadolê. Goristan bi awayekî hatîye paşguhxistin, eger neyê nûjenkirin, bi derbasbûna demê re ji nav diçe.