GOTARA HELBESTVANÊ ÎRLENDÎ SEAMUS HEANEY (1939-2013) DEMA WERGIRTINA XELATA NOBEL YA WÊJEYÊ (1995)-4

Baştir e bibêjim ku ligor min wêne û çîrokên wek yên behsa wan hatî kirin di rolên xwe de xwedan nerx in.

Ev çîroka ya rahibekî din e ku bi mêranî xwe dide ber tehmûlkirinê.  Dibêjin rojekê ji rojan Welî Kevin (St. Kevin, welîyekî Demolîkên Îrlendeyê:  Wergêrê) li ser çongan daniştibû û çepelên xwe wek xaçekê ber bi herdu aliyan dirêjkiribûn, li ser erdê kilîseyeke li Glendalough, devara Wicklow, ji şûna ku em lê diman ne dûr, cîhekî ku ta roja îroj bi dehl û dar û ava xwe ji dewlemendtirîn cîhên welêt e.   Di dema ku tê de Welî Kevin li ser çongan nimêj dikir de teyrekî reş bi şaştî wisa texmîn dike ku destê wî yê wê de kişiyayî şêweyeke ji hêlînan e û wisa jî ew li ser vedinişe, hêkên xwe tê de dike û dest pê dike li ser wan rûne wekî di hêlîneke li ser çemelekî daran de.  Ji ber ku dilê wî bi vî teyrî dişewite û ji ber ku ola wî jê dipê ku bi evîndarî jiyana hemî mexlûqatên mezin û biçûk bide ber çavan, Kevin bi dirêjiya saetan, rojan, şevan û hefteyan ji şûna xwe nalive, destê xwe di şûnê de dihêle ta ku hêk vedibin û çêlik bi firan dikevin.  Çîrok bi jiyanê ve peywendîgir e tevî ku ji bo pejirandina mentiqî dijwar e jî; lihevrasthatina proseya xweristî û bawirîyeke îdyal e di hevbirrîna rê de, herweha îşart û bibîrhanîneke.  Raberkirina wê şêwe helwestê divêt me êdî bigihîne bilindiya wan tiştên ku em di proseya mezinbûna xwe de fêrê bûn.

 

*          *          *

 

Çîroka Welî Kevin, wekî min got, ji Îrlende ye.  Lê bi dîtina min dikaribû herweha ji Hindistanê yan Afrîkayê yan Arktîkê yan ji Emerîkayan hatibûya.  Mebest bi vê gotinê ne ew e ku ez wê tenê têxim nav babetê çîrokên gelêrî, yan bi gumanlêniherîna cîhê wê yê çandî di nav çarçêveyeke çandpirr de dev biavêjim nerxê wê.  Li bervaciya wê, hêjabûna wê ji bo bawerîpêhanînê û domandinê pêwîst e ligor rewşa herêmî be.  Di rojên îroyîn de mirov ê mat nemîne ger ew wek nimûneyeke kolonyalîzmê bihêt bikarhanîn, bi raberkirina Kevin wek çakîxwazê impiryalîst (yan şandarê olî li dû dema impiryalîzmê, yê ku xwe di nav re dike û jiyana kevneşop ya civatekê dide guhertin û dest diavêje hawîrdora wê ya xweparastî).  Pêwîst e diyar bikim (bi rastî jî pêkenîneke qederê ye) ku yê va çîroka bi bedewtiyeke rasteqîne nivîsandî û di nav xizneya çanda îrlendî de parastî ne îrlendî bû.  Bivêt-nevêt, çîroka Kevin di nav nivîsarên Giraldus Cambrensis (14) de tête dîtin, yek ji ewên ku Îrlende di sedsala duanzdehemîn de dagirtibûn, mirovê ku pisporê dîroka zimanê îrlendî, Geoffrey Keating, ê li dû pênc sed sal wek “beranê di nav yên dîroka îrlendî bi şaştî nivîsandinî de” bi nav bike.   Lê ligel wê jî ez nedikarim xwe bi wê yekê bawerkirin bidim ku ev berhema ji sibeya şaristaniya xiristiyaniyetê bikaribe wisa bi hêsanî wek hacetekî serdestiyê yan mebestên hovane bihêt şîrovekirin, ji bo demên borîn dibe yan îroj.   Tevahiya wêneyê bi min ve wek mînakeke din ya ew berhema hunerî dixewine ku min ber çend hefteyan di entîkxaneya biçûk ya Sparta de dît, di destpêka roja ku tê de dû re nûçeya xelata Nobel ya îsal ji bo edebiyatê hatî pêşkêşkirin belav bû.

 

BIXWÎNIN

GOTARA HELBESTVANÊ ÎRLENDÎ SEAMUS HEANEY (1939-2013) DEMA WERGIRTINA XELATA NOBEL YA WÊJEYÊ (1995)-3

 

 

Ev karê hunerî berhema helwesteke ji ya ku Welî Kevin baweriya xwe pê dihanî gellekî cuda bû.  Lê tê de şûndariya çivîkeke li ser hêkan û lawirekî hatî sihirkirin û peyakî hişjêçûyî hebûn, tenê îcar peya Orpheus (15) bû û hişfirandin ji mûzîkê dihat, ne ji nimêjê.  Karê hunerî bi xwe tabloyeke biçûke hatî kolandin (nehitkirin: Wergêr) bû û wê weqa bala min kişand ser xwe ku min xwe negirt û li ser kaxizê reşgeşeke wê çêkir; lê min herweha xwe negirt û agahiya li ser karta di binê wê de nivîsand.  Wêneyê ji ber kevnarî û domandina xwe ya demî ez bi giranî xistim bin bandora xwe, lê agahiya li ser karta di binê wê de jî bala min gellekî kişand ser xwe çimkî tê de nav û nerxdayîn ji bo wî tiştî hebûn ku ez bi xwe ev bûn sîh sal pê ve mijûl im:  “Berhema nerxdanê.  Mumkin e ji aliyê helbestvanekî herêmî de ji bo Orpheus hatibe pêşkêşkirin.  Ji hunera herêmî ya qonaxa hellenî” li ser kartê hatibû nivîsandin (16).

 

 

*          *          *

 

Dîsan hêvîdar im ku ez bi şêweyeke hestî (atifî: wergêr) yan fenatîk - wekî tête gotin - pirsa girêdana bi herêmê ve berçav nakime.  Baştir e bibêjim ku ligor min wêne û çîrokên wek yên behsa wan hatî kirin di rolên xwe de xwedan nerx in.  Sedsala me bû şahida têkçûna nazîzmê, bi encama bikarhanîna çekan li dij wê, lê yek ji sedemên têkçûna recîmên sovyêtî parastina nerxên çandî bû ku di bin gelemperkirina îdyolociya hatî ferizkirin de didomand; herweha berxwedana canî (nefsî / rûhî: wergêr) bû ku di van şêwe çîrok û wêneyan de tête parastin.  Ligel ku fêrbûna me ya ji tecrûbeyan di cîh de ye dema em bi tirseke mezin li zêdepesindana toreyên çandî û bizavên parastina neteweyan di nav sîstêmên gelemperşêwe û girtî de didin ber çav, û ligel ku me îspatên diltezîne hene ku serbilindiya bi mîratên etnîk û olî dikarin xwe zû wergerînin baweriyên faşîst jî, pêwîst e haydariya me ji wê evîndarî û pêbaweriya me ya derheqê kevneşopên toreyî bi xwe de kêmtir nebe.  Li bervaciya wê, baweriya bi mayîna hêza erf û toreyên wisa çak û bi layiqbûna wan ji bo berdewamkirina pêbawerbûnê pêwîst e me bêtir ber bi nerxdana wê helwestê bibin ku rêzgirtina ji hemî erf û toreyan re pêkan e rê ji afirandin û domanidna rewşeke siyasiye saxlem re li cîhanê veke.  Ligel cîhgirtina pirrcar ya qetliyamên diltezîne, kujtina kesan û tarûmarkirinê jî, wan mezingavên bawerîbihevhanînê yên ku peywendiyên di navbera filistîniyan û israîliyan de, di navbera Reş û Sipiyên Başûrê Afrîka de, xistin qonaxeke nû, û ew şêweya ku li Ewropa dîwar pê hatin hilweşandin û perdeyên hesinî hatin vekirin hêviyek afirandin ku îmkanên nû dikarin li Îrlende jî bêyên holê.  Hîmê kêşeyên li Îrlende xwe bi domandina dubeşkirina wê giravê ve girê dide, di navbera karbidestiya brîtanî û îrlendî de, herweha bi îsrara bi heman pîvan li Bakurê Îrlendeyê ya ku daxwaza hestgirêdana bi toreyên brîtanî li aliyekî û bi yên îrlendî li aliyê din ve.  Lê, bêguman, her yek ji daniştvanên welatî dê bi hêvî be ku hukûmetên li ser karbidestiyê dê bikaribin dezgehên wisa bi rê xin ku rê bidin wê yekê ku dubeşkirin bêtir wek şebekeyeke her du beşên cîhê leyiztina bi tennis ji hev vediqetîne be, taximekî ku rê dide danûstendina zûşêwe, hevdîtinê, axiftin û bawerîdiyarkirinê, da ku pêşerojek bihêt berçavkirin ku tê de jînwerî li şûna ku wek berê ji zopeyvên wek “dijmin” û “hevalbend” were, êdî ji peyvên kêmtir zober û xwebêjên ne weqa bi hevûdin ve girêdayî bihêt der.

 

BIXWÎNIN

GOTARA HELBESTVANÊ ÎRLENDÎ SEAMUS HEANEY (1939-2013) DEMA WERGIRTINA XELATA NOBEL YA WÊJEYÊ (1995)-2

 

 

*          *          *

 

Heftê salan berê, dema helbestvan W.B. Yeats li ser vê sehneyê bû, Îrlende ji nav jana afeta şerê navxoyî derdiket ku rasterast li dû şerê serxwebûnê yê li dij Îngliztanê dest pê kiribû.  Şerê navxoyî dirêj nekir; di gulana 1923an de rawestiya, dora heft heyvan ber keştiya Yeats tê de bigihê Stokholm, lê şerekî bi xwîn, hov û bandorkûr bû, şerekî wisa ku dê bandora xwe bigihîne şert û mercên siyaseta bîst û şeş deverên serbixwe yên Îrlende û roleke mezin di jiyana hejmareke ji nifşên pêşerojê de bileyize, li ew beşê giravê ku berê wek Dewleta Azad ya Îrlendî hat nasîn û dû re wek Komara Îrlendî. 

 

Yeats di axiftina girtina Xelata Nobel de şerê navxoyî û şerê serxwebûnê wekî ku nehanîn ser zimanê xwe.  Kesekî ji wî bêtir derheqê avakirin û têkdana dezgehên dewletê de nedizanibû, ne jî derbarê dewlemendkirin û binvebirina jiyana çandî de, lê di vê munasebetê de wî baştir dît li ser Tevgera Dramatîk ya îrlendî biaxife.  Gotara wî li ser mebesta afirmend ya wê tevgerê bû, tevgera ku xwediya çakbextiyeke dîrokî bû çimkî ne tenê ebqeriyeta Yeates bi xwe bi dest xistibû lê herweha ya hevalên wî John Millington Synge û xanim Agusta Gregory.  Ew hat li Stokholm ji cîhanê re bibêje ku di warê guherandina welatê wî û dem dewranê de grînbûna berhemên herêmî yên helbestvanan û nivîskarên dramayê ji ya kemînên hêzên gerîlayan ne kêmtir bû; û serbilindiya wî bi wê şêwepexşana bedew heman serbilindî bû ku ew ê li dû deh salan di helbesta “The Municipal Gallery Revisited “ (17) de diyar bike.  Li wir Yeats xwe dixe nav wêne û tabloyên bi rûmet û peyivdar yên ku bûyer û şexsiyatên dîroka nûjen pêşkêş dikin û ew ji nişkan ve hest dike ku tiştekî nûneriya qonaxeke dîrokî dike di hebûnê de ye:  “Ev ne Îrlendeya mirî ya dema ciwantiya min e/ Ev Îrlendeyeke ji xeyalên helbestvanan e, ziravbirr û bêxem e.”  Û helbest bi du rêzên ku xwe ji hemiyan bêtir di tevahiya berhemên wî de dubare dikin tê dawiyê:

 

Biponije ka rûmeta mirovî bi pirranî çawa têt û çawa diçêt,

Û bibêje ku rûmeta te bi hebûna van şêwehevalan bû.

 

Ligel ku van rêzan armancmezin û heyecanafir in jî, ew nimûneyeke xwexemilandina helbestê ne, li şûna xweîspatkirnê; ew nêşanên serbilindiya helbestvanî ne, û bi kêmasî di vî warî de ew dişebihin tiştê ku ez dixwazime di vê axiftinê de diyar bikim.  Ez jî dê nuha ji aliyê xwe de peyvine din ji wê helbestê diyar bikim:  “Tu, yê ku dadmendiya min dê bikî, bila ne tenê tu dadmend bî/ derbarê kîjan pirtûka min de dibe jî.”  Li şûna wê kirinê, daxwaza min ji te ew e ku tu tiştê Yeats ji guhdarên xwe daxwaz kiribû bikî û serkeftinên helbestvan û dramatîst û novelîstên îrlendî di nav çel salên borîn de bi bîr wînî ku ji wan gellek dostên min in, bi serbilindî dibêjim.  Di warê berhemên edebiyatê de Ezra Pound (18) pêşniyaz kiribû ku pêwîst e rexnegiriya wan kesan neyê pejirandin, “yên ku bi xwe berhemên hêja neafirandibin.”  Ez xwe çakbext dizanim ku min bi vê pêşniyaziyê kir, çimkî ew başbaweriyeke karmendên hêja ye - û ne tenê yên ji welatê min - û ev pêsniyaziya ye ku ji roja min ber sîh salan li Belfast dest bi nivîsandinê kirî de pişt daye bizavên min .  Îrlendeya ez nuha lê dimînim ew wara ye ku bi alîkariya xeyalên van hevdemên min yên îrlendî gihîştiye vê qonaxê.

 

Lê ne hemî berhemên Yeats xwexemlokî ne.  Bêyî çi guman, û bi çi pîvanê dibe bila bibe, her du helbestên wî yên bi navên “Nineteen Hundred and Nineteen” (19) û “Meditations in Time of Civil War” (20) yên li dû hev hatinî weşandin ser bilndî ne ji bo helbesta (şiîra: wergêr) sedsala me.  Di ya duyemîn de ew li ser hêlîna li nêzikî pencereya xwe dinivîsîne ku çûkreşekê (teyrekî biçûkî reş: wergêr) di qelşeke dîwarê kevin de çêkiriye.  Wê demê helbestvan di kelayeke normandî de dima ku roleke mezin di dîroka leşgerî ya paşeroja welêt de leyiztiye, dîsa di demên bêaramî de, û di wê bîsta ku helbestvên tê de hişên xwe bi îroniya derheqê şaristaniyan de mijûl kiribûn, ku çawa ew bi encama kirinên fatihên stemkar û hêzdar xwe bi cîh dikin, fatihên ku dû re hunermandan û hosteyan dixin xizmeta xwe.  Di wê bîsta mijûlbûnê de, dîmena makçûkeke ku xwarinê didêye çêlikên xwe haya helbestvên dikişîne û di wê dîmenê de ew xeyala mêşa hingiv bi bîr tîne, îmaja ku di toreyên helbestî (şiîrî: wergêr) de cîhekî kûr girtiye û her dem xwebêjeke îdyal derheqê xebata afirger û hevkariya ji bo xatirê sûda gelemper de dide:

 

Mêşên hingiv di qelşan de xwe bi cîh dikin,

Di xaniyên sist bûnî de, û makçivîk jî hêlînan çêdikin,

Tînin wir bi xwe re kurmik û mêşan.

Dîwarê min sist dibêye; mêşên hingiv,

Werin di mala çavên mebestvala de çêbikin war.

 

Em li paş deriyê girtî ne, û kilît hatiye badan

Li ser qedera me ya di mij de;

Li derekê peyak tê kujtin, malek dişewite,

Lê dîsa jî nahêt dîtin zelalrastiyek:

Werin di mala çavên mebestvala de çêbikin war.

 

Astengdîwarên ji kêvir û daran;

Şerekî navxweyî yê çardeh rojan;

Şeva çûyî hilol dikirin li ser rê

Ew ciwanleşgerê mirî di nav xwîna wî de:

Werin di mala çavên mebestvala de çêbikin war.

 

Me dilê xwe av da bi xeyalan,

Ta ku dil hov bû bi vexwarina pirr;

Di me de hestên neyariyê

Girantir bûn ji yên evîndariyê;
De werin mêşên hingiv,

Werin di mala çavên mebestvala de çêbikin war.

 

 

BIXWÎNIN

GOTARA HELBESTVANÊ ÎRLENDÎ SEAMUS HEANEY (1939-2013) DEMA WERGIRTINA XELATA NOBEL YA WÊJEYÊ (1995)-1

 

 

Min gellek caran tevahiya vê helbestê yan beşine wê di nav bîst û pênc salên borîn de li Îrlende ji xelkê bihîstiye, û va yeka ne tiştekî mathîştinê ye, çimkî nivîskarê wê li hembr jiyanê wek Welî Kevin hestnazik e û di heman demê de derheqê bûyerên jiyanê û jiyînê bi xwe de wek Homer (21)  hestbihêz e.  Ew dizane kujtina li ser rê dê dîsa cîh bigire, dizane ku karkerên di mînîbûsê de dê li dû kutakirina kar bêyên rêzkirin û kujtin; lê ew herweha destguvaştinê, hebûna sempatiyê û parastinê di nav mexlûqatên jîndar de, dinerxîne.  Ew hewcedariyên jihevcihê û cudareng yên wûjdanî ku di demên kirîzên kûr de dihên holê razî dike, li aliyekî hewcedariya bi rastîgotinê ku dê dijwar û bi tehlûke be û li aliyê din hewcedariya bi wê yekê ku hişkbûna ramanan negihê radeya bêparkirina helbstê bi xwe ji hêviya ku wek delal û bawerîhêja be.  Ew jî îspatek e ku helbest xwediya wê pêkaniyê ye ku ji heqê wesifdana wê rewşa ku ew jina rûsî ji Anna Akhmatova hêvî dikir derkeve, û  bi şêweyeke rasteqîne.  William Wordsworth (22) jî di dema kirîzeke dîrokîye eynînol û ji bo wî bi xwe ziravbirr de, du sed sal berê, berhemeke wisa afirandiye.

 

Wergerandina ji înglizî: Shahînê Bekirê Soreklî

 

Wê bidome…

 

Cîhan Haberleri

Rojnameya herî kevn a cîhanê çapa xwe ya kaxezê radiwestîne
Xelata Aştiyê ya Nobelî dane mafparêzên ji Belarûs, Rûsya û Ûkraynayê
Xelata Wêjeyê ya Nobelî dane Annie Ernauxê
Nikolay GOGOL Nivîskarekî Ukraynayî an Rûsî ye?
Muzîkjen Mikis Theodorakisî koça dawî kiriye