Gotinên Pêşîyan
A : (163 + 154)
Amanet, heta qîyamet.
An barek derew, an barek dirav.
An barek mewij, an jî kelîmeke tûj.
An hero, yan mero.
An nanê te genim, an zarê te genim.
An ji text, yan ji bext.
An mam, an xal.
An xal, an mam.
Ancax çavên mirov ji axê têr dibin.
Ancax nan li ser mirîyan bimîne.
An hilnegire bar, an jî meke hewar.
An hilnegire bar, an jî li kesî neke hewar.
An naçe aş, an jî diçe aşvan dikuje.
An neke û nericife; an dikî, nericife.
An nekeve bin baran; ku tu ketîyê, nede hewara.
An mirin, an felat.
An xew e, yan jî kew e.
An wekî mirovan biaxife, yan wekî heywanan bitepise.
Anîn sunet e; berdan ferz e.
Anî cîyê xwe, rakir rûyê xwe.
Anî ji derîya, da xêra mirîya.
Anîna bêeslan rehet e; xwedîkirina wan zehmet e.
Anîna sêwîyan xweş e; xwedîkirina wan reş e.
Anîye ji parsê, dide xêra xasê.
Ap nabe bav, pismam nabe bira.
Ap, pismam e; xal, xwarzê ye.
Ap bi birazêyan ra, xal bi xwarzan ra.
Ap bi birazîyan ra dike, xal bi xwarzîyan ra dike.
Ap, birazêyan dadike; xal, xwarzêyan radike.
Ap û amojin, gawirbav in.
Apê mirov, qomê (qewmê) mirov e.
Apê Faris, çi li mal çi li ber garis.
Apê Faris, ma tê niha neyî nav gêris.
Apê Merdan, kerî berdan; di dest da maye xeberdan.
Apê Xidir e, her ro li vir e.
Aqil ar e, hiş av e.
Aqil baştiyan e, ne naştiyan (veşartî) e.
Aqilbend, tim mezin in.
Aqil, bext e.
Aqil, bi ceribandinê nebe; bi tenê nabe sêrî.
Aqil, bi ceribandinê, kemala xwe dibîne.
Aqil, bi dînan çi bike; çav bi koran çi bike.
Aqil bi dînan ra çi dike; çav bi koran ra çi dike.
Aqil bi pereyan naxebite.
Aqil, bi xwendinê xweyî dibe.
Aqil, bi kovikê li serî nayê kirin.
Aqil biçûk e, bela wan mezin e.
Aqil, bêxusar nabe.
Aqil, dayîna Xwedê ye.
Aqil derxistine firotinê, her kesî dîsa aqilê xwe kirî ye.
Aqil, dewlet e.
Aqil, di rû da nîn e; di serî da ye.
Aqil, dijminê nezanînê ye.
Aqil, fêkîya payîzê ye.
Aqil, gem e.
Aqil, gir û biçûkan napirse.
Aqil hebe, sermîyan e.
Aqil heye, ji dewletê zêdetir; aqil heye wekî çîya ye, aqil heye, kundirekî vala ye.
Aqil heye, çîya ye; aqil heye, gongilekî (gonîyekî) vala ye.
Aqil hebûya, dewletê hebûya.
Aqil, hinekan kal û pîr dike; ên gewî jî ciwan dike.
Aqil, ji aqil zêdetir e.
Aqil, ji kanîya zanînê tê avdan.
Aqil, ji jor her tiştî ra ye.
Aqil, li bedewîya mirov nanêre.
Aqil li serîya ye, ne li bejna ye.
Aqil li serîyan e, ne li dirêjayîya çokan e.
Aqil li serîya ye, ne li berîya ye.
Aqil mamîş, kundir qamîş.
Aqil, mertala mirov e.
Aqil, mû diqelêşe (dibire).
Aqil, mû dibire; lê bêbextîyê nabire.
Aqil nayê firotin.
Aqil nayê firotin; namûs nayê kirîn.
Aqil, nagihêje dil.
Aqil, ne benîşt e; ku ez bi serî te ve bizeliqînim.
Aqil, ne genim e; wekî çap bikî.
Aqil, ne gîya ye; ku li her derê hêşîn bibe.
Aqil ne ji kiçkanî û ne ji mezinahî.
Aqil ne ji mezinayîyê ye; ne ji biçûkayîyê ye.
Aqil, ne ji mezinayê dipirse; ne jî ji biçûkayê dipirse.
Aqil ne li bejnê ye, li serî ye.
Aqil, ne li gora mezin û biçûkatîya serê mirov e.
Aqil ne di salan da; di serîyan da ye.
Aqil, ne tê kirîn; ne tê firotin.
Aqil rût e, barî hût e.
Aqil, sermîyan e; ne li serê hemîyan e.
Aqil, sermîyanekî mezin e.
Aqil sewda, Xwedê ew da.
Aqil sivik e, bar giran e.
Aqil sivik e, nig çapal e.
Aqil sivik e, ziman çepel e.
Aqil, şêran kedî dike; tirs, pisîkê xwedî dike.
Aqil tac e li serê merîya..
Aqil, xemla mêran e; lê ne li hemî serîyan e.
Aqil, xweş mal e; lê her gav ne li mal e.
Aqil taca zêrîn e, li serê her kesî nîne.
Aqil taca zêrîn e; serê hemî kesî da nîne, dûrî xortên lawîn e.
Aqil tiştekî ha ye; mîna taceke nexşîn li serîya ye.
Aqil tiştekî pir pak e; ew tu tiştî wenda nake, her dem tiştên nû peyda dike.
Aqil tune kêf dike; zevî tune eşêf dike.
Aqil û dil, rahişte hev; dil zora êqil (aqil) bir.
Aqil wisa mezin e ku di serê her kesek da bi cî nabe.
Aqil, zêran dibîne; dewletê jî pê ra.
Aqilê cahilan, gorî dilan.
Aqilê dewletîyan, pê ra zêr dirî.
Aqilê dîna, bidin ber pîna.
Aqilê dînan, di ser kumê wan ra ye.
Aqilê dirêjan, di lingên wan da ye.
Aqilê giran (temam), kevir diqelêşe.
Aqilê giran, mirov bi kêr dike.
Aqilê giran mû kêr dike.
Aqilê hinekan, ji kîsê xelkê ye.
Aqilê hêştirê hebe, li paş kerê girê nadin.
Aqilê hûrî (biçûk), bi teyran ra firî.
Aqilê kesên tolaz, di nav çogan da ye.
Aqilê kê hebe, pêle agir nake.
Aqilê kê heye, dewleta wî / wê heye.
Aqilê kêm, barê giran e.
Aqilê kêm rîya xwar ber hevalê xwe dike.
Aqilê kêm, xwedîyê xwe şerpeze dike.
Aqilê kêm, kar û golikan bi mirovan dide çêrandin.
Aqilê kêm, naxirê gund bi merîyan dide çêrandin.
Aqilê kurdan, pişt ra tê serê wan.
Aqilê kurdan, di dilê wan da ye.
Aqilê kurmênc, paşê tê serî.
Aqilê sivik, barê giran.
Aqilê ku fêyda wî li xwedîyê wî nebe; li kesî nabe.
Aqilê kurî, bi teyran ra firî.
Aqilê kurî, tê birî.
Aqilê min dibire, aqilê gilika min nabire.
Aqilê meriv (mirov), rêberê meriv Aqilê mirovê hişkêm, ji kîsê hevala ye.
Aqilê mêr û jinê ne wekî hev be; nayê ser balgîyekê.
Aqilê mêran kurt e, nagihîje karê jinan.
Aqilê nezanan, ji kîsê hevalan.
Aqilê xwe bi nan û dew vexwarîye.
Aqilê pir, bayê kur.
Aqilê pîrî, sermîyan e; ne karê her merîyan e.
Aqilê pîrê, şîreta pîrê.
Aqilê serxweşan, tira gamêşan.
Aqilê şîrî, dere heta pîrî.
Aqilê te ev e, aqilê kurê te çîye!
Aqilê temam, mû ji maran dike.
Aqilê vala, mirov dihêle li pê hevala.
Aqilê vala, rîya dûr bi ber hevalê xwe dixe.
Aqilkêm, kavila (xopan, wêran) dipên.
Aqilmend, timî kifş in.
Aqilsivik, ê bargiran in.
Aqil xirab, merîyan nagîhêne tu deran.
Aqil û sewda, Xwedê ew da.
Aqilo ez bi gorî, te ez dam quncê jorî.
Aqilo, qulêro!