Graham: Amerîka ji cezakirina Tirkîyê nêzîk dibe

Senatorê Komarîyan Lindsey Graham ragihand ku projeyasaya li Encûmena Nûneran a Amerîkayê ‎hatîye qebûlkirin ne derbarê S-400an de ye, lê bi dagîrkirina Sûrîyê ji alîyê Tirkîyê ve girêdayî ye.‎

Navenda Nûçeyan- Senatorê Komarîyan Lindsey Graham, da zanîn ku wiha plan dikin hefteya bê versîyoneke projeyasaya cezakirina Tirkîyê ji ber êrîşa wê bo ser bakurê rojhilatê Sûrîyê (Rojavayê Kurdistanê) ku 29ê Cotmehê li Encûmena Nûneran a Amerîkayê hatibû qebûlkirin, bînin Senatoyê.

Graham li avahîya Kongreyê bersiva rojnamevanan da û li ser pirsa ‘Gelo çima cezakirina Tirkîyê wiha demeke zêde paş dikeve? Serok Trump li beramber Erdogan gelekî xweşbîn e?’ got: “Bi bawerîya min êdî dema wê hatîye hinek tiştan bikin. Min hewl da demê bidim daku Tirkîye û Koşka Spî meseleya S-‎‎400an çareser bikin, lê wiha dixuye pêvajo pêşve naçe û paşve diçe.”

Graham da zanîn, ku projeyasaya li Encûmena Nûneran a Amerîkayê hatîye qebûlkirin, ne derbarê S-‎‎400an de ye, lê bi dagîrkirina Sûrîyê ji alîyê Tirkîyê ve girêdayî ye û got: “Wiha difikirin hefteya pêşîya me versîyoneke projeyasaya Encûmena Nûneran bixin rojeva xwe. Ez dixwazim projeyasaya Encûmena Nûneran wek xwe derbas bikin û pêşkêşî Serok bikin ji bo îmzekirinê, ji ber li gor min projeyasayeke baş e. Emê bibînin ka Serokê Komisyona Peywendîyên Derve ya Senatoyê James Risch dê çi bike.”

Encûmena Nûneran, ji ber êrîşa Tirkîyê ya li ser Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Rojhilatê Sûrîyê projeyasaya cezakirina Tirkîyê li beramber 16 dengên Na bi 403 dengên Erê qebûl kiribû.

Têkildarî cezakirina Tirkîyê, Lindsey Graham û Senatorê Demokratan Chris Van Hollen doh nameyek ji Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo re nivîsîbûn û daxwaz kiribûn ku êdî Tirkîye bê cezakirin.

Herdu senatoran di nameya xwe de tekezî li ser wê yekê kirine, ku ji ber Tirkîyê sîstema berevanîyê ya S-400 ji Rûsyayê kirîye, êdî divê were cezakirin û eger ceza neyê ferzkirin, ev yek bo welatên din dê bibe “peyameke metirsîdar.”

Siyaset Haberleri

Keşeyê Dêra Kurdî: Kesên ku çûbûn Rojavayê Kurdistanê vedigerin Libnanê
Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelîk Li Parîsê Konferansek Da
Nêçîrvan Barzanî: Jinên Kurdistanê her tim avaker û parêzvanên xak û welat in
Jens Galschiøt: Em dê ji bo bibîranîna Enfalê peykerekî çêbikin
Xwepêşandanên Mahsa Amînî | Rejîma Îranê cezayê îdamê da 6 kesên din!