Grûpên çekdar bi hezaran dar li Efrînê birîne

.

Rêxistina Mafên Mirovan-Efrîn dibêje çekdarên Lîwaya Siqûr el-Şam ya girêdayî Tirkiyê 130 darzeytûnên welatiyê Kurd Mihemed Hesen Mistefa ji gundê Bêlê ser bi nahiyeya Bilbilê birrîne.

Rêxistina navborî herwiha diyar kir ku çekdarên Feyleq el-Mecid, nêzî 8000 darzeytûn li her 5 gundên Zerka, Çopana, Qêsim, Dîkê û Kêla birrîne.

Rêxistina navborî daye zanîn, ku çekdarên grûpa navborî gundiyan neçar dikin ku wan darzeytûn ji bo wan bibirrin da ku wekî êzing ji xwe re bifiroşin.

Çekdarên el-Hemzat jî bi hezaran dar li ser riya Raco birrîne ku temenê hin daran 100 sal e û wan wekî êzing difiroşin.

Herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê ji 18ê Adara 2018 ve û piştî êrîşekê ku 58 rojan dom kir, di kontrola hêzên artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên opozisyona Sûriyê de ye ku Enqere piştevaniya wan dike.

Ji dema kontrolkirina Efrînê ji aliyê Tirkiyê û komên çekdar ve, bi dehan haletên binpêkirina mafên mirovan li hember welatiyên resen ên herêmê ku Kurd in, hatine kirin û rêxistinên mafên mirovan ên herêmî û cîhanî li ser wan binpêkirina raport belav kirine.

 

Kurdîstan Haberleri

Festîvala fîlmên kurdî ya Patrîsê dest pê kir
Li Parîsê Pêşangeya Wêneyan
14 jinên Kurd beşdarî pêşangeheke şêwekariyê ya Polonyayê bûn
Suryaniyên Sûriyê: Gotinên di destûra demkî de, dewama gotinên rejîma berê ye
Komîteya Destûrê: Navê welat wekî Komara Erebî ya Sûriyeyê dimîne